BEHDÎNAN – Di daxuyaniya xwe ya 6’ê Îlonê de me ragihandibû 2 hevrêyên me roja 4’ê Îlonê di êrîşa hewayî ya li herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn. Di vê êrîşê de hevrêyekî me bi silametî gihişte bareha xwe, hevrê Xebat Ciwanro şehîd bûye.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Xebat Ciwanro Nav û Paşnav: Meysem Seyîdî Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro Navê Dayik – Bav: Ferîşte – Muhammed Alî Cih û Demê Şehadetê: Heftanîn / 4’ê Îlona 2019’an |
Xebat – Meysem Seyîdî
Xebat Ciwanro di sala 1995’an de li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de bûye şahidê polîtîkayên înkar û îmhayê yên Ii ser gelê Kurd û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Xebat li ser girêdayîneke mezin, peywirên xwe bi cih aniye. Rêheval Xebat bi perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî bûye gerîlayekî serkeftî yê dema xwe. Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo bi kesayetîya xwe kiriye yek û bûye fedaîyekî milîtan. Heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê Kurdistanê şer kiriye.
Malbata rêhevalê me Xebat Ciwanro di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Xebat bigihînin serfiraziyê.”