RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Li dijî modernîteyê ez xwe diparêzim. Biqasî ku di nava qalibên zanistî de bême stran, ez îfadeya zanistî ya parêznameya xwe tercîh dikim. Min heta niha her tim wisa kir. Lê ruh û giyanê min timûtim û misêwa dinihurandin ku hinek tişt kêm dimînin. Min timî his dikir ku awayê ravekirinê yê zanista modernîteyê di berdêla destkişandina ji hin tiştan de pêk tê. Ez ji xwe piştrast bûm ku ev şêweyê ravekirinê hewce bû, lê qîma min nedikir. Ez her ku li ser mijarê diponijîm, vê rewşê sihêrbazên ji sihêrbaziya xwe ketî û rabihên Sumer û Misriyan ên ji pîrozbûna xwe ketî û xwe vekişandibûn perestgehên xwe û li ser çarenûsa mirovan nivişt dinivîsandin dianîn bîra min. Ew zimanê modernîteyê ku her diçû akademîk, pispor û sembolwarî dibû, dest pê dikir dişibiya zimanê rahib û sihêrbazên di serdema pêşî de bêhtir hêvî didan mirovan. Heta ji wan bêhtir bêhêvî bûn, ji sêhra xwe ketîbûn, bûbûn şaxekî ji wan ên bêcan û bêheqîqet. Li gorî tehlîla dawî, bi tenê çerxa sîstemê digerandin ku ew çerx jî karê didizin. Li vir dixwazim gotineke Fîlozof Nietzsche ya gelekî balkêş diyar bikim. Nietzsche weha dibêje; “Huner jiyanê baştir îfade dike, heqîqet bi hunerê baştir tê ravekirin.”
Rojên min ên di nava pencê dibistanên modernîteya Tirkê Spî yê faşîst de hê jî baş têne bîra min. Dema min gava xwe avêt dibistana seretayî min xeyal dikir ka ez ê bi cinawirekî çawa re rûbirû bibim. Bîranînên wan rojan hê jî teze di hişê min de ne. Çi tiştekî xerîb e, ez bûbûm zarokê xweşdivî yê wan cinawirên pêşî li wan rast hatibûm. Ewqas qedrê min digirtin, ez li ser destan datanîm. Min jî ji wan re hêk û mast dibir. Kengî peyvên pêşî yên Tirkî ji nava lêvên min derketin, min bi xwe dabû bawerkirin ku min bi awayekî serketî gav avêtiye bîrbirina giyana modern. Lê li wir halekî min hebû ku min veşartibû. Min rewşa ruhê xwe yê ji tirsa diricifî timî veşart û hewl da nîşan nedim. Bi herhalî kesayeta durû bi vî awayî pêk dihat. Min nizanîbû gund û malbatê çi daye kesayeta min, jixwe min fêhm jî nedikir. Tişta ez dizanim, ez nebûbûm ewladekî bi xêr yê gund û malbatê. Her kesî hêdî hêdî di binî re digot, rewşa Evdilayê Uwêşê derdekî bê derman e, xêr û hêvî jê nîne. Ev gotegot belav dibûn. Min ji ber vê rewşê fedî dikir, zivêr dibûm, lê min nikarîbû ji vî tewrê xwe paşve gavê biavêjim. Her ku diçû ez bi tenê dimam. Her kesî zarokê xwe ji min dûr digirt. Em dema derdiketin gera li derveyî gund razî nedibûn wan bişînin. Çend rêbazên min hebûn ku ji bo ez xwe bidim qebûlkirin. Min bi nêçîrvaniya çûkan, seansên kuştina mar û gumgumokan bal dikişand ser xwe. Di dema dibistana seretayî de min gelek dua ji ber kiribûn û ji ber dawa melê ranedibûm (bi sedema mînberê) û di nava refên nimêjê de min cih digirt û bi vî awayî min zêdetir bal dikişand ser xwe. Jixwe Mele Muslim hukmê xwe yê pêşî di heqê min de dabû û gotibû “Bi vê lezê biçe tu yê karibî bifirî” gotinên wî yên bi vî rengî belav dibûn û ez jî têra xwe bi firê xistibûm.
Bi vê lezê di rêya dibistana seretayî ya bi qasî saetekê de min ji koma xwendekarên perwerdeyê re pêşengî dikir û di kêliyên bêhndanê de min li pêşiya wan meletî dikir. Jixwe min berê jî ev anîbû ziman. Lê îmamtiya min demeke zû îfade dike û wisa li cihê xwe ma. Çavên min çûbûn ser modernîteya Tirk. Min fêhm kiribû ku ez ê bi hêsanî ji wê qut nebim. Dîsa min berê diyarkiribû ku li ser navê Kurdîtiyê çi li ser min hebû li pêşiya min dibû asteng û nedihişt ez xwe bigihînim modernîteyê. Jiyana min a li dibistanên modernîteyê heta bi Newroza sala 1973’an ango dema min wêriya koma pêşî li ser navê Kurd û Kurdistanê biceribînim, hema mîna robotekî derbas bû. Ez dema hewl didim şîrove bikim ka ew jiyan çi îfade dike, ez divê bibêjim ku ew hîçtî û netiştekiyeke mezin e. Li hemberî modernîteya Tirk, ez dikirim ne tiştek. Vê rewşê ne bi tenê rê li ber kesayeteke bi kompleks vedikir; di heman demê de rê li ber kesayeteke pûç vekiribû, a ku ti têkiliya wê bi jiyanê re tine, ya rastî dema dixwaze serketî bibe mîna robotan çend gotinên jiberkirî yên şildim bildim dubare dike. Di van salan de aliyê min ê herî hêja ye ku mirov behsê bike, ev kesayeta robotwarî ye ku min bêqusûr û serketî pêk aniye. Bi rastî kesayeteke zor e ku mirov bide nasîn. Ez hîç bawer nakim ku filmê wê jî bê çêkirin. Lê dîsa jî divê ez dubare bikim ku bi wî halê xwe jî ji dibistana seretayî heta bi Fakulteya Siyasî ez xwendekarê herî xweşdivî û xuya yê ber dilê tevahiya mamosteyên xwe yên jin û mêr, esker û sivîl bûm. Bi herhalî pirsgirêkek e ku ji hev derxistina wê zor e.
Di tevahiya vê pêvajoyê de min li gorî xwe ji hewaya xwe ya serokatiyê ti carî paşve gav neavêt. Baş e, eger ez dubare bipirsim rewşeke min a rûhî ya çawa hebû, ev ê weke pirseke bersiva wê gelekî nediyar bimîne. Ya rastî divê ev pirs bê kirin: Gelo bi rastî ruhekî xwezayî li cem min mabû? Ma modernîteya li hemberî min ruhekî xweserî min hiştibû? Belkî jî encama herî girîng a mirov ji vir derxe ew e, li hemberî modernîteyê mîna ku ez her saet xwe di îmtîhanê de bihêlim tevgeriyabûm. Ez ê bi awayekî serketî ji sinifên xwe bibihuriyama, lê ti carî ez ê weke wê nebûma. Baş e, ez ê bibûma çi? Pirsa li hewa daliqandî dimîne ev e. Yanî divê mirov zanibe li hewa daliqandî mayîn çiqasî zor e. Ez bibêjim jiyanek wisa derbas bûye, belkî ez karibim hinek xusûsetên wê rave bikim. Modernîte bi awayekî yekalî nasnameya te înkar û îmha dike. Li hemberî vê ez jî bi jiyanekê radibim ku hevtayê wê kêm hatiye dîtin li ber xwe didim. Bêguman bi vî awayî mirov dikare şîrove bike. Di vê nuqteyê de min rewşa xwe timûtim bi nasnameya jinê re ku tevahiya dîroka şaristaniyê rewşa ketiye navê daye ber hev û muqayese kiriye. Min jiyana xwe ya kurtik a antî-modernîst û berxwedana jinê ya antîşaristaniyê ya hezarê salan wekhev didît. Bi vî awayî, her ku diçû min ji nêzîkatiya cinsiyetparêz a li dijî jinê nefret dikir, kirêt û rezîl didît. Ez pirr zû lê varqilîm ku pîrektî pirrpiçûkxistin e.
Di vê navberê de, mijareke din a girîng heye, heke ez behsa wê nekim, ez ê nikaribim ji vê babetê bibihurim. Ew jî têkiliya min a bi Xwedê re bû. Heta bi sinifa dawî ya lîseyê min rîtuelên xwe yên dilsoziya bi wî re bi nimêj û rojiyê bi cih dianîn. Lê gumanên min ên der barê hebûna wî de hema bêje ez anîbûm ber xwekuştinê. Ez li gorî xwe li wî digeriyam û di gerdûnê de heta bi pirtikeke tozê jî li her derê ez li wî digeriyam. Vê şopgeriya min ji zêdekirina gumanên min wêdetir ti encam nedida. Tam jî di vê demê de min ê dînê çepgiriyê û pêxemberê wê yê nû Marks nas bikira.
Berî ku ez çepgiriyê nas bikim, gelo ez rastgir bûm? Eşkere ye ku rastiya dualîteya rastgir-çepgir ne ew dualîte ye ku rastiya me îfade bike. Ya rast rêûresm-modernîte ye, yan jî ya bêhtir rast ew e, divê dualîteya rastiya civakî-modernîte be. Têgîna Ellah ez hejandibûm û ev bi xwe hejîna civaka ji rêûresmê li hemberî civaka modern bû ku di şexsê min de nîşan dida. Sembola nasnameya serdest a civaka ji rêûresmê Ellah bû û xwe li hemberî xwedayê laîk ê civaka modern dewleta netewe nikaribû li ser piyan bigirta. Min ê ev yek gelekî paşê ji hev derxista. Ber bi salên 1970’î ve bi vî awayî ez pêxîrtengî bûbûm û dihejiyam. Piştî ku min rewşa xwe ya hejînê bi vî awayî îfade kir, tam jî di wan deman de li cem rastgir an çepgirên bi hev re di nava şer de bûn ji bo derketina ji vê tengasiyê li çareyê geriyam. Tê bîra min, weke kesekî nimêjker pêşî min rastgir pelandin. Li Enqereyê rojên ku min nimêj li Mizgefta Maltepeyê dikir, heta bi salên 1969’an jî çûn. Rojên min îrşad dikirin, ne kêm bûn. Heta bêyî ku ez destûrê bistînim, min li konferansa Necîb Fazil Kisakurek ê weke ‘Ustadê Mezin’ dihat bi navkirin li Ocaxa Tirk guhdarî kir. Ez gelekî bi heyecan bûbûm. Xeyal meyal Kovara Rojhilata Mezin tê bîra min. Eşkere ye, dengek bû ku hêz dida mefkûreya min a der barê Xwedê de ku dihejiya. Li Komeleya Têkoşîna Li Dijî Kominîzmê li Silêman Demirel û Refîk Korkut rast hatibûm. Piştre nizanim çawa çêbû, lê min di bin balgiya xwe de pirtûka bi navê ‘Alfabeya Sosyalîzmê’ dît. Min ji ber xwe ve dest pê kir xwend. Tê bîra min, hê min neqedandibû hisên bi vî rengî li cem min çêbûbûn: “Muhammed têk diçe, Marks bi ser dikeve.” Ne bi bîreweriyeke zelal, lê bi hisan rêya nû hatibû bijartin.
Dîsa di wê demê de cenazeyê Serokê Dadgeha Bilind ê wê demê Îmran Oktem di ber dibistana me ya qişleyî Lîseya Pîşeyî ya Tapû Kadastro re derbas dibû. Car din bêyî ku kes tesîrê li min bike, bi awayekî ji dilê min bê, pêşî bi çend gavên bizdonek tevlî merasîma cenaze bûbûm. Bêguman ev tevlîbûn bi awayekî bîrewerî û bawerî çênebûbû; di atmosfereke meraqê de mîna heweseke ber bi rastgiriyê, mîna heweseke ber bi çepgiriyê pêk hatibû. Eşkere bû ku ez ewqasî serwext nebûbûm ku rastgirî û çepgiriyê ji hev derxim. Di vê mijarê de lêgerînên min ên wisa bi hêz jî tinebûn. Buhran û pêxîrtengiya rûhî bêhtir ez mijûl dikirim. Di jihevderxistina dîn û felsefeyê de gelekî dijwar şoke bûbûm. Min ê gelekî paşê fêhm bikira ku di bingehê vê de jihevderxistina civaka rêûresmê û modern heye. Hûrûkûr fikirkirina min a li ser dîn di dema dibistana seretayî, navîn û lîseyê de her hebû. Pirtûkên Seyîd Qutûb jî bi destê min ketin, lê ne xwediyê wê tesîrê bûn ku ji pêxîrtengî û buhrana min re bibin çare û derman.
Di sala 1970’î de min dibistana xwe qedand û li Amedê weke karmendê dewletê hatim erkdarkirin. Min li vir mûçe û bertîl nas kirin. Dema min cara pêşî bertîl xwar ez hejiyam. Dema ku Peyas hê gund bû, bêyî ku haya min jê hebe min îmzeyeke bi kêra gundiyan bê danî û bi pereyê wê demê ez ne şaş bim min çar hezar xistin bêrîka xwe. Ez wê şevê ricifîm. Pîvana min a exlaqî bertîlxwarin qebûl nedikir. Lê min yekser ji vê re çare dît. Ez fikirîm ku ez ê vî pereyî di demên pêş de ji bo armancên civakî ango der barê Kurdayetiyê de bi kar bînim; bi vî awayî min dawî li lerzîna xwe ya exlaqî anî û ev bêhtir exlaqî xuya dikir. Armanca rûmetbilind ji armanca nizim dibihurî. Bi vî awayî, bi teşwîqa atmosfera bajêr jî eleqeya min a ji bo Kurdîtiyê her ku çû zêde bû. Min sermayeya xwe ya pêşî li Kurdîtiyê razandibû û çîrokê bi vî awayî dest pê kir. Bûyera behsa wê dikim di heman demê de kesayeta min jî nîşan dide. Ji rojên zarokatiyê yên têne bîra min, ez her tim evîndarekî civakê bûm. Gotin di cih de be, ez nexweşê civakbûnê bûm. Mînak, qet kêfa min nedihat ku diya min û xizmên me min bixin himbêza xwe, lê hevaltî û hogirtiya bi zarokên malbatên hevrik re têra xwe bala min dikişand. Ji şehîdên me yên mezin Hesen Bîndal ji bo min yek ji wan hevalan bû. Ji bo keçikan jî pîvana min bi heman rengî bû. Lê haya min jê hebû ku di vê qadê de derfetên têkilîdanînê bi sînor bûn. Lê tê bîra min ku min timî qedexe bin pê dikirin.
Di sala 1971’ê de min li Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê navê xwe nivîsand. Min hem li taxeke neqane xwedî jiyana modern Bakirkoyê karmendî dikir, hem jî min Stenbol nas dikir. Bêguman vê yekê wê bandor li min bikirana. Rojên bi liv û lebat ên Dev-Genç û DDKO’yê bûn. Eleqeya min ji bo herduyan jî hebû. Bi awayekî fermî jî bûm endamê DDKO’yê. Bîranîneke min a der barê semînerekê de, dibe ku der barê nasnameya min de hinek agahiyan bide. Bi awayekî seyr û balkêş min gotibû Hz. Muhammed jî gotiye “Ya rebî, îmkana dewletbûnê nede Kurdan, eger bibin dewlet wê dinyayê teng bikin.” Endam û ciwanên DDKO’yê bi nîv çavên gumanbar li min mêze dikirin. Komele ya çanda Rojhilat bû. Min li vir, di atmosfereke bi guman de guftûgoyên bi rojan û dirêj ajotin, kirin. Lewma gotinên bi vî rengî dihatin gotin, “Îcar ev çi gotin in, Kurdê dewletê ava bikin”, “Ma dema van gotinan e”, “Gelo dibe ku ev provokator be?”.
Ji wan rojan bîranîneke min a girîng diyalogeke di navbera min û Serokê demê yê DDKO’yê Mehmet Tuyuz de ye. Rêxistiniyeke bi şêweyê DDKO’yê û fikrên wê zêde ez tatmîn nedikirim. Mîna di meseleya dîn û dewletê de ez timî dibûm sedema guftûgoyan. Lê di pirsgirêka Kurd de ez hê bi çarpîkan dimeşiyam ango hînê şagirt bûm, lewma hêza min a pêşniyar bikim tinebû. Serokê DDKO’yê ji min bi tecrûbetir bû. Ez bawer dikim ku min bala wî kişandibû. Timûtim dihat cem min û digot “Apo pêşniyaran bike, pêşniyaran!” Bi vî awayî gotina wî bala min kişand. Lewma min ti carî ji bîr nekir û min hewl da bi cih bînim. Ez yeqîn dikim ku ew jî mîna Serokê PDK’ê Faîk Bucak mîna şerekî navmalbatê nîşan dan û bi destê kontrgerîlla kuştin. Dîsa hînê jî tê bîra min: Dema darbeya 12’ê Adarê bû, Mûsa Anter ji koma me ya piçûk a sempatîzanan re gotibû “Ew xwe bi xwe bi hev ketine, em bi karê xwe rabin, yekîtiya xwe xurt bikin.” Dibe ku helwesta wî milliyetgirî be, lê manedar bû. Jixwe bagera 12’ê Adarê rabûbû.
Bîranîna min a dawî ya li Stenbolê der barê civînekê de ye. Civîn li Maçkayê li salona Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê pêk hatibû. Nizanim çawa çêbû, ez jî li salonê bûm. Salon gelekî qelebalix bû. Yek ji civînên herî krîtîk ên Dev-Gencê bû. Ji nişkê ve Mahîr Çayan, Yusuf Kupelî û Munîr Remezan Aktolga (Aktolga dibe ku navê şaş be, dibe ku navê rast Sînan Kazim Ozudogru) ketin hundir. Pêşeng Mahîr bû. Bi şêweyekî şoreşgerî dest danî ser mîkrofonê û axaftineke dirêj kir. Ji axaftina wî tiştên di bîra min de mane ev in: “Revîzyonîzm tehlûkeyeke ciddî ye, xwe li Marksîzmê alandiye; weke ku di her meseleyê de kirî, di meseleya Kurd de jî (ez cara pêşî dibihîsim ku nav li meseleyê tê kirin) oportunîst tevgeriyaye. Netewe bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin û meseleya Kurd jî ev mesele ye. Eger Kurd bixwazin dikarin mafê xwe yê avakirina dewleteke serbixwe bi kar bînin. Li vir erka dikeve stûyê me Marksîstan ew e, ji bo Kurd bigihîjin vî mafê xwe divê em destekê bidin têkoşîna wan.” Bi awayekî vebirrî bandor li min kiribû. Tîmsalê şoreşgertiyê bû. Şoreşgerek bû ku ji serî heta binî gotin û çalakiyên wî hevdu digirtin. Eşkere ye ku yek ji wan kesayetan e, gelekî bandor li min kiribû. Sempatiyeke min a mezin jêre çêbûbû. Nasnameya min a civakî ji bo min gelekî girîng bû û wî der barê wê de rê nîşanî min dabû ka ez ê çi bikim û çawa tevbigerim. Ev hemû jî di wê dema kin de bi awayekî balkêş kiribû. Heman salê li Maltepeyê ew berxwedana wî ya navdar a bi Cevahîr Huseyîn re li dijî hêzên çekdar ên dewletê, bi birîndarî girtina wî, ji zindanê revandina wî û dîsa şehadeta wî ya tevî hevalên wî di Adara sala 1972’an de li Kizildereyê, van qonaxan hemûyan gav bi gav ez ber bi jiyana şoreşgerî ve birim. Eger ez ê bi xwe re û bi civakê re dilsoz bimama, ti rê û çareyeke min a din tinebû, diviyabû ez li ser xeta van qonaxan bimeşiyama.
Ji nava bîst kesan û bi bûrsê min navê xwe li Fakulteya Siyasî ya Enqereyê nivîsî. Di vê de gavavêtina Mahîran rola xwe girîng bû. Dema ku Mahîr û neh hevriyên wî li Kizildereyê hatin kuştin, min ji çalakiya boykotê ya li Fakulteya Siyasî ya Enqereyê re pêşengî kiribû. Di 7’ê Nîsanê de ketim girtîgehê û bi qasî heft mehan di hundir de mam. Ji dadgeran Yuzbaşî Bakî Tûg ku cezayê darvekirinê dabû Denîz Gezmîş û hevalên wî, der barê endambûna min a rêxistinê de ji ber kêmbûna delîlan (ez yeqîn dikim ku Dogan Firtina yê THKP-C’ê bavê wî ji dadgerên albay ên wê demê bû, lewma ji 15 sal cezayê diviyabû bi sedema endambûna rêxistinê li me bihatana birîn bi saya vê ekîbê, bi sûkî em filitîn) cezayekî demkin li min birrî. Ez zanim Bakî Tûg paşê gelekî xem xwarin. Di sala 1972’an de bûbûm sempatîzanê THKP-C’ê. Ez li ber endambûnê bûm. Bi awayekî pratîkî endam dihatim hesibandin. Lê hem pêvajoya girtîmayînê û hem jî piştî komkujiya Kizildereyê tesfiyekariya bi serê THKP-C’ê de hatî em li naverastê hiştin. Piştî vê bi salekê ango di serê sala 1973’an de li dora teza ‘Kurdistana Mêtingeh’ min dest bi avakirina komê kiribû. Bivênevê wê rêxistiyeke cuda pêk bihata. Lê em ne xwedî helwesteke milliyetgir bûn. Li cem min di rêza pêşî de Hakî Karer hebû. Ev hevalê ji Deryareş ji Ulubeyliyê di helwestpêşdebirina min de yek ji kesên li pêş ên xwedî rol bû. Bûyera min a jixweçûnê ya pêşî û dawî ku min berê jî behsa wê kiribû, li cem wî pêk hatibû. Eşkere ye ku di dema derketina holê ya fikrên mezin de hevaltî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Heta bi serê sala 1975’an, bêyî ku materyaleke nivîskî, mîna ku sirr û razek me hebe, min propagandaya komê bi dizî û devkî dikir. Çawa ku min qal kiribû, di sala 1975’an de pêşnûmeya pêşî me bi hev re amade kir. Me li wê mala ku em bi hev re lê diman çêkir. Ez şipiya bûm, mîna xîtab bikim dipeyivîm, M. Xêrî Dûrmûş jî erê dikir û dinivîsî. Ew axaftin li ser rastiya Kurd di asta pêşnûmeyekê de bû. Min pêşnûmeyeke dirêj dabû nivîsîn. Eger were lêkolîn, wê bê dîtin ku gelekî bi rêkûpêk e. Min hewl dabû ku ez bi awayekî kategorîk rewşa dinyayê ya kom xwe disipêrê û şertên xwecihî binirxînim. Li gorî wê demê, çarçoveyeke teorîk qîm dikir. Çawa ku her kes yeqîn dike, ne wisa, berevajî; koma me di warê îdeolojîk de koma herî bi gurçûpêç bû. Herçiqasî kom bi aliyê xwe yê çalakiyan derdiket pêş jî bi tezên xwe yên bi hêz ferqa xwe û yên din her ku diçû zêde dikir. Em mîna cemaeteke girêdayî amentûyê bûn.
Nivisandina fikrekê dişibe jidayikbûna zarokekî/ê. Ji vir û pêve pirsa bingehîn ew e, belkî jî ji awayekî biyolojîk û civakî mezinkirina zarokekî hezar qat zehmettir bi awayekî siyasî û çalakî mezinkirin û gîhandina wî/wê ye. Em dibînin ku di dîroka fikir û çalakiyên siyasî de bi hezaran mînak hene ku xweş çêbûne û ji diya xwe bûne, di temenekî ciwan de mirine. Pirr kêm ji wan bi awayekî serketî gihiştin û stewîna xwe îspat kirine. Dema 1974-75’an ji aliyê çalakiyan ve bi ezmûna Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ADYOD’ê ve derbas bû. Min peywireke mîna serokatiyê bi rîsk girtibû. Min fikra xwe ya teorîk cara pêşî bi awayekî ciddî û çalak diceriband. Encam, bi awayekî stratejîk ji Çepgiriya Tirk qut bûm. Di sala 1976’an de em bi komek e (Hakî Karer, Kemal Pîr û Dûran Kalkan) ku bi kokên xwe Tirk bûn, ji Çepgiriya Tirk qut bûn. Teoriya komê jî li gorî vê bû. Îdeaya me ev bû: Bi pêşdebirina tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê pêkan bû ku Çepgiriya Tirk a di bin serweriya şovenîzma civakî de bi ser xwe ve bê. Gotinên Kemal Pîr ev rewş xulase dianî ziman: “Rizgariya gelê Tirk bi rizgariya gelê Kurd dibe.” Dîrokê ev fikir piştrast kiriye.
Bi sefereke sembolîk a propagandayê, min di sala 1977’an de gav avêt Kurdistanê. Di meha Adarê de min li salona berfireh a Odeya Mîmaran ji komeke qelebalix re cara pêşî tezên xwe di asta konferansê de eşkere kirin. Hema yekser piştî vê, Necatî Kaya’yê bi nasnav Pîlot ê ku ji ustegmeniyê îstîfa kiribû û navê xwe li Fakulteya Zanistên Siyasî nivîsandibû bi min re di sefera welêt de hevalbendî kir. Rawestgeha min a pêşî Agirî û Bazîd bû. Xusûseke girîng a divê ez diyar bikim der barê nasnameya Necatî Kaya de ye. Piştre ajantiya wî hat guftûgokirin. Ez ne şaş bim, li Antalyayê dema balafira dermankirinê bi kar tîne, balafira wî dikeve û dimire. Têkiliya wî ya bi min re bêqusûr bû. Gelekî bi disîplîn bû. Di serê meha Çileya sala 1977’an de me civîna xwe ya pêşî û ciddî li mala wî ya Enqereyê çêkiribû. Nûnerên me ji Kurdistanê bang li wan kiribû û kadroyên me yên Enqereyê di vê civîna girîng de amade bûn. Çi dibe çi nabe me devê sobeyê vekirî hiştibû. Eger polês ji nişkê ve bi ser me de bigirta me yê notên xwe biavêta sobeyê û bişewitanda. Jixwe di destê me de wekî din belgeyên nivîskî tinebûn. Dîsa bi qasî ku tê bîra min, di heman civînê de wexta me xwarin dixwar, Necatî gotineke bê maneya “Nêçîra çivîkan dikin, bi vê xwêdanîkê xwê li wan dikin û dixwin” anîbû ziman. Min ti mane nedabûyê. Paşê bi Kemal Pîr re bi israr şêlandina kûryekî û revandina Sabîha Gokçenê (pîlota jin a yekemîn û keça manewî ya Atatirk) pêşniyar kirin. Ji ber ku min ji bîr nekiribû ku Yuzbaşî Îlyas Aydin bi çalakiyên provakatîf rê dabû pêşiya Mahîr Çayan û koma wî û herweha bi sedema ku min bawer dikir rewşa koma me dest nade vê yekê, min destûra çalakiyên bi vî reng neda. Eger çalakiyên bi vî rengî pêk bihatana, bi îhtîmaleke mezin me yê dawî li koma xwe bianiya; bi kêmanî wê pêvajoyek bi awayekî cuda bi dawî bibûya. Di vî warî de helwesta min a bi tevdîr di cih de bû.
Wekî din, Necatî Kaya pereyên îddîa dikir ku ji tazmînatê bi dest xistine, bi zêdehî di ber komê de xerc dikirin. Wî bi xwe ji min re weha digot: “Bi tenê tu ferman bike. Ez ê xwe ji vî qatê çaran çip bikim biavêjim xwarê.” Yekî wisa bû, ji gotina xwe nedihat xwarê, dikarîbû bikira. Di sefera min a Kurdistanê de, li qûntara Çiyayê Agiriyê di deh civînên min ên pêşî û herî berfireh de ew bi xwe jî amade bû. Piştre veqetiya. Eger şaş nayê bîra min, piştre yan têkiliya min pêre çênebû yan jî pirr kêm çêbû. Di pêvajoya dema derketina derve de virde wirde pirr li min geriya. Ji sedî sed dixwest min bibîne. Heta bi mala me ya gund çûbû. Piştî ku ez derketim derve, haya min ji mirina wî çêbû û ez li ber ketim. Sîxur bû, yan jî ne sîxur bû, ev hat guftûgokirin û di çapemeniyê de cih girt. Weke encam ez dikarim bibêjim, eger ne ajan be û heta ajan be, lê bi zanîn pêdiviyê wê bi cih neanîbin, divê mirov wî weke kadroyekî hêja yê dema komê bibîne. Nirxek e ku divê mirov rûmeta wî lê vegerîne û bidiyê. Na eger endamekî kontrgerîlla be, divê ez bi girîngî bibêjim, bi saya tevdîra min plansaziya wî bi ser neketiye û nemeşiyaye.
Di sefera xwe ya li Kurdistanê de wexta min serdana xwe ya bi civînan li Agirî, Bazîd, Qers, Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Mêrdîn, Ûrfa, Dîlok û Enqerê temam kir, tê bîra min mîna ku min sefereke rastî ya şer pêk anîbe, ez ber bi bayê hisekê ketibûm. Axaftinên min ên di dema seferê de weke pirtûk hatin amadekirin. Eger bêne lêkolîn, wê bê dîtin ku berfirehiya pêşnûmeya xîtaba min a ji bo Xêrî ye. Tevahiya salekê axaftinên min di seferê de kiribûn, bûn xurekê sereke yê îdeolojiya komê. Min a ku kovar û rojnameyên komên din dikir, bi vê rêbazê bi mîsala kovar û rojnameyeke bi ling pêk dianî. Di pêvajoyên paşê de min timî hewl da çarçoveya van axaftinan berfireh bikim. Di sala 1978’an de bi Serxwebûnê (bi serê xwe bûn: Xoybûnê tîne bîra mirov) me gav avêt pêvajoya nivîsê. Di hejmara wê ya pêşî de Rêya Şoreşa Kurdistanê bi navê wê yê din Manîfesto ya min di sala 1978’an de nivîsî bû, hat çapkirin.
Li Enqereyê hînê çend rojên me derbas nebûbûn, ji Dîlokê nûçeya der barê şehadeta Hakî Karer de gihişt me. Ez dikarim bibêjim, hema bêje bi vê nûçeyê re hilweşiyam. Bi awayekî vebirrî me derbeke xedar xwaribû. Ya girîng ew bû, diviyabû me bersiveke rast bidaya vê êrîşê. Min nikarîbû ez bi xwe tevlî merasîma cenaze bibim. Paşê çûm serdana qebra wî ya li Ulubey a Orduyê. Min ji bo bîranîna wî soz da ku ez komê bigihînim partîbûnê. Di Payîza heman salê de min metnê Pêşnûmeya Bernameyê bi xwe nivîsî. Ya min dikir ew bû, li kolanên keviya Dîlokê li ser şopa şehadetekê dimeşiyam û di vê çarçoveyê de dixebitîm. Di vê navberê de du bûyerên girîng bi serê min de hatin. Ev bûyer mîna beşekî jiyana min a taybet xuya dikin, lê ya rastî maneyên wan ên siyasî û îdeolojîk hene. Ya yekê, di sala 1976’an de wefata bavê min bû. Min dema xebera mirina wî li Enqerê bihîst ez gelekî aram bûm û nayê bîra min ku ez giriyam. Kehaneteke bavê min bi cih hatibû: “Ez dema bimirim hûn li pey min nagirîn.” Ez yeqîn dikim ku ruhê wê demê fêhm kiribû. Rastiya modernîteyê dianî ziman. Bi qasî ku nakokiyên min bi diya min re çêbûn, bi wî re çênebûbûn. Dema min xwe li serîrakirina pêşî ya gund û malbatê rakişandibû nakokiya min a herî girîng pêre çêbûbû. Berevajî derdora me, hêviyên wî ji min hebûn, mizgînî dabû min ku ez ê bi ser bikevim. Gelekî paşê dema min rewşa wî şîrove kir, ez lê hayil bûm ku ew yek ji wan hêmanên rêûresmê ye, gelekî durist e, û xira nebû ye. Bi awayekî ferdî exlaqekî wî yê xurt ê dînî hebû. Ferdekî rêûresma malbata berê bi hêz bû ku niha lawaz bûbû. Hêza xwe ya bavikantiyê ji dest dabû. Di nava malbatê de aliyê dayikantiyê xurtir bûbû. Di navbera herdu erkan de weznek hebû û vê jî dihişt ku ez karibim gavê biavêjim. Hema bêje îddîayên herdu aliyan li ser min qediya bûn. Bi awayekî bingehîn ti carî fêhm nekirin, ya rastî, ya ku haya wan jê çêbû, lê ti carî hêza wan têrê nekir; ez li hemberî dinya modern bi tenê hiştim û ez bi temamî nizanim wexta ev qewimî wan çi his dikir. Lê ji min piştrast bûn û bi min ewle bûn. Divê mirov endambûna malbateke durist, bêhêz û girêdayî rûmeta xwe piçûk nebîne.
Bûyera dudiyan di van salan de xwesteka min a ji bo jinan bû ku dilebitî. Beriya komê di nava şert û mercên modernîteyê de ez ne xwediyê wê hêzê bûm ku nêzî jinan bibim. Dinya jinan, dinyayek bû ku min nas nedikir û ez jê direviyam. Bi tenê hisên min ên platonîk hebûn ku min di hundirê xwe de mezin dikirin. Ti carî wê ne pêkan bûya ku ez li cem kesekî li wan mikur bihatama. Ji dema gund ve nêrîna jinan li min balkêş bû. Lê ez li vê ti carî serwext nedibûm. Lê kengî min ev paşê şîrove kir, ez yeqîn dikim ku ez li cudahiya balkêşiyê hayil bûm. Wan cudahiya min bi eleqe ji hev derxistibûn. Belkî jî der barê min de li cem wan perçikên hêviyan çêbûbûn. Mîna ku wisa bibêjin: “Ho zarok! Tu nizanî çi bi serê me de hatiye. Rewşa me weke tu dibînî nîne. Tew te zanibûya çi dibe çi diqewime! Herçî tu mêr be jî dîsa hêviyên me ji te hene.” Ne ku ez li xweşikbûna jinê hayil nebûbûm. Tê bîra min, ji bo yekê, ji bo keçeke Kurd min hukmekî wisa dabû “Ji bo te, ji bo qewm û zurriyeta te, hêjaye mirov şerê serxwebûnê bimeşîne.”
Ez yeqîn dikim ku bi sedema hemşehriya Mazlûm Dogan bû, di dema komê de min kesa bi navê Kesîre Yildirim nas kir. Ji ber eleqeya wê ya ji komê re me ew jî ji komê dihesiband. Min jiyana wê ya berê qet nizanîbû. Lê ji destpêkê ve fikarên min hebûn ku wê bi awayekî berbiçav nîzama nava komê xira bike. Hêza min tine bû ku ez wê kontrol bikim. Ji bo selameta komê min hewce dît ku ez pêşniyar bikim, di nava komê de bi yekî re bibe dergistî. Herçiqasî ji vê helwesta min bêhna muhafezekarî û rêûresmê bê jî min ev kir. Karîbû bi min re yan jî bi endamekî di nava komê de bibûya dergistî. Ya rastî, min dixwest ez tercîha wê bim. Lê jinik xwedî karektereke dêlguran bû. Lê rastî fêhm kiribû, ango fêhm kiribû ku ez hewl didim wê kontrol bikim. Lewma tercîha xwe ji bo yekî din kir. Anora min a rêûresmî bi awayekî ciddî hatibû binpêkirin, lê min dengê xwe nekir. Dîsa min li xwe daneanî li ber vê yekê rabim. Lê dîsa jî tiştekî wisa bû ku mîna mirov ji duaya bi cih nayê re bibêje amîn. Têkiliya wê nemeşiya, nikarîbû bimeşîne. Kengî min car din ji bo têkiliyê berê xwe dayê, hem ez gelekî hilhilî bûm, hem jî me endamekî hêja yê komê ji dest dabû.
Rewşa min a hisî ya dilebitî dibû arîşeyeke ciddî û bi îhtîmameke mezin min hewl da ku ev rewşa min ti carî xwe di nava komê, partiyê û heta HRK’ê de nîşan nede. Pêxîrtengiyeke mîna ya dawiya salên 1960’î der barê Xwedê de girtibû min, xwe der barê vê jinê de nîşan dida û dubare dikir. Ez nizanim vê jinê çima xwe nêzî komê kir. Ez yeqîn nakim ku eleqeyeke wê ya cinsî hebû. Heta dawiyê di warê eleqeya cinsiyetparêz de serdest bû û ev tiştekî vebirrî bû. Di vê nuqteyê de ez xapiyabûm. Tevî ku hêza min a ez wê bi dest bixim tinebû jî min di vê de israr kir. Min têkilî heta bi zewaceke şiklî û yekalî pêşde bir. Bi kartvizîta zewacê di serê Havîna 1978’an de cara pêşî bi balafirê daketim Amedê. Belkî jî di dîrokê de, di têkiliyên mirovan de min meha hingivîn a herî seyr û neyênî pêk anî bû. Dema jinik bû weke qalibekî qeşayê, ti şensê min ê çareseriyê tinebû. Ez ne di wê rewşê de bûm ku derdê xwe ji kesî re bibêjim. Ji ber ku ji vê rewşê bi tenê ez berpirsiyar bûm. Di vê têkiliyê de berpirsiyariya jinikê tinebû. Min çi kiribû, min ew dîtibû. Bi gotineke din min çi çandibû, min ew diçinî. Ya rastî, hîç haya min ji nasnameyeke bi vî rengî ya jinê tinebû û lewma nedibû ku ez jê hêviyan bikim. Jin bi tevahî dêlguriya xwe li hemberî min bû. Min li vê rewşê, bi temamî deh salan, heta Havîna 1987’an, heta ew bi vîna xwe ji tevgerê veqetiya, bi awayekî wisa xwe ragirt, ez bawer nakim ku ev di nava du mirovên din de hatibe ceribandin. Ceribandineke bi dehşet û tirsnak bû.
Ez bi saxî derketina ji nava vê têkiliyê weke derhoze û mûcîzeyekê dibînim. Bûyerên statuya jinê ya di çanda Rojhilata Navîn de serûbinî dikirin dibûn sedema zehmetiyê û min li hemberî vê hewl dida kesayeta xwe li ser piyan bigirim. Pevçûn û hevduberdan ne çare bûn. Ji ber vê, min rewşa kesa li hemberî xwe dişiband rewşa pêxîrtengiya xwe ya ji ber şika ji hebûna Xwedê ya ketibûmê. Diviyabû min ev têkilî ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve ji hev derxista. Wekî din, heta analîzên der barê jinê de nehatana kirin, çareseriya siyasî û îdeolojîk jî bi bi temamî pêk nedihat. Di vê demê de hêza min a analîzkirina jinê pêş neketibû. Min ê ev ji sala 1987’an ve pêş bixista. Lê çawa ku bersiva min a ji bo şehadeta Hakî Karer amadekirina Pêşnûmeya Bernameyê bû, bersiva min a ji bo vî şerê psîkolojîk jî xebata min a bi navê Rêya Şoreşa Kurdistanê bû. Di Havîna 1978’an de min ev xebat weke bingehê teorîk ê bernameyê amade kir. Bi vê derûniyê, amadekirina Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê hêz û qabîliyeteke mezin divê. Dema min behsa mûcîzeyê kir, min xwest îşaret bi vê rastiyê bikim.
Kemal Pîr, Cemîl Bayik û M. Xêrî Dûrmûş di salên pêşî yên vê pêvajoyê de çavdêr in, û bi hurmetiya xeternak a vê jinikê li hemberî min dibînin û heta bêyî ku haya min jê hebe, difikirin wê bikujin, lê Kemal Pîr bi helwesta xwe ya hevrêtiya bêhevta dibêje “Em destê xwe nedinê, tiştekî heval dizane heye” û ev bêhtir kare rewşê zelal bike. Ji ber ku bavê jinikê di serîrakirina 1925’an de bi xwe bi Îsmet Înonî re têkiliyên ajantî û hevkartiyê danîne, ji wê jî guman hat kirin û weke mînaka Necatî Kaya ev jî gelekî hat guftûgokirin. Bi rastî ew ajan e, ne ajan e, em nizanin, ez nizanim. Min wê demê jî bîr dibir ku divê kesek ji ber bavê xwe neyê gunehbarkirin û di heqê wê de hukim neyê dayîn. Li hemberî van rexneyan helwesta min xulase bi vî rengî bû “Elewî ye, çepgir e, bi koka xwe Kurd e, û xwe gelekî baş perwerde kiriye, lewma hebûna keseke bi vî rengî di nava komê de çêtir e, ji tinebûna wê.” Ji ber ku min nikarîbû têkiliyeke serketî û pozîtîf di warê hestyarî de pêre pêk bianiya, ev nedihat wê maneyê ku min di heqê wê de hukmekî neyênî bida. Ji lewra biryara di heqê wê de diviyabû bi temamî di çarçoveya pîvanên rêxistinî de bûya. Ew heta ji nava rêxistinê reviya jî helwesta min bi vî rengî bû. Lê li pişt min, gelekî bi tesîr karûbarên tesfiyekirinê dimeşandin û eşkere, ev rola xwe bi awayekî berbiçav bi cih dianî. Mirov dikare bibêje, xisletên xwe yên gelekî erênî nexistin xizmeta tevgerê.
Wê jî bixwesta yan jî pîlan bikira karîbû min bikuşta. Rojekê, nexasim nêzî demên reva wê, tê bîra min gotibû “Netirse, ez te bi jehrî nakim.” Ji ber ku di wê demê de ajan bi pey min ketibûn ji bo ji sedî sed bikujin. Dîsa jî diviyabû ku ez bi tevdîr bûma. Di demên dawî yên têkiliya me de du şifêrên min hatin ber xwekuştinê, ji wan hevriyan kesê bi navê Ferhan gotibû, “Divê mirov wê bi çar hespan ve girê bide û parçe bike”, yê din ê bi navê Sebrî jî reviya, û dema min gav avêt Rojhilata Navîn hevalê bi tenê yê li cem min Ethem Akcan gazinên xwe kiribûn û gotibû “Li pişt Serok çi dekûdolab têne gerandin” û balkêş e, ev heval bi êşa ji vê yekê bi rakişîna damarên mîdeya xwe bû şehîd û giyana xwe ji dest da. Di gelek tesfiyekariyên krîtîk de bi rola aktora li pişt perdeyê radibû û ev girîng e. Li ser gelek hevalan bi tesîr bû, mîna wan hîpnotîze bike bi bandor bû û mirov dikare vê jî bi xisletên wê yên xurt ên hizipkariyê ve girê bide. Têkilî û kesayetek e ku hînê jî hewce dike mirov bi girîngî ji hev derxe.
Kesayeteke din a gelekî bal dikişand ser xwe Dîlaver Yildirim bû. Ji bo siberojê mirov hêvî jê dikirin û yek ji hevalên li pêş bû. 12’ê Îlonê di zindanê de mabû. Di nava komên têkel de ma. Bi tena serê xwe di ser Bulgaristanê re derket Ewrûpayê, demekê li Ewrûpayê geriya, hat Rojhilata Navîn cem min, pirr kêm diaxivî û bi qasî ku tê bîra min gotibû “Bi vî awayî tu digerî bi tehlûke ye” û li kampa Bekaayê yek du jinên sivik jêre gotin “Te çav berdaye şûna Serok” û piştî vê, wî ji min re nameyeke xatirxwestinê şand û piştre xwe kuşt. Ev xwekuştina wî ji bo min bûyereke seyr e. Yek ji wan hevalan e ku divê mirov li nasnameya wî ya rastî bipirse.
Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.
Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e. Em di demeke wisa de bûn. Min di mehên destpêkê yên salê de gazî Ferhat Kurtay (paşê li Zindana Amedê bû şehîd) kiribû û anîbû cem xwe. Me makîneya teksîrê li erebeya wî ya fermî kir û wî ez heta bi Qoserê birim. Di vê navberê de piştî Civîna Damezrandina PKK’ê bi qasî mehekê komkujiya Mereşê pêk hatibû. Em li Mereşê bi tesîr bûn. Ji sala 1925’an ve ji bo Kurdan biryara tesfiyekirinê hatibû dayîn û dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de li herêma jêre Rojavayê Firatê digotin tevgereke Tirkîfîkasyonê li ser kar bû. Me li van deveran Kurdîtî hinekî zindî kiribû. Bi heman awayî bi komkujiyên li Meletî, Semsûr û Elezîzê bersiv didan vê yekê. Komkujiyên em behsa wan dikin, encama çalakiyên besît ên faşîstên sivîl nebûn; dewama qirkirinên dîrokî bûn û bi desteka NATOGladîo dihatin kirin. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida. Di van salan de ku Desteya Wezîran a Bulent Ecevît li ber ruhdanê bû, me ev gavên dîrokî avêtibûn û komkujî pêk hatibûn. Di van salan de kontrgerîlla têra xwe bûbû xwedî însiyatîf. Ewqasî ji xwe piştrast bûn, li dijî Ecevît jî reşkujiyek ceribandin. Komkujiya Taksîmê ya berî vê bi salekê jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû kirin.
Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû. Ez li ser şopa derketinê ya Brahîm bûm. Di Pirtûka Pîroz de navê Pirsûsê weke Serûc derbas dibe. Hema hema piştî hemû serîrakirinan rewşa ji bo derketinê dîsa xwe dubare dikir. Di vê navberê de ez derketim ser kelha Ûrfayê. Ez li tevahiya kelheyê seranser geriyam. Ez li cem herdu stûnên Hz. Brahîm bi mencenîqê avêtibûn nava êgir demeke dirêj sekinîm û min li jêr temaşe kir. Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye. Her tiştê amade jî suwarbûna li mînîbuseke gund bû. Ez li mînîbusê suwar bûm û bi gundiyan re li gundekî ser sînor daketim. Ez hê jî difikirim, gelo çiqasî rast bû ku ez li wê wesayîta modernîteyê suwar bûm. Encama di vî warî de gihiştimê ev e: Mirov bi tevahiya amûrên zêhnî û fizîkî yên modernîteyê kar bike, ji çarenûssipartina xwe ya xwedayên serdema pêşî bi tehlûketir e. Berêvarê amadekariyên gava duyemîn ketin dewreyê. Kûryeyê bi navê Cehnî got “De rabin” û em rakirin. Eskerê nobedar têlên rêsayî rakirin û got “De hemşehriyê min bi lez biçe” û bi vî awayî em derbas kirin. Em li pey Ethem diçûn me pê li şopên wî dikir û bi meşa bizinan em ji zeviyê mayînkirî bihurîn. Ji bilî min, ev ji bo hemû kesên din rewşeke hêsan û normal bû, lê ji bo min dîrokî û cara pêşî bû. Min bi qasî Donkîşot jî xwe gurçûpêç nekiribû. Ethem alîkarê min ê bi tenê bû. Min hewl dida welatekî Nemrûtan bi hezarê salan lê agir bi erdê xistiye ji nû ve bigihînim îman û baweriyê. Li naverastê gelek hebû ku dihat înkarkirin û dixwestin koka wî biqelînin û ev gel li ber qedandinê bû. Înkar û îmhaya li ser vî gelî ewqasî giran bû, pûtên wî yên serê xwe li ber wan xwar bike jî tinebûn. Pûtên hatibûn şikandin biyanî bûn û pûtên modernîteyê bûn.
Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire. Eger fedekariyên Ethem nebûna, hewldanên min ber tiştekî nedigirtin, kolana avê bûn. Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin. Ev têkiliya me danî, belkî jî ji şerekî li meydanê girîngtir bû, lê li ser bi hev ketin. Qîmeta wê nezanîn û xirab bi kar anîn. Hevrê û hevalên durist hemûyan berdêla vê pirr bi êşên giran, zirar û ziyanên trajîk dan û hin xasûk û qurnazan jî ji bo şêweyekî qehremantiya erzan bi kar anîn. Qebîleya Brahîm di rê de gelek zor û zehmetî kişandibûn. Em jî bi awayekî qebîleyeke hemdem bûn. Zor û zehmetî li ser heman rê û belkî li heman mekanan hatin kişandin. Derketina me ya ji welêt bi awayekî jî dişibiya derketina Mûsa ya ji Misrê. Jixwe em weke heman qebîleyan bûn. Bi herhalî li ser xeta Ûrfa-Heleb-Şam-Quds-Misrê ji dema firewnên Sumer û Misrê heman çîrok bi hezar caran dubare bûye. Li gorî min, dîroka mirovatiyê ji dema komên mirovên pêşî ji Efrîkayê derketin û bi nava Asya û Ewrûpayê ve çûn heta roja me ya îro li ser vê xetê diyar bûye. Derketin û gavavêtina min û me jî xweber nîne, yek ji wan gavavêtinên dîrokî ye ku tevahiya kêliyên krîtîk pêkhatina wê neçar û ferz dike.
Mirov dema 1970’yî-1980’yî tevî nirxandinên îdeolojîk û siyasî, bi awayekî wêjeyî binirxîne û têkiliyên wê bi jiyana berbiçav re deyne wê bi roleke temamker rabe. Tevgerên îdeolojîk û siyasî di serî de wêje têkiliya wan bi hunerê re neyê danîn û heta bi nazenîniya hunermendekî neyên gurçûpêçkirin û meşandin kêmasiyeke mezin e. Heta mirov dikare bibêje wê nexweşokî bin. Mirov heqîqetê bi tenê nikare bi rêbazeke zanistî û îdeolojîk bide xuyakirin; mirov bide xuyakirin jî wê kêm bimîne. Şêweyekî bi vî rengî yê daxuyakirinê divê weke fikirsabitbûneke modernîteyê bê fêhmkirin. Ez ê di beşên pêş de bêhtir bidim xuyakirin ku modernîte kesayetê dike yekalî mîna ekonomîst, siyasetvan, îdeolog, akademîsyen, esker, karker, zanyar, rewşenbîr û wekî van, lewma mirov heta ji vê nêzîkatiye nebihure, nikare li dijî modernîteya kapîtalîst bibe xwediyê têkoşîneke yekpare û hevgirtî ango nikare bi awayekî serketî têbikoşe. Rêxistin, kesayet û gavavêtinên şoreşger heta xwe bi tevahî bi gurçûpêç nekin, bi çanda dîrokî-civakî û bi rewşa niha ya temsîla van çandan dikin têkiliyê daneynin û bi van rewşan xwe gurçûpêç nekin, bivênevê wê bikevin xefika jiyana lîberalîzmê. Modernîteya kapîtalîst bi sîlehên teorîk û îdeolojîk ên jiyana lîberal dihewînin hevber û hevrikê xwe dixînin. Wer tê bawerkirin ku ferd lîberal an jî jiyana lîberal, jiyaneke gelekî xwezayî û azad e. Lê ya rastî jiyanên bi vî rengî ji jiyana dînên herî hişk bêhtir xwedî jiyaneke dogmatîk û yekalî ne. Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek. Di encamê de gavavêtin û meşa bi vî rengî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst xwedî alternatîf in, û rê li ber pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk vekirin. Mirov eger gavavêtinên şoreşgerî bi tenê daxe asta hêzeke fizîkî yan jî aliyekî taybet û beşekî, wê ev yek zû-dereng ji aliyê yekparetî û tevahîtiya jiyanê ve li dawiyê bê hiştin. Hêmanên şaristaniya paşverû û modernîteya kapîtalîst xwediyê hêza zêde ne. Tevî ku di warê hêzê de bêtewazuniyeke mezin heye jî têkoşîna bîrewerî û giyanê azad weke rehên xwe di nava tahtan de berdin pişkivîne, kulîlk vedane û ber girtine.
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN