NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Buroya Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe belav kiriye, Yekîneyên Antîterorê yên QSD’ê, îro di saetên berbangê de, li bakurê Şedadê çalakiyek li dijî çeteyê bi navê Ebû Haris Iraqî ku berê ewlehiya sînorê Sûriyê-Iraqê girtibû, her wiha berpirsê kuştinên li başûrê Mûsilê yê Iraqê bû û serçeteyê ewlehiyê yê wîlayeta Diyalayê di sala 2013`an de bû, li dar xist.
Di encama lêgerînê de, yekîneyan secrete di tunelekê de ku xwe tê de veşartibû, dît. Di tunelê de, serçete û endamekî şaneyên veşartî bi wî re bû. Piştî bangên ji bo derxistina wan ji tunelê, lê ew derneketin û di encamê de pevçûn çêbû û her du çete hatin kuştin.