BERMAL HAKKARI
Di sedsala 21. de tekoşîna jinan li tevahî cihanê belavbuye lê mixabin heja hemû jin ne ketinê ferqa hêza xwe û neketina ferqa pergala modernîteya kapîtalîst. Çiqas jiyana xwe nerazîbin, çiqas di hundirê xwe de raperinek bijîn jî, hêza tekoşînê bi xwe re ava nakin. Bingeha lewaziya tekoşîna jinan ji nezaniyê tê. Dibe kû amêr û derfetên zanistê zêde bubin le ev derfet çiqas tên bikaranîn ew ne diyare.
Bi pirsa çima êrîş û kuştina jinan zêde dibin ger binirxinîn, em dibînin ku di hundirê dewlatan de ji bo zilam hemû derfetên tûndiyê hatina sazûman kirin. Ev sazûmanî bi riya (qaşû) huquqê, bi ferasata namûs û ol hatiye dayîn. Dema jinêk li cihe kî tê kuştin an liser tûndî tê meşandin raya gîştî û ragehandina cînsiyet parêz ya ku di xizmeta dewletê deye weke buyerek pir ji rêze pêşkêşî civakê dike. Pir caran di nûçeyan de jo bo zilamên erîşkar dibejin cinet, deprasyon jiyan kiriye û jin û zarokê xwe kuştine.
Bele ez vê pirse dikim, gelo deme nûçeyeke wusa tê ragahandin civak çi refleks dide diyar kirin. Ez bawerim pir jin dibejîn hevserê me ne wusa ye yanî jiyana xwe ji derveyî wan jin û wan zarokên hatin qetil kirin dibînin. Gelo ji bo buyerên wusa çend jin nerazîbûna xwe didin diyar kirin. Di welatekî de deme buyerên wusa di qewime ne sedan jin pêwiste milyonan jin nerazibûna xwe bide diyar kirin. Dema jinek li Îranê tê darvekirin çend jin dijî vê pergala heyî radibin? Mixabin 10 jin jî nikarin werin gel hev xwe rexistina bikin û li hemberî vê dij mirovahiyê dengê xwe bilind bikin. Em dibînin serî tewandinek, qabul kirinek heye. Pergala modernîteya kapîtalîst mirov ew qas bê hiş bê refleks hiştiyê û tirsek mezin ava kiriye. Edî ji siya xwe tirs û guman tên jiyîn.
Li Tirkî em binêrin her roj di nûçeyên wan de buyerên kuştinê, tecavuz, ledana jinan di rojevê deye. Lê mixabin zilamên ku van bûyeran pêk tînin ne raya giştî nejî, qaşo dewleta demoratîk, hukuka ku li gor pergalê hatiye sazuman kirin van kuştinan û qatlîaman re çareserîyekê pêş naxe. Buyeran berovajî dike û dibêjin zilam hatiyê tahrîk kirin, zilam hatiye aciz kirin ji bo wê zilam ketiye rewşeke wusa. Em berdin çareseriyê, van buyêren dij mirovahiyê meşru dikin. Di dewleteke wusa de wê çawe pêşiya kuştin û tecavûza jinan werê girtin.? Bê guman di virde saziyên demokrat û saziyên jinan jî pir lewaz diminîn ev saziyên heyî pewîste qiyamet rakin tekoşînek bê sinor bê sekin pêş bixin.
Di Rojhilata Navîn de bi riya malbat û fersata namûs jin hatiye zindan kirin. Hemû rêbazên ji dervî mîrovahiyê li ser jinê tê meşandin. Pir jinan ev jiyan pêjirandiye û pir caran ji zilam zêdetir pergala heyî diparêze. Di walatên Ewrupa de jî, em dibînin ku pergala kapîtalîzîm tam cih girtiye. Rojane jiyan kirin, ji civak bûyîne dur ûtenê xwe fikrandin derdikeve pêş. Gelo ev êşên ku jinên Rojhilata Navîn yên kû Hindistanê, Misrê, Afxanîstanê, Efrîqayê jiyan dikin ew gelekê ji wan buyeran dûrun? Bê guman ne dûrin. Heman buyer ji bo wan jî derbaz dibin. Lê mixabin li hember van buyer û nezîkatiyan nezîkatiyek xemsar derdikeve pêş.
Di serî de jî, me dabû diyar kirin, çiqas jin pêş dikeve û xwe bi rexistin bike pergala qapîtalîst lewaz dikeve û ji bo valatiyê peyda bike û wê valatiyê dagire pir rê û rêbaz pêşdixe, xwe li ser valatiyan sazûman dike.
Li tevahî cihanê û Rojhilata Navîn em dibînin kû hêza kû xwe bi rêxistin kiriye û têkoşîna xwe di bin hemû mercande dide meşandin jina Kurd e. Em ji Kurdistanê bigirin heya tevahî cihanê cihên ku jinên Kurd le heyî xwe bi rexistin kirine û têkoşîna xwe dimeşîne. Ji bo têkoşîna welatê xwe û ji bo azadiya jinan, têkoşînek bê hempa, rexistinekî xwedi hêz hatiyê ava kirin. Bingeha jina azad ya xwedî vîn û civakêkî demokratîk hatiye ava kirin. Gelo ev deskeftiyên heyî bes e? Bê guman ne bes e. Pewîstiyê Jina Kurd herî zêde xwe perwede kirin û xwe zana kirinê heyê. Çawa ku azadiya gelê Kurd ji bo demokratîk bûna Rojhilata Navîn gîring û jiyaniye, heman demê azadiya jina Kurd wê bandorekê xwe ye mezin li ser jinên Rojhilata Navîn û tevahî cihanê bike. Ji ber ku jina Kurd xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevê. Ji ber ku yekem car ya ku bingehê mirovahiyê ava kiriye, çand û exlaqê mirovahiye pêşxistiye ew bixwe ye.
Sedsala 21. de derfetên ku jin xwe azad îfade bike heye. Bi taybet xwe perwerde kirin, hêza xwe ya veşartî derxistina hole girînge . Jin ne mecbûre desthilatdariya zilam û ya pergala ketxwar bipêjirîne û koletiyê jêra bike. Em ji bîr nekin ya ku civakê ava dike û civakê pêş dixe jine. Beriya her tiştî pêwîste saziyên jinan bên xurt kirin, li saziyên heyî xwedî derketin û her jin di van sazî û akademiyan de bikaribin xwe perwerde bikin.
Ji bo dawî anîna kuştin, destavêtina jinan dive hemû jin weke pirsgirêka xwe bibînê. Dibe ku îro ew jin be, lê belê sibê dibe ku ez yan jî tu be. Encam de zihnîyata heyî nediyare wê kengî cînet derbaz bikê. Jinên zana û yên xwe birexistin kirî panjêhira zihnîyeta kujer, ya deshilatdar û ya zayanparêziyê ye.