ÎZMÎR – Hat zanîn ku girtiyên li Kampûsa Girtîgeha Şakranê dimînin ji ber xwarina kevn bûye jehrî bûne.
Hat ragihandin li Kampûsa Girtîgeha Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di 7’ê îlonê de hemû girtî ji ber xwarina kevn hatiye dayîn jehrî bûne. Girtî Serkan Şahîn ê li Girtîgeha Jimara 4’an a Tîpa T a Şakranê dimîne îro li bavê xwe Huseyîn Şahîn geriyayeye û behsa jehrîbûnê kiriye. Serkan Şahîn ji bavê xwe re wiha gotiye: “Roja şemiyê xwarina dîroka wan derbas bûye dan me. Ji ber me nizanibû me xwar. Piştî saetek şûn ve hemû girtî mîdeya wan li hev ket û vereşiyan. Me hemûyan rakirin revîrê. Serûman li me xistin û mudaxele kirin. Hêj hin girtî vedireşin û mîdeya wan li hev dikeve. Ji ber nexweşîna me dewam dike hêj em nikarin xwarinê bixwin.”
Bavê Şahîn, Huseyîn Şahîn da zanîn ku ew ji ber rewşê dilnerehetin û bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bikin.
Em bi telefonê li rêveberiya Girtîgeha Şakranê geriyan û derbarê mijarê de agahî nedan.