Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Bi mebesta roja jinên kedkar ez têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê silav dikim û bawer dikim ku pirsgirêkeke wiha bi awayekî cidî dikeve rojeva têkoşînên civakî. Bi rojanebûna sosyalîzmê re, li ser esasên bi cidiyet li ser van pirsgirêkan sekinandin, partiya me jî tenê bi rizgariya li Kurdistanê bi sînor nemîne, ji aliyê jinê ve di serî de Rojhilata Navîn beşdariya têkoşînên civakî yên nû yên li dinyayê hem heta bibêjî bi îdîa hem jî din av nêzikahiyeke ku afirîneriyê jî di nav xwe de dihewîne girîngiyeke mezin dide. Beriya her tiştî divê em behsa îdeolojiya rizgariya jinê bikin. Em li dû afirandina vê îdeolojiyê ne. Wiha bi yek, du bûyerên ji rêzê û bi yek, du çalakiyan şîrovekirinê mirov nikare ji nav derkeve. Heta bi awayekî pir zêde pêşketina îdeolojiya rizgariya jinê neyê pêkanîn, her tişt wê ji xwe xapandinê wêdetir neçe. Ez bawer im pêwîstî bi îdeolojiyeke rizgariya jinê heye.
Ev, tenê îdeolojiyeke di maneya rizgariya cins de nîn e; xaleke ku wê doktrîneke sosyalîst, heta tehlîlkirina zanistî ya civakê me bigihînê ye û wê deyne pêşiya me ku îdeolojiyeke rizgariyê ya bi navend jin wê di girîngiyeke mezin de be. Yek ji mijarên ku ez zêdetir li ser hûr dibim jî ev e. Bêguman ev, nêzikahiyeke femînîst nîn e. Jixwe ez bixwe ne jin im. Lê fikreke bi navend jin û pêre îdeolojiyê û pêşxistina rêxistinkirineke li gor vê heta bibêjî girîng dibînim. Ji çareseriya ji bo pirsgirêkên şer bigire, heta mimkunkirina aştiyeke xwe dispêre azadiyê, pêwîstî bi pêşketineke îdeolojîk a wiha heye. Îdeolojiyên heta niha hemû bi demxeya mêr, îdeolojiyên di giraniya mêr de ne. Bêguman aliyê viya yê çînî û emperyalîst û dagirker heye; lê bi awayekî kartêker aliyê wî yê bi desthilatdariya mêr jî heye. Kes nikare viya înkar bike. Nêzikahiya bi serdestiya mêr a ku di civakî de hakim e, her çiqas bi sedsalan e viya veşartibe jî, yên ku ji zanistê re hinek hurmeta wan hebe, ji rizgariya jinê re, her wiha bi wî re di bingeheke bi wî re pir girêdayî de, hinekên ku ji rizgariya gelekî re eleqeyeke mezin nîşan didin ne mimkun e viya nebînin. Her wiha ev di fikrên xwe de jî pêwîstiya afirandina îdeolojiyeke bi navend jinê girîng dibînin.
Rêbertiyên komunîst û sosyalîst ên din pir kêm li ser vê mijarê sekinîne; ancax heta bibêjî bi sînor e û nikaribûne ferasetên bi desthilatdariya mêr derbas bikin. Di jiyana xwe bixwe de jî di rastî de nikaribûne pir zêde ji feraseta bi desthilatdarî ya di nav malbata heyî de derbas bibin. Mirov dikare viya weke kêmasiyeke sosyalîzmê jî bifikire. Tiştê ku em dixwazin di vê derê de bînin ziman hîn cudatir e. Ev îdeolojiyeke bi zorekê nîn e. Di merhaleya rêxistinbûna civakî ya yekem a dîrokê de îdeolojî bi rastî bi navend jin e. Mînak; xwedavenda mezin Îştar heye. Di zimanê me de Star, Sterk ango tê maneya Stêrkê û ev xwedavenda yekem e. Birastî xwedayê yekem xwedavend e. Xwedayên mêr piştre derketine holê an jî xweda piştre weke xwedayên mêr xwe danîne holê. Tabî ev jî bi afirîneriya jinê re heta bibêjî eleqedar e.
Bi kurtasî îdeolojiya jinê tenê îdeolojiya cins nîn e, di eslê xwe de îdeolojiyeke civakî ye. Ger em di vê çarçoveyê de nêzî van pirsgirêkan bibin, divê mirov hemû nêzikahiyên îdeolojîk ên niha, hemû îdeolojiyan, her wiha rêxistinbûnên aborî, çandî, siyasî û leşkerî yên xwe dispêrin wan di ber çav re derbas bike. Ji ber ku bi desthilatdariya mêr in, her wiha tê de şer, newekhevî û çewisandin heye. Ev jî ketina cins bi xwe re tîne. Ketina cins jî ketina jiyanê bixwe ye. Piştî ku jiyan jî ket –ku ev ji aliyê jinê ve hîn balkêş e- koletiya cins hemû civakê ber bi koletiyê ve dibe ku ev pir ecêb e. Bi gelemperî civak winda dike û rêya şerên dijwar ji serî heta dawiyê tê vekirin.
Birastî jî ger li Tirkiyeyê îro şer bi rengekî pir dijwar pêş dikeve girêdana viya bi cewhera çîndarî û emperyalîzmê re heye; lê girêdaneke vî şerî bi feraseteke mêr a serdest a pir şoven re jî pir berbiçav e. Ji ber vê yekê nêzikahiyeke “Niha dema wî nîn e, paşê jî dibe” heta bibêjî xeletî ye. Ger em bixwazin bikevin bizaveke şoreşgerî, heta em bixwazin xwe li faliyeteke civakî ya cidî biqelibînin, bi tundî pêwîstî bi faliyeteke îdeolojîk a ku aliyê jinanî jî esas digire heye. Ez naxwazim li vê derê viya zêde vekim, jixwe cihê wî jî ev der nîn e. Bi mebesta roja jinê weke têgîn ez viya davêjim ortê.
Mijareke duyem, bêguman bi viya re girêdayî ye. Hemû rêxistinbûnên di giraniya mêr de, bêguman mirov divê bide ber rexneyeke giran. Tenê ne rexnekirin, bi demê re derbaskirina vana pêwîst û jênerevîn e. Bi awayekî din dawiya şer jî nayê, aştî jî nabe. Hemû rêxistinbûnên milîtarîst ji sedî sed bi demxeya mêr in. Di wê derê de cihê jinekê, ziman û dilê jinekî jî tune ye. Ev, ji serî heta binî rêxistinên zordar in, hêzên tundiyê ne. Ger mirov bala xwe bidê mekanîzmaya li van deran a ku jin tê de herî kêm e yan jî qet tune ye, pergala ku tundî lê di asteke erjeng de tê pêşxsitin e. Ev jî rastiya fikra me derdixe holê. Saziyên ku serdestiya mêr tê de herî zêde li pêş e, di serî de saziyên milîtarîst, dêmek amûrên şer ên ecêb in. Ango dijberî şer û jiyanê ne.
Ger em rizgariya jinê bixwazin, saziyên ku xwe spartine îdeolojiyên bi serdestiya mêr, em divê bi tundî rexne bikin. Parçeyekî viya yê girîng jî malbat e. Malbat jî saziyeke bi serdestiya mêr e. Ez li vê derê dîsa naxwazim zêde vekim. Lê ji bo me ev, pirsgirêkeke pir girîng e. Nexasîm jî bo civaka Kurd malbat, saziyeke ku divê misoger di ber çav re bê derbaskirin e. Li gor min malbat, esas bîreke bê binî ya ku ketina jin û mêr, bi awayekî herî xeternak tê de pêk tê ye. Her du jî nizanin ka çiqas ketine, çiqas bi kûr ve û bi tariyê ve çûne. Zemîna ku hemû pergalên emperyalîst û dagirker, dîsa hemû pergalên şerê taybet xwe li ser ava dikin malbat e. Divê ev bi tundî di ber çav re bê derbaskirin û rexnekirin. Ev, nayê wê maneyê ku em weke têgîn bi temamî malbatê înkar dikin. Em malbata ku pêk hatiye înkar dikin an jî behsa divêtiya derbaskirina wê dikin. Têgîneke wiha girîng e.
Di nav malbatê de dîktatorî, mulkiyet, bêparbûna jinê ji her maf û hiqûqê, êşên wê û heta bibêjî biçûk dîtina wê heye. Berya her tiştî bi fizîkî qedandina wê heye, daxwaziyeke wê ya cidî tune ye. Ji ber vê yekê hûn tenê qala hestiyariya jinê dikin. Di van hemû mercan de ger wiha be, jixwe jî wê jin bê girêdan û bibe heyîneke tenê bi hestên xwe dijî. Ev jî li hember mafên mirov bêhurmetiya herî mezin e, êrîşa herî mezin e. Ji ber vê yekê ger em dixwazin qala rizgariya jinê bikin, divê em saziya malbatê ya ku wê difetisîne bidin ber rexneyeke pir cidî.”
8’ê Adara 1998