AMED – Nobeda Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî bi qeyûman desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 25’an de berdeam e.
Rêxistinên HDP’ê 25 roj in li dijî qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobedê digirin û bertekên xwe tînin ziman. Berî çalakiyê polîsan Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) dorpêç kirin. Parlementerên HDP’ê Mûsa Farîsogûllari, Semra Guzel, Mensûr Işik, Îmam Taşçîer û gelek welatî beşdarî nobedê bûn. Li aliyê din nûnerên herêma Deryareş ên HDP’ê hatin Amedê û piştgirî dan çalakiyê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê hat cihê nobedê, ji aliyê girseyê ve bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ji ber Lîseya Ziya Gokalp pankarta “Dest ne de vîn û bajarê min” hilgirtin û heta cihê nobedê bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” meşiyan.
Dîsa, endamên Şaxên 78’an ên Mêrdîn, Êlih û Amedê, bi pankarta “Em Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê şermezar dikin” cihê xwe di nobedê de girtin.
Hunermendên MKM’ê di nobedê de stran gotin.
Endamên Desteya Rêveber a Komeleya 78’an, li qada nobedê, di derbarê salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de daxuyanî dan çapmeniyê. Endamê Komeleya 78’an a Amedê Mazhar Aktaş, daxuyanî da û wiha got: “Dabeya 12’ê Îlonê li ser gelên Tirkiyeyê travmayên mezin dane avakirin. Bandora darbeye hîna jî dewam dike. Ji roja darbeyê û vir ve em di nava lîstîkekê de ne. Nûnerê herî dawî yê vê lîstîkê desthilatdariya AKP’ê ye.”
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî, diyar kir ku hişmendiya faşîzane wê nekare civakê dibin zextan de bigire û got: “Bi israr em vê yekê dibêjin. Sekna me û vîna me wê hişmendiya ji Kenan Evren hatiye girtin têk bibe.”
Endamê Deryareş a HDP’ê Huseyîn Taka jî, dest nîşan kir ku mijara qeyûm ne mijarek ji rêzê ye û wiha bilêv kir: “Li dijî aştî û demokrasiya welat darbeyek mezin heye. Têkoşîna li dijî vê jî, di heman demê de xizmeta demokrasiyê ye. Ji bo ku pêşketin û mezinbûna HDP’ê asteng bikin, bi her awayî êrîş dikin. Lê HDP wê bi van zextan neyê astengkirin. Ji ber ku pêdiviya welat bi HDP’ê heye.”
Take diyar kir ku sê çekên mîna têkoşîn, sebir û piştevaniyê ya HDP’ê heye û got: “Tu kes nikare me.”
Li ser nvê MKM’ê Derhêner Îlhamî Bakir jî axivî û wiha got: “Biryara qeyûm ne meşrû ye. Bi rojane gelê me li dijî biryara xespkirina vînê li ber xwe dide û xwedî vîna xwe derdikevin. Destûr nedan ku em enstrumanên xwe bînin qadê. Gelo çima mirov ji van enstrumanan ditirsin? Em baş dizanîn ku desthilatdarî ji stranên gel ditirse. Ji ber ku stranên gel ji qanûnên wan bi hêztirin.”
Piştî daxuyaniyê, endamên Meclîsa Şaredariyê xwestin bikevin avahiya xizmetê. Lê polîsan destûr nedan wan. Endamên meclîsê li ser vê yekê, gotin wê li dozgeriyê gilî bikin û dûre ji qadê veqetiyan.