MÊRDÎN – Waliyê dagirker ê Mêrdînê, piştî operasyona binketî ku têde Midurê Şaxa POH’ê Tûfan Kansûva hatibû kuştin, li 4 gundên di navbera Nisêbînê û herêma Omeryan qedexeya derketina derve îlan kir.
Waliyê dagirker ê Mêrdînê, li gundên Buyukkardeş û Kuçukkardeş ên Nisêbînê û gundên Sûlakdere û Dûygûlû yên herêma Omeriyan ku operasyona dagirkeriyê dabû destpêkirin, qedexeya derketina derve îlan kir. Hat ragihandin ku qedexeya li herêma Omeriyan heta hişyariya duyemîn dê bidome. Li gundên ku qedexe li wan hatiye îlankirin, di saetên serê sibehê de şer derketibû û Midurê Şaxa Tevgera Taybet a Polisan (POH) a Mêrdînê Tûfan Kansûva di encama çalakiyên bi bandor ên Hêzên Gerîla hatibû kuştin û cerdevanekî jî birîndar bûbû.