KOLN – Meşa dirêj di 9’ê Îlonê de bi şîara ‘Bi Rêbertî re bimeşe û faşîzmê hilweşîne’ li Bonnê hatibû destpê kirin.
Roja Sêşemê li beşa Troîsfort-Kolnê provokasysonên nîjadperest hatibû kirin û polîsên faşîst êrîş kiribûn. Di vê êrîşê de 4 ciwanên çalakger hatibûn destgîrkirin û piştre bi şertê ku tevlî meşê nebin, serbest hatibûn berdan.
Qedexeyên polîsên Elman di roja Çarşemê de jî domiya. Polîsan ji ciwanan re diyar kirin ku sloganên ‘Bijî serok Apo, bijî rêber Apo, bijî PKK û Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ qedexe ye.
Meşa ciwanan ji Kolnê ber bi Leverkûsê didome. Tê payîn ku meş di 13’ê Îlonê de li Gladbachê bi dawî bibe.