BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
XAKURKÊ
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin çalakî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de;
10’ê Îlonê hêzên me saet 09:50’an li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Botan bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi başî li dijmin hate xistin de leşkerek hate kuştin.
11’ê Îlonê saet 09:00’ê hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi dijwarî li kozik û çeperên dijmin hate xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalokirin.
Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan navendên xwe.
DERSIM
26’ê Tebaxê artêşaTC’ê li devera Margeyik a girêdayî navenda Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. 27’ê Tebaxê saet derdorî 03:00’an di navbera yekîneyên me û dijmin de şer rûdabû. Di şer û bomberdûmana li vir pêkhatî de hevrêyek me şehîd bû. Ev operasyon bi yekîneyên veşartî yên li herêmê hatine bicihkirin didomin. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin.
Artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Tebaxê de li qada gundê Leskan ê Pilûra Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Tebaxê de di destê sibehê de leşker aniye qadê. Li vê derê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me şerekî giran çêbûye. Şer heta nîvro domiyaye û di van şeran de gelek leşker mirine û birîndar bûne. Rêhevalên me Bawer û Zinar heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne. Êvarî operasyonê xwe ji qadê vekişandiye. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Bawer Dersim Nav û Paşnav: Denîz Karakûş Cihê Jidayikbûnê: Dersim Navê Dayikê- Bav: Mûnevver – Alîşan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim 28’ê Tebaxa 2019 |
Bawer – Denîz Karakûş
Nasnav: Zinar Sumbul Nav û Paşnav: Hayrettîn Akdogan Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê- Bav: Emîne – Selahattîn Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim 28’ê Tebaxa 2019 |
Zinar – Hayrettîn Akdogan
ZINAR SUMBÛL
Rêheval Zinar li Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Rêheval Zinar bûye şahidê êrîşên dagirker ên li ser axa xwe û li hemberî van êrîşan di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Zinar tu carî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedaye û bi asta îdeolojîk û felsefîk her dem bandor li hevalên xwe kiriye. Rêheval Zinar heta dawiyê girêdayî Rêber Apo bûye û di nav têkoşînê de serkeftinên mezin bi dest xistiye. Herî dawîn jî li qada Dêrsimê li hemberî operasyonên dagirker ên dewletê bi qehremanî şer kiriye.
BAWER DERSIM
Rêheval Bawer jî di sala 1990’an de li Dêrsimê ji dayik bûye. Polîtîkayên şerê qirêj ên dijmin di temenekî biçûk de dîtiye û tu carî dijminatiya hêzên dagirker qebûl nekiriye. Rêheval Bawer di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi exlaqê ji Dêrsimê wergirtiye û bi felsefeya Rêber Apo ya azadiyê xwe wekî şervanekî azadiyê gihandiye. Rêheval Bawer ji roja ku tevlî nav refan bûye li Çiyayên Dêrsimê têkoşiyaye û bûye şervanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê. Rêheval Bawer li hemberî dijmin bi qehremanî li ber xwe daye û bûye nûnerê biryardariyê.
Malbatên rêhevalên me yên şehîd Zinar û Bawer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya wan a têkoşînê bigihînin serfiraziyê.
ZAP Û GARE
Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. Detayên êrîşan wiha ne;
10’ê Îlonê saet derdorî 15:00’an balafirên şer li gel devera Gundê Şêx ê girêdayî Garê derdora gundê Yekmalê ya girêdayî Herêma Metînayê bombe kirin.
11’ê Îlonê saet 18:30’ê jî balafirên şer bombe li devera Gundê Gileha ya Herêma Zapê û Girê Bahar barandin.
Di van bomberdûmanan de ti windahiyên hêzên me nîne.”