MEXMÛR – Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 53 roj in li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî didome, di roja 8’an de berdewam dike. Dayikan destnîşan kirin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. 53 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Çalakiya Dayîkên Aştiyê ya li dijî dorpêçê di roja 8’an de didome.