NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyonên Yekîneyên Antî Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê bê navber didomin. Di navbera dîrokên 2 û 9’ê Îlonê de li herêmên Dêrezor û Şedadê bi 3 operasyonên serkeftî 4 serçeteyên ku bi erkên girîng yên koma terorê ya DAIŞ’ê radibûn hatin desteserkirin û 2 çeteyên din hatin kuştin.
Berfirehiya agahiyên di derbarê operasyonên yekîneyên me de wiha ne:
- Di dîroka 2’ê Îlonê de yekîneyên me li herêma Dêrezorê li dijî serçeteyek ku berpirsek karûbarên aborî ya şaneyên veşartî bû operasyonek taybet pêk anî. Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M hat girtin, herwiha hejmarek mezin dokuman û amûrên din jî hatin desteserkirin.
- Di dîroka 6’ê Îlonê de hêzên me li herêma Dêrezorê ser bi maleke ku serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş el-Bekirî tê de bû de girt. Di operasyonê de li gel serçeteyê navborî 2 çeteyên din jî hatin girtin. Herwiha çekek AK-47 û hejmarek alavên leşkerî hatin girtin.
- Di dîroka 9’ê Îlonê de hêzên me girtin ser maleke li herêma Şedadê ku du çeteyên Iraqî xwe tê de vedişartin. Di encama operasyonê de her dû çete hatin kuştin.
Bi operasyonên demên dawî de hêzên Yekîneyên Antî Teror karibûn bi awayek serkeftî pêşî li gelek hewldanên êrîşan û tanzîmkirina çeteyan bigirin. Operasyonên yekîneyên me yên li hember şaneyên veşartî wê li hemû herêmê bê navber berdewam bike.