KOLN – Meşa Dirêj ku îsal bi şiyara “Bi Rêbertî re bimeşe, Dagirkeriyê bin bixe” tê lidar xistin gihişt roja xwe ya 3’emîn. Di roja duyemîn de carekî din polîsên Elman ê faşîst êrîş birin ser çalakvanên Meşa Dirêj a Troisdorf-Koln. Ji ber provokasyonên faşîstan polîsên elman êrîş biribûn ser Çalakvanên Meşa Dirêj. Der barê vê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Azad (JCA) û Partiya Marksîst Lenînist Komunîst (MLKP) bihevre daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de êrîşên polîsên Elman û provokasyonên faşîzan hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayin: “Hemû Gelê me bi felsefeya Rêber Apo li qada ne. Heta Azadiya Rêber Apo em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Îro meş saet 09:00’an li ber îstasyona trenê ya Kolnê di roja xwe a 3’emîn de derdewam dike.