BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a Medya Haber TV.
Karasû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xist, di encama berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan, berxwedana dayikan û piştevaniya raya giştî desthilatdariya AKP neçar ma ku bihêle hevdîtin bê kirin.
Karasû anî ziman, AKP’ê bi vê yekê re her wiha xwest atmosfereke welê biafirîne ku mîna ‘pêvajoyeke çareseriyê’ dikare bê kirin û got, “Bi vî rengî xwest têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê sist bike. Her ku li pêşberî hêzên demokrasiyê û têkoşîna hevrêyên li zindanan tengav dibe helwesteke bi vî rengî nîşan dide.”
‘RÊBERTÎ ALÎGIRÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK E’
Karasû diyar kir ku li holê pêvajeyeke hevdîtinan-diyalogê nîne û got, “Rêbertî got, ‘hêvî dikim ku pêk were, lê belê tiştekî wiha nîne’. Yanî Rêbertî xwest ku kes nekeve nava bendewariyeke bi vî rengî. Niha divê her kes zanibe ku li dijî gelê Kurd çawa şerê taybet û psîkolojîk tê meşandin li Îmraliyê jî şerekî bi heman rengî heye… Çawa ku gelê Kurd li dijî vê yekê têdikoşe, Rêberê Gelê Kurd jî xwedî helwesteke bi vî rengî ye. Baş zane ku polîtîkayeke çawa tê meşandin û li gorî vê yekê tevdigere. Sekna Rêber Apo her tim alîgiriya çareseriya demokratîk e. Alîgirê wê yekê ye ku çareseriya demokratîk hêsan bike. Lê belê ev yek rewşeke bi Rêber Apo ve girêdayî nîne. Rêber Apo di nava helwesteke welê de ye ku vê yekê hêsan dike, zemîna wê diafirîne. Bi peyamên xwe, bi helwesta xwe vê yekê nîşan dide. Lê belê nêteke bi vî rengî ya dewleta Tirk nîne. Dewleta Tirk niha bi desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.”
AKP-MHP HEBÛNA XWE BI ŞER DIDOMÎNE
Karasû diyar kir ku bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd re dixwazin qirkirina Kurdan tine bikin û vê yekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê dike, li Başûr, Rojava jî heman nêzîkatiyê nîşan didin.
Karasû destnîşan kir ku niha ti lêgerîneke çareseriyê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nîne û got, “Bila kes ji desthilatdariya AKP-MHP’ê hêviya çareseriyê neke. Hêviyeke bi vî rengî ehmaqî ye. Ev desthilatdarî hebûna xwe bi şer didomîne. Bi şer li ser piyan dimîne.”
QEYÛM BEŞEK JI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E
Karasû bal kişand ser tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP’î û got, “Qeyûm beşek ji şerê li dijî gelê Kurd e ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê dest pê kir. Sedema tayînkirina qeyûman ev e. Ji aliyekî ve dixwaze dinyayê bixapîne. Hilbijartin tê kirin, lê ya li Kurdistanê ji nedîtî ve tên. Divê mirov qeyûman tenê bi vî rengî bi sînor nebînin. Beşek ji şerê giştî yê li dijî Kurdan e. Îradeya Kurdan qebûl nakin. Li zindanan bi hezaran mirov hene. Ji ber ku xwedî îradeya siyasî ya Kurdan e bi vî rengî ye. Ji xwe sedema dijminatiya ku li PKK’ê û Rêber Apo dikin jî ev e. Ji ber vê yekê diavêjin zindanê. Êşkenceyê dikin, bombeyan li çiyê dibarînin. Kurd çawa bûn xwedî îradeya siyasî? Bi saya tevgera gerîla bûn xwedî îrade. Piştre serhildanan dest pê kirin. Piştre qada siyasî ya demokratîk derkete holê. Yanî îradeya siyasî ya Kurd afirî.”
YA KU TÊ KIRIN DIJMINATIYA LI KURDAN Û DEMOKRASIYÊ YE
Karasû destnîşan kir ku îradeya siyasî ya Kurdan nayê qebûlkirin û got, “Dibêjin Kurd ‘koleyê min e’. Li gorî wan; Kurd dikare hebe lê nabe ku xwedî îradeya siyasî be. Nabe ku bibe xwedî îrade. Dema ku bû xwedî îradeya siyasî hingî wê bên qirkirin. Ziman, çand, dibistana xwe nîne. Qeyûm li şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin tayînkirin, lê belê di esasê xwe de ev êrîş li dijî demokrasiya Tirkiyeyê hemû ye, li dijî îradeya Kurdan e. Faşîzm li Tirkiyeyê demokrasiyê naxwaze. Ji ber ku dema li Tirkiyeyê demokrasî pêk hat wê hingî mafên Kurdan bên naskirin. Ya ku hatiye kirin dijminatiya li demokrasiyê ye… Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, heta ku gelê Kurd azad nebe li Tirkiyeyê wê dijminatî li Kurdan, li hêzên demokrasiyê bê kirin. Divê her kes bi vê zanibe. Lewma divê sedema tayînkirina qeyûm bê fêhmkirin. Ev yek dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye. Ji 15’ê Tîrmehê ve li dijî hêzên demokrasiyê şer tê meşandin. Ev şer didome. Ji ber vê yekê hem gelê Kurd hem jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê li dijî vî şerî têbikoşin. Eger têkoşîn neyê kirin ev şer nayê astengkirin.”
Karasû got, “Ya hêzên demokrasiyê wê teslîm bibin û faşîzm bi temamî serdest bibe, ya gelê Kurd wê qirkirinê qebûl bike û bibin Tirk, ya jî wê şer bidome.”
‘EM TENÊ TIŞTEKÎ JI HDP’Ê DIXWAZIN; BILA ŞAREDARIYA GEL BIKIN’
Karasû bal kişand ser îdîaya ‘Şaredariyên HDP’î alîkariya malî dide PKK’ê’ ku weke hincet ji desteserkirina şaredariyan re tê nîşandan û destnîşan kir ku ev îdîa ji bilî derewê nayê ti wateyê.
Karasû got, “Ji xwe tiştekî bi vî rengî nîne. Bila ispat bikin ku pênc quriş hatiye şandin, em ê hingî PKK’ê fesih bikin. Ya ku em ji wan dixwazin ew e ku li wê deverê şaredariyeke baş bikin. Bila bi gel re bixebitin, xwe bikin îrade, em tiştekî din ji wan naxwazin. Em ji wan dixwazin ku şaredariyeke gel û demokratîk bikin.”
‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE DEMOKRASÎ LI TIRKIYEYÊ PÊK NAYÊ’
Karasû anî ziman ku dijminatiya heyî ya li demokrasiyê tê kirin ji ber dijminatiya li gelê Kurd e û got, “Lewma rewşeke erênî ye ku hêzên demokrasiyê xwe gihandine astekê. Eger dibêjin; em ê bi Kurdan re tevbigerin, em ê bi Kurdan re bijîn, hingî ya ku divê bê kirin helwesteke bi vî rengî ye. Sekna demokratîk girîng e. Eger Ekrem Îmamoglû demokrasiyê dixwaze, eger hinekî din demokrasiyê dixwazin hingî divê nêzîkatiya xwe ya li gelê Kurd biguherînin. Ji ber ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê. Gelê Kurd wê têbikoşe, dewleta heyî jî wê dijminatiyê li demokrasiyê bike. Dijminatiya li demokrasiyê ji ber dijminatiya li Kurdan e. Divê her kes vê yekê bibîne. Ji ber ku ditirsin ku Kurd sûdê ji demokrasiyê werbigirin. Demokrasiyeke şeklî heye, hilbijartin pêk tê, serok tê hilbijartin. Bi dek û dolaban dibêjin bila Kurd sûdê jê wernegirtin… Rêxistinên sosyalîst, sendîkavan, mafên mirovan, mîmar û endezyaran helwest li dijî qeyûm nîşan dan. Ev yek sekneke girîng e. Ev sekna demokratîk zorê dide faşîzma AKP-MHP’ê. Ji ber ku pratîka wan eşkere bû. Li Stenbolê eşkere bû.”
‘LI KURDISTANÊ KEVNEŞOPIYEKE TÊKOŞÎNÊ HEYE’
Karasû bi bîr xist ku piştî salên 1990’î li Kurdistanê kevneşopiyeke serhildanê afirî û destnîşan kir, li dijî qeyûman wê li Kurdistanê timî têkoşîn pêk were.
Karasû diyar kir ku têkoşîn didome, lê belê têrker nîne û anî ziman, divê her kolan, qad bibin qada çalakiyê û ji bo ciwanên Kurd jî got, “Kurd xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne. Ev yek didome wê bidome. Lê belê têrker nîne. Di asta heyî de dewleteke mîlîtarîst heye. Ji xwe her sal bi hezaran bi deh hezaran polîsan tevlî kar dike. Bûye dewleteke polîs. Dorpêçiyê dike. Lewma divê şêweyên çalakiyan bên guhertin. Ne tenê çalakiya rûniştinê ya li ber navenda HDP’ê. Ew jî dikare bê kirin, lê belê hejmar zêde bibe baştir e. Divê tenê xwe li wê deverê asê nekin. Her kolan, her qad divê bibe qada çalakiyê. Divê jin, ciwan, welatparêz her kolanê bikin qada çalakiyan.”
‘BANGA ŞEHÎDÊN ME LI CIWANÊN KURD E’
Karasû diyar kir, wezîfeya HDP’ê ye ku xwedî li îradeya gel derkeve naxwe wê sedema xwe ya hebûnê ji holê rabe û got, “Berxwedan bi vî rengî didome, di vê mijarê de biryardariyek ji xwe heye. Bêguman wê xwedî li xwe derkevin. Xwedî li xwe dernekevin sedema wan a hebûnê ji xwe namîne. Eger xwedî li şaredariya xwe, li parlamenterên xwe dernekeve wê demê çima weke partî heye? Eger nikaribe xwedî li hebûna xwe derkeve wê çawa xwwedî li îradeya gel derkevin? Ji ber vê yekê têkoşîn wê bidome. Banga me ya esasî li ciwanên Kurd e. Banga şehîdên me jî li ciwanên Kurd e. Ciwan wê ji Fransayê neyên û xwedî li vî gelî dernekevin. Ya jî wê ji devereke din a dinyayê ciwan neyên û xwedî li Kurdan dernekevin. Ciwanên Kurd wê xwedî li gelê xwe derkevin. Wê li benda kê bin? Parêzvanên gelekî ciwanên wî gelî ne.”
Karasû diyar kir ku dîrok û mîrateya ciwanên Kurd eşkere ye û got, “Têkoşîna tê meşandin ji xwe tê dîtin. Wê demê ciwanên Kurd jî divê bidin pey têkoşîna ciwanên Kurd a dîrokê, berê xwe bidin kolanan, qadan û serhildanan.”
‘YA KU BERÊ CIWANAN DIDE ÇIYÊ HEZKIRINA WELÊT E’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû der barê wan malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine got, ti ciwanên tevlî gerîla bûne ji aliyê HDP’ê ve nehatine şandin. Karasû destnîşan kir, ku ya berê ciwanan dide çiyê hezkirina welat e û got, “Em bang li wan malbatan dikin; yên ku berê wan dane çiyê şehîdên me ne. Hezkirina welat e, hezkirina gel e, her wiha hezkirina malbatê ye. Dixwazin hemû malbat, dixwazin gel azad bibe. Dixwazin malbatên wan bi rengekî bi rûmet bijîn. Binerin, polîs wan bi zorê dibin wê deverê. Dibêjin, ‘biçin’. Ji hemûyan re jî gotine ‘şandine Sûriyeyê’. Vê yekê jî ji bo Rojava bikin hedef dikin. Hemû lîstika polîsan e. Lewma ew malbat bûne beşek ji şerê taybet. Li dijî gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin, ew bûne beşek ji vî şerê qirêj.”
‘KURD JI BER KU BI RÛMET IN HATIN QETILKIRIN’
Mûstafa Karasû anî ziman ku dewlet ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla asteng bike çi ji dest tê dike û der barê helwesta wan malbatên li pêşiya avahiya HDP’ê got, “Dewlet wan dişîne ber deriyê HDP’ê, lê ciwanên ku zevt dike jî polîs dest diavêjin wan. Bûyerê bi vî rengî jî hene. Polîs li qereqolê dest diavêjin gelek ciwanan. Bi heman armancê. Ew malbat jî qaşo bi helwesta xwe dixwazin tevlîbûnê asteng bikin, ew polîs jî bi destavêtinê dixwazin tevlîbûna li nava gerîla asteng bikin. Ez ji wan malbatan re dibêjim; gelo ew vê yekê qebûl dikin? Gelo ew li pey heman armancê ne? Belê, niyeta xwe çi dibe bila bibe; bombeya li çiyê tê barandin, ya ku li qereqolê tê kirin û şikandina camên HDP’ê heman tişt in. Dayikên Şemiyê bang kirine; dibêjin ‘cihê we ne ew dever e’. Cihê wan malbatan ne ew dever e. Ev şer sed sal in didome. Li Kurdistanê şer çima didome? Gelo dayikên Kurd belasebep derdikevin qadan? Malbatekê gotiye, ‘Bila doza we ya Kurdistanê têk biçe’. Bala xwe bidinê; li ber xwe nakeve. Ev yek tê wê wateyê ku nifiran li Seyîd Riza, li Şêx Seîd, li yên li zindanan û çiyê şehîd bûne dike. Belê doza wan doza wlatekî azad e, baş e doza te çi ye? Dozeke te jî nîne. Tu nokeriyê ji dijmin re dike. Di hemû raperînan de mirovên bi vî rengî bi kar anîne. Niha jî wan malbatan bi kar tînin. Bila xwe nedin bikaranîn. Ev yek jiyaneke bi şeref û bi rûmet nîne. Kurd bi şeref e. Bi dehan salan teslîm nebû. Ji ber ku nekarî teslîm bigire ewqasî gund şewitandin. Nêzî 15 hezar welatparêz bi rengekî kiryar nediyar qetil kirin. Ne gerîla bûn, di destê wan de çek tine bû. Çima qetil kirin? Ji ber ku Kurdên bi rûmet bûn qetil kirin. Bila ew malbat destpêkê hesabê vê yekê ji dewletê bipirsin.”
‘ŞERÊ KURDAN ŞERÊ HERÎ REWA YÊ DINYAYÊ YE’
Karasû destnîşan kir ku ya hatiye kirin beşek ji şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd e û anî ziman, ku têkoşîna herî rewa ji bo Kurdan ew e ku derkevin serê çiyê.
Karasû got, “Ya ku tê kirin lîstikeke. Lê belê ev lîstik ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ne tenê ji bo qeyûman e. Ji bo lawazkirina çalakiyên li dijî qeyûman e, lê belê li aliyê din beşek ji şerê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd e. Qaşo wê tevlîbûna gerîla asteng bikin. Ji ber ku dixwazin tevlîbûna gerîla asteng bikin. Armanca wan ev e. Armanca Kenan Evren jî, ya Dogan Gureş jî ya Çîller jî ew bû. Dixwazin ku Kurd li welatê xwe, li azadiya xwe nebin xwedî. Lê belê sed sal in lê dibin xwedî. Her wiha sed salên din jî derbas bibin wê lê bibin xwedî. Ciwanên Kurd wê xwedî li welatê xwe derkevin? Bêguman wê xwedî lê derkevin. Kî dikare li pêşiya vê bibe asteng? Li dinyayê her kes, hemû ciwan wê xwedî li welatê xwe derkevin. Wê Elman, Çîn xwedî li welatê xwe derkeve lê ciwanên Kurd xwedî lê dernekeve? Tiştekî bi vî rengî pêkane? Eger mesele xwedîderketina li welat be yên destpêkê divê xwedî lê derkevin ciwanên Kurd in. Ji ber ku tên qirkirin. Niha li dinyayê şerê herî rewa şerê Kurdan e. Ji ber ku Kurd tên qirkirin, lewma têkoşîna herî rewa ew e ku ciwanên Kurd derkevin serê çiyê. Ji bo ciwanên Kurd ji derketina serê çiyê rewatir tiştekî rewatir nîne. Şerê ji bo rûmetê dimeşînin. Ev nebe HDP jî di nav de tiştek nabe.”
‘JIYANA HERÎ BI RÛMET JIYANA GERÎLA YE’
Karasû destnîşan kir ku li dijî vê polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk ku malbatan bi vî rengî bi kar tîne, divê ciwan hîn bêhtir berê xwe bidin çiyê û got, “HDP kesî naşîne nava gerîla. Di encama têkoşîna gerîla û serhildanan de HDP û partiyên mîna wê afirîn. Pêwîstî pê nîne ku ew mirovan bişînin nava gerîla. Ji xwe wezîfeyeke wan a bi vî rengî nîne. Ji xwe nakin jî. Bêguman em bang dikin ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla. Vê bangê her wiha şehîd dikin, em berdevkiya wan dikin. Yên ku banga tevlîbûna li nava gerîla dikin em nînin. Em pêk tînin. Şêx Seîd gotiye, Seyîd Riza gotiye, her kesî bang li neviyên xwe kirine. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê jî şehîd bûn, lê wiha gotin; em niha şeş kes in, sibe em ê bibin bi milyonan kes. Bang li ciwanan kirin. Lewma ya ku ciwanan tevlî gerîla dike şehîdên me ne, eşqa ji bo azadiyê ye, hezkirina gel û welat e. Wê ji niha û pê ve jî tevlî nava gerîla bibin. Her wiha divê hîn bi biryardarî tevlî bibin. Madem dewleta Tirk şerê taybet dike, madem bi zorê malbatan dişîne wê deverê, wê demê ciwan jî divê ji her deverê berê xwe bidin çiyê. Jiyana herî bir ûmet jiyana gerîla ye, jiyan azad e. Ewladên herî hêja ên gelê Kurd ew in. Wê bi vî rengî di nava dîrokê de bên bîranîn.”