NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran bi wesîleya destpêkirina perwedehiya sala nû daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin divê mafê perwerdehiya bi kurdî were dayîn û dawî li polîtîkaya pişaftinê bê anîn.
Îro Sala Perwerdehî û Hîndekarî ya 2019-2020’an dest pê kir. Dibistan vebûn û bi sed hezaran xwendekar ango zarokên kurd çûn dibistanê. Lê zarokên kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê bêpar in.
Îro bi wesîleya destpêkirina sala perwerdehiyê Şaxên Sendîkaya Perwedehiyê Egîtîm Sen li gelek bajaran daxuyanî da çapemeniyê. Li gel Egîtîm Senê sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo mafên zarokên kurd daxuyanî dan. Komîsyona Zarokan a Şaxê Komeleya Mafên Mirova ya Êlihê jî daxuyanî da. Egîtîm Senê li Amed û Edeneyê û gelek deverên din daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya zarokên kurd nayê naskirin û hat xwestin ku mafê perwerdehiya zimanê kurdî li dibistanan were nas kirin û zarokên kurd dikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Di daxuyaniyê saziyan de hat gotin divê dawî li polîtîkayên pişaftina zarokên kurd û netewên din were.