NAVENDA NÛÇEYAN – Di saetên ji beriya nîvro de girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ê cezayê darvekirinê lê hatî birîn, bêy ku sedemek were diyarkirin ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê veguhestin cihek nediyar.
Li gorî nûçeyek ya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, veguhestina Kemal Hesen Remezan ji ber nerazîbûn û çalakiyên greva birçîbûnê yên di rojên borî de ji aliyê girtiyên siyasî ve pêkhatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye Kemal Hesen Remezan xelkê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wî 33 sale. Remezan di sala 2011’an de li ser sînorê Makû-Ûrmiyê ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve li gel du kesan hate girtin. Di destpêkê de, ji endametiya PKK’ê 10 sal cezayê girtîgehê li Remezan hate birîn. Lê belê piştre bi dosyaya nû ya Îtlaatê, ev hikum hate betalkirin û cezayê bi darvekirinê lê hate birîn.