RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Hêza esasî û rastî ya li Kurdistanê li dijî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an şer kir artêşa veşartî ya NATO’yê hêzên Gladîo’yê ye ku ev yek her çûye derketiye holê û eşkere bûye. Bûyera herî girîng a ku îspat kir sîstema ewlekariyê ya Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de kêm maye Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an e. Ya rastî, kêmasiya sîstema ewlekariyê bi derketina me ya ji Enqereyê dest pê kir bi cihgirtina me ya li Rojhilata Navîn misoger bû. Pêkanîna Pêngavê ev misogerî derxist holê. Piştre di sala 1985’an de Gladîo’ya NATO’yê ya navend Elmanya xistin nava tevgerê. Divê mirov ji bîr neke ku cara pêşî dewleta Elman di sala 1985’an de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir û ev jî bi sedema ku navenda artêşa Gladîo’yê bû. Dema Gladîo’ya NATO hat avakirin, ji beşa li Ewrûpayê Elmanya weke navend berpirsiyar destnîşan kirin. Di destpêkê de haya me ji van rastiyan tinebû. Heta di serî de Elmanya, me Yekîtiya Ewrûpayê û welatên din ên Ewrûpayê weke dostên têkoşîna şoreşgerî dihesibandin. Dereng be jî me fêhm kir ku li dijî gelan şerekî bi dizî û nehênî te meşandin. Gelên Ewrûpayê jî di nava vê de ne. Nexasim gelên Îtalî, Yewnan û Balkanan ji van gelan ên sereke ne. Dema NATO hat avakirin, ev artêş jî bi armanca pêşîgirtina li kominîzmê hat damezrandin. Haya kêm kesan ji vê rastiyê hebû. Ev artêşa bi dizî hat damezrandin bêhtir li Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye û Elmanyayê li dijî şoreşgeran xistin nava tevgerê. Piştî ku Rûsya Sovyetê êdî weke tehlûke nehat dîtin û Yekîtiya Sovyetê ji hev belav bû, ji bilî Tirkiyê li welatên din ên endamên NATO’yê girîngiya wê nema. Li Tirkiyê rewş berevajî bû girîngiya wê bêhtir bû. Di vê de Şoreşa Îranê (1979) û dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve (1980) bi roleke girîng rabûn. Herweha bi sedema ku Gladîo’ya Tirkiyê li Rojhilata Navîn bi rola jenderme radibû, destekeke bê sînor danê. Daxwaza parastina Îsraîlê jî di vê de faktoreke girîng bû. Dîsa parastina çavkaniyên petrolê û desthilatdariyên hevkar ji wan faktorên girîng in ku bûn sedem Gladîo timî di dewrê de bê hiştin.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya ji nişkê ve û bi awayekî kes ne li bendê bû, di van şert û mercan de derket holê. Gladîo’ya Tirkiyê şopên dawî yên şoreşgerên Tirk bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê jê biribûn û dawî li wan anîbû. Pêngava 15’ê Tebaxê di nava hesaban de tinebû. Dema pêk hat jî weke sergermiyeke ji rêzê ya çepgiran hat fêhmkirin. Yeqîn kirin ku wê bi hêzên klasîk ên artêş, polês û îstîxbaratê ji heqê wê bên. Lê ji ber ku di nava du salan de nikarîbûn bi dawî bikin, mesele çû ber destê NATO’yê. NATO’yê li gorî xala pêncan a qanûna damezrandinê di sala 1985’an de biryara destwerdanê da. Ji ber vê biryarê, dewleta Elmanyayê di heman salê de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir. Ji sala 1985’an ve jî bi awayê xuya dikir qaşo me bi hêzên dewleta Tirk re şer dikir. Bi zanebûn ev dîmen çêdikirin û dixwestin bi vî awayî bê dîtin. Ya rastî, me şer bi Gladîo’ya NATO’yê re dikir. Bêguman şaxê Gladîo yê Tirkiyê di vê de bi roleke mezin radibû. Lê ne bi tenê şaxek bû. Erê ji aliyê hejmarê ve mezin bû, lê ji bo encamgirtinê qîm nedikir. Hêzên dewleta Tirk bi tena serê xwe ne bi salan, salekê jî zehmet bû ku şerekî evqasî berfireh bimeşînin. Eger bimeşanda jî dihat wê maneyê ku wê weke dewlet îflas bikira. Ango herçiqasî ne eşkere bûya û bi giranî mekanîzma bi dizî bixebitiya jî şer şerekî NATO’yê bû. Ji şerên roja me ya îro yên li Afganistan û Iraqê, ji şerê berê yê li Somaliyê qat bi qat di asteke jor de, şerekî mezin û demdirêj bû. Em weke PKK li rûyê rast û veşartî yê şer serwext nedibûn. Rexneyên me li Ewrûpa û Emerîkayê dikirin li asta îdeolojîk diman. Em ne xwediyê wê kapasîteyê bûn, bi giştî di van dused salên dawiyê de, piştî salên 1920’an, bi taybetî jî piştî salên 1984’an cihê modernîteya kapîtalîst di şerên hêza hegemonîk ên li Kurdistanê li dijî gelê Kurd û PKK’ê de analîz bikin. Lewma analîza me ya der barê NATO’yê de gelekî kêm bû. Ji nêzîkatiya sosyalîzma pêkhatî ya di asta sloganê de nedibihurî. Jixwe weke nav jî haya me ji Gladîo tinebû. Kengî asta şerê gel li Kurdistanê bilind û berfireh bû, rastiya em behsa wê dikin hêdî hêdî derket holê. Dîsa kengî piştî Elmanyayê DYE’yê û Ingilîstanê piştî salên 1990’î PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin, berî vê jî hewldana reşkujiya Papa û kuştina Olof Palme, kirin ku ev rastî bêhtir baş bê fêhmkirin. Derxistina holê ya Gladîo’ya Îtalyayê jî qonaxeke din a girîng bû.
Beriya şerên Gladîo li dijî şerê gel ê şoreşgerî û PKK’ê divê mirov komployên dema Komarê li dijî hebûna gelê Kurd û muxalefeta sosyalîst û demokratîk bîne bîra xwe. Serîrakirina Koçgiriyê di sala 1920’an de hat tepisandin, Navenda Partiya Kominîst a ji panzdeh kesan û bi pêşengiya Mistefa Suphî di dawiya Çileya 1921’ê de li Deryareş hatin xeniqandin, heman salê hêzên Çerkez Ethem ji hev hatin belavkirin, herweha serîrakirinên alîgirê siltan û xelîfetiyê jî hatin tepisandin. Hevgirtiyên rastî Kurd, Ummetgirên Îslamî û Kominîst di dawiya Şerê Rizgariya Neteweyî de li derveyî sîstema bê avakirin hiştin. Hêmanên li ber vê rabûn û nerazî bûn, bêhtir bi tundî û dijwarî hatin tepisandin. Hewl dan nîzama proto-faşîst a tek partiyê rewa bikin. Di heman wextî de faşîzma li Elmanya û Îtalyayê mezin dibe, li Komara Tirkiyê bi heman awayî xwe nîşan dide. Li dijî hebûna Kurdan qirkirin û asîmîlasyon bi provakasyona 15’ê Sibata 1925’an bi awayekî fermî hatiye destpêkirin, berxwedanên li hemberî van kirinan herî dawî mîna li Dêrsimê bi tevkujiya 1938’an hatine tepisandin, beşekî mezin ji yên mayî bi qanûna îskana mecbûrî temam kirine. Di vê demê de li ser bingehê peymanên bi emperyalîzma Ingilîz û Franseyê re ji bo parçekirina Kurdistanê û dûrkirina Kurdan ji nasnameya wan her cure rêbazên zordestî, mêtinkarî û asîmîlasyonê hatine ceribandin. Armanc, afirandina dewleteke netewe ya homojen e.
Tirkiyê di sala 1950’î de ket NATO’yê û şaxê Gladîo yê Tirkiyê Desteya Tetkîk a Seferberiyê hat avakirin. Ji wê rojê ve, hêza Gladîo ya Tirk ê bi tevahî muxalif û desthilatdarên siyasî kontrol bikirana. Bûyerên 6-7’ê Îlonê û rêxistinkirina Teşkîlata Mûqawemetê ya Qibrisê çalakiyên pêşî yên Gladîo’ya Tirk in. Tewqîfata kominîstan a 1951’ê belkî jî çalakiya wê ya destpêkê ye. Darbeya 27’ê Gulana 1960’î, piştre bi tevahî birêkûpêkirina desthilatdariyan, bêtesîrkirina muxalifan û tesfiyekirina wan bi temamî wê di bin destê Gladîo’ya Tirk de pêk bên. Hêzên polês, Îstîxbarat û Fermandariya Giştî herçiqasî weke hêzên serbixwe xuya bikin jî kontrol û bikaranîna hêza esas bi destê rêxistiniya Gladîo’yê tê pêkanîn. Bi darbeya 12’ê Adara 1971’ê re tevgerên şoreşger û demokratîk hatin tesfiyekirin û ev bi destê rêxistina Gladîo ya têra xwe serdestî sîstemê bûyî hatiye kirin. Di serî de komkujiyên Taksîm û Mereşê, hewldana reşkujiyê ya Ecevît bi tevahî komkujî û reşkujiyên şoreşger, rewşenbîr û kesên ji nava gel di çarçoveya doktrîn û çalakiyên artêşa Gladîo ya NATO’yê de ne. Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê yek ji çalakiyên herî girîng ê Gladîo’ya NATO’yê ye. Heta vê demê NATO û Gladîo’ya Tirk di nava hev de û ji hêzên din ên ewlekariyê serbixwe hem jî di ser wan re bi rolekê rabûne û ev rol pêk anîne. Ji vê demê û pêve, mirov dikare hewldanên wê yên kronolojîk li dijî PKK’ê weha rêz bike:
a- Ji qonaxa komê heta bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, herçiqasî hêzên Gladîo di dewrê de bin jî êrîşên bi armanca şopandin û tesfiyekirina PKK’ê bi giranî bi destê hêzên ewlekariyê yên ji rêûresmê (MIT, Emniyet-Hêzên Polês û Cinderme) hat meşandin. Ez yeqîn dikim, ji ber ku bawer nedikir wê koma me zêde mezin bibe weke komên din ên di rewşa aktor û çalak de nehat şopandin. Koma me weke şaxekî THKP-C’ê dihat nirxandin û bawer dikirin ku bi tesfiyekirina THKP-C’ê wê koma me jî tesfiye bibe. Dibe ku xwestibin komê bi hin kesan kontrol bikin û di bin destê xwe de bigirin. Piştî salên 1975’an, kengî hat fêhmkirin ku koma me serbixwe ye, hingê bi riya PDK’ê bi destê Stêrka Sor mudaxeleyî komê kirin. Hêmanê bi navê Alaatîn Kapan ku herî dawî Hakî Karer qetil kir, hat bikaranîn. Ji serî ve PDK bi Îsraîlê re parelel û bi NATO’yê ve girêdayî tevgeriya û li tevahiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolê destek danê û ev tespît êdî misoger e. Mirov dikare bibêje, di bin destê Gladîo’yê de ye, û nexasim ji salên 1961’ê ve bi desteka Gladîo’ya Tirk jî bi sîleh kirin û teşwîqî serîrakirinê kirin. Paşê bi gelek belgeyan wê îspat bibe ku bi riya Şahtiya Îranê heman alîkariyê dewam kiriye. Ango bi riya PDK’ê mudaxeleyî komên çepgir ên li Kurdistanê kirin û girîng e ku mirov tespît bike, ev bi desteka neyekser a Gladîo çêbûye.
Xwedêgiravî ‘Pênc Parçeparêziya’ Stêrka Sor (Îddîa dikir ku parçeyê piçûk ê Kurdistanê di nava sînorên Yekîtiya Sovyetê de ye) vê fikrê piştrast dike. Paşê bi KUK’ê destek dan vê mudaxeleyê û xwestin kom ji Enqerê dernekeve, eger derkeve jî divê hê negihiştî rojhilatê Firatê bê tesfiyekirin. Ji sala 1976’an ve Pîlot Necatî Kaya ket nava tevgerê û eger ajan be (Em baş nizanin divê bê lêkolînkirin) dibe ku bi ser Gladîo’ya Tirk ve be. Eger pîlanekî tesfiyeyê li dijî komê hebe, firsenda wî çênebûye ku pêk bîne. Kom bi zanebûn neketiye vê dafikê. Eger Kesire Yildirim bi riya bavê xwe Alî Yildirim ajantiyek wê hebe (Em vê jî baş nizanin divê mirov lêbikole), mirov dikare wê weke kadroyeke ji rêûresmê ya MIT’ê bifikire. Mijara Dilaver Yildirim jî mijarek e ku ji bo mirov têde şaşiyê neke, divê mirov lêbikole. Alaattin Kapan di 18’ê Gulana 1977’an de Hakî Karer bi provakasyonekê xist dafikê û qetil kir. Dibe ku ev di qonaxa komê de çalakiya pêşî ya Gladîo’ya NATO û Tirk li dijî PKK’ê be. Mirov dikare diyar bike ku cara pêşî di sala 1977’an de bi awayekî berfireh hewl dan komê tesfiye bikin. Eger bername nehatibûya weşandin, bi îlankirina PKK’ê bersiv nehatiba dayîn û Alaattin Kaplan bi kuştinê nehatibûya cezakirin, tevahiya komê nebûya jî heye ku pirraniya komê bihata tesfiyekirin. Komkujiya Mereşê ya di dawiya sala 1978’an de, mirov dikare weke duyemîn çalakiya mezin a Gladîo li dijî komê binirxîne. Ji ber ku kom li wê herêmê bi lez mezin dibû. Jixwe Mereş ji mêj ve navendek bû ku lê bi rêbazên yekser û neyekser tesfiyeya Kurdan dihat pîlankirin. Heman xusûs ji bo tevahî Kurdên li Rojavayê Firatê jî bi heman rengî ye. Bi Pîlanê Islahata Şerqê yê di sala 1925’an de armanc ew e, dixwazin li Rojavayê Firatê Kurdekî bi tenê yê bi Kurdî bipeyive nehêlin, di serî de asîmîlasyon bi rêbazên cihêreng wan tesfiye bikin. Divê mirov komkujiya Mereşê di çarçoveya vî pîlanî de ku hê li ser kar e, bifikire. Nexasim divê mirov li asîmîlasyona sîstematîk û li çalakiyên Gladîo yên li deverên Meletî, Semsûr, Elezîz, Dêrsim, Sêwaz, Erzîncan û Dîlokê di vê çarçoveyê de bifikire.
Bi kurtî, ji salên 1960’î ve li ser muxalefeta Kurd û çepgiriya bi pêş dikeve zordestî û kontroleke Gladîo ya her diçe zêde dibe, heye. Bi darbeya 12’ê Adara 1971’ê re ev kontrol, zordestî, şer û reşkujiyên bêhtir zêde dibin sîstematîk in, û girêdayî rêxistinê ne. Bi qasî komên Îslamî û Faşîstên MHP’î, herwisa komikên sexte yên çepgir ên Kurd û Tirk jî di çarçoveya şerê Gladîo de hatine bikaranîn. Hebûna Gladîo li Tirkiyê ji salên 1955-60’î ve di pêkhatina tevahiya hukûmet, şerên navbera komên çepgir û rastgir, pîlankirin û pêkanîna darbeyan, reşkujî û komkujiyên girîng de heta dawiyê bi tesîr e. Rola serbixwe ya rêxistinên din ên ewlekarî û îstîxbaratê her ku çû bi sînor kirin û heta bi tevahî xistin destê xwe. Bi tevahî têkiliyên xebatê yên di warê ekonomîk, civakî, çandî, dîplomatîk û desthilatdariyê de, ji bo ewlekariya dewletê nirxandin û hewl dan di çarçoveya stratejî û taktîkên Gladîo de binirxînin û rê bidin ber wan. Di serî de tevgerên çepgir û kominîst, paşê li ser Tevgerên Kurd ên sosyalîst û çepgir ku li derveyî kontrola wan beridîn, zêde operasyon meşandin. Salên navbera 1970-1980’î dema herî zêde ya operasyonan e, bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê û derbxwarina stratejîk a çepgiriyê bi encam bû. Tevgera Kurd a şoreşger û sosyalîst, piştî salên 1980’î li Rojhilata Navîn bi cih bû û bi vî awayî ev operasyonên li dijî wê jî pêk dihatin pûç kirin.
b- Dema duyemîn a şerên Gladîo bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î dest pê dike û heta sala 1985’an dewam dike. Sefareta DYE’yê ji bo dekûdolabgerînerên xwe gotibû “Zarên me karekî baş kirin bi ser ketin!” û bi vî awayî teqdîra xwe îfade kiribû, jixwe ji bo dema kin armanc û encamên vê darbeyê têne zanîn. Armanca darbeyê ew e, di serî de hêzên çepgir tevahiya tevgerên muxalif û derdorên nerazî yên li hundir bêdeng û tesfiye bike, li şûna wê li gorî rejîma destûrî sîstemeke nû ya faşîst a çandî, siyasî û civakî ya xwe bisipêre îdeolojiya Tirk-Îslam û nîzameke ekonomîk a pala xwe daye îxracata derve (derîvekirina li mêtinkariya derve) ya bi hegemonya kapîtala fînansê ya global ve girêdayî ava bike. Ev ne weke ku dixwazin nîşan bidin sîstemek e ku di bin rêveberiya hêzên ewlekariya hundir a Tirk de ye; encameke xwezayî ya şerên Gladîo’yê ye ku ji salên 1960’î ve zêde kir û bi hişyarnameya 12’ê Adarê re gurr kir. Hêzên diyarker NATO, navenda Gladîo û şaxên wê yên Tirkiyê ne. Hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rola wan ji destekdanê wêdetir naçe.
Di vê demê de xebatên Gladîo yên li dijî PKK’ê bi giştî di çarçoveya xebatên li dijî çepgiriyê de hatine nirxandin. Lewma bi kîjan rêbazên tepisandin û tesfiyekirinê bi ser rêxistinên çepgir de çûne, bi heman rêbazan bi ser PKK‘ê de jî çûn. Hêzên xistin nava PKK’ê û pîlansaziyên beşa li pişt wan, ji ber şêwazê tevgerê yê Serokatiya PKK’ê bi ser neketin. Serokatî dema derket derveyî welat bi tenê haya wê û rêberê wê ji derketinê hebû. Ev şêwazê tevgerê di serketinê de bi roleke girîng rabûye. Di wê demê de Necatî Kaya ji sedî sed dixwest min bibîne û rewşa wî ya derûnî gelekî tengezar bû, lewma divê mirov li ser vê rewşa wî bisekine. Herweha di serî de Dev-Yol, dema me bi hin hêzên çepgir re di sala 1982’an de xwest xebatên Bereya Berxwedana Yekbûyî li Dijî Faşîzmê biberidînin, helwestên biguman ên hin kesên ji nava Dev-Yolê û di vê çarçoveyê de sabotekirina hin xebatan, dibe ku têkiliya xwe bi hêzên tesfiyeyê û bi hin kesên berdayî nava rêxistinê re hebe. Pratîkên tesfiyeyê yên Taner Akçam ê xwe li serokatiya demê ya Dev-Yolê rakişand û hêmanê bi navê ‘Sari Cemal’, ne bi tenê di warê tesfiyekirina Dev-Yolê de, herweha divê di warê tesfiyekirina PKK’ê de jî mirov li ser wan bi girîngî raweste. Di wê demê de hewldanên mîna tesfiye û reşkujiya li dijî ASALA’yê û Serokê wê Agop Agopyan meşandin (ku bi ser ketin) li dijî PKK’ê jî pêkanîn lê bi ser neketin. Di herdu xebatên reşkujî û tesfiyeyê de hêmanên bi maskeya çepgiriyê hatin bikaranîn. Piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê di tesfiyekirina çepgiriyê de (PKK jî di navê de tevahiya rêxistinan) bi tenê zor û êşkence bi kar neanîn; di binyeya rêxistinan de kesên bi dizî xistin nava rêxistinan di tesfiyekirinê de bi roleke girîng rabûn. Di çarçoveya derengxistina Pêngava 15’ê Tebaxê de: Parêzer Huseyin Yildirim piştî 1982’an yekser hatibû qada Serokatiyê û xwe li hinek karan rakişandibû; bi hin rêxistinên bi koka xwe Rojhilata Navînî re têkiliyên bi guman danîbûn û tevî vê di vî warî de helwesta PDK’ê, ji wan mijaran in ku hewce dike mirov careke din li ser wan raweste.
Têkilî bi PDK’ê re krîtîk in. Helwesta PDK’ê li hemberî Doktor Şivan (Sait Kirmizitoprak, Serokê PDK’a Tirkiyê), ango di encamê de Doktor Şivan û du alîkarên wî yên girîng hatin kuştin û endamên din ên komê ji hev hatin belavkirin. Lewma dibe ku helwesteke bi heman rengî li beramberî PKK’ê jî pêk bianiyana. Nûnerên PDK’ê ne alîgir bûn ku gerîlla bibin xwedî pêngav. Gelek astengî çêkirin ji bo gerîlla gavê neavêje. Nexasim di dema qonaxa derbasbûna welêt de li ser sînor gelek hevalên me kirin şehîd. Paşê şer û kuştin dewamî bûn. Di sala 1985’an de min û Mesût Barzanî li Şamê hevdu dît û bi awayekî eşkere ji min xwest ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê gavê paşve biavêjin. Li ser vê, guman û fikarên min çêbûn ku ev xwesteka wî ne bi tenê ferzkirineke hêzên ewlekariya hundir a Tirkiyê ye, ev hewldanek e ku têkiliya xwe bi Îsraîlê û Gladîo’ya NATO’yê re heye. Divê mirov şer û têkiliyên bi PDK’ê re bi tenê weke bûyerên hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rê dide ber wan nebîne, mirov di çarçoveya polîtîkayên Îsraîl û Gladîo’ya NATO’yê de li wan binêre gelekî girîng e. Ev mijarek e ku divê mirov bi berfirehî û hûrûkûr lêbikole. Pêngava 15’ê Tebaxê û sala wê ya pêşî, herçiqasî pêşbîniya wan bê kirin jî bi awayekî vebirrî haya sîstemê jê tineye. Nikarîbûne pêşbîniya wê bikin ka wê ber bi ku ve biçe. Bi awayekî rast nikarin pêşbîniya berê wê û berfirehiya wê bikin. Em bi xwe jî vê pêşbîniyê nikarin bikin. Ji sedî sed diyar e ku rê li ber qonaxeke nû vedike. Lê ez yeqîn dikim, bi kêmanî tevahiya sala 1985’an, nexasim hêzên ewlekariya hundir a Tirk, hêzên NATO û Gladîo’yê encamên wê guftûgo dikirin.
c- Dema sêyemîn û dema herî girîng a şerên Gladîo ji sala 1985’an ve heta bi sala 1993’an mirina Turgut Ozal dewam dike. Li gorî xala pêncan a qanûna damezrandina NATO’yê hukmê “Eger êrîş biçe ser endamekî weke çûbû ser tevahiya endaman” heye û ev hukim ji sala 1985’an ve bi cih hat anîn. Pêkanîn di çarçoveya Gladîo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Elmanya bû, pêşî dewleta Elmanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Elmanyayê, bi navenda Gladîo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiyê û hêzên ewlekariyê yên hundir ên Tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrîşên xwe zêde kirin. Hevdîtinên bi min re û nexasim jî yên bi riya PDK û Barzaniyan bi armanca ku em bi awayekî xweber dev ji pêngavê berdin, hatin meşandin. Ev xwestek an jî pêşniyar, aktualîzekirina biryarên hegemonya kapîtalîst di sala 1920’an de li Konferansa Qahîreyê der barê pirsgirêka Kurdan de dayî îfade dikin. Çawa ku tê zanîn, li gorî vê biryarê; divê Rojhilata Navîn di bin destê hegemonyayê de bê ragirtin, meseleya Kurd jî bi awayekî çareser nebe bê hiştin û bi vê rewşê divê pirsgirêk her dewam bike. Ji bo li Kurdistanê ev pêşbînî bi cih bê, rol didin Barzaniyan û PDK’ê. Ji ber ku di çarçoveya vê pêşbîniyê de pêkanîna hebûna Îsraîlê û mayîndebûna wê jî armanc e, bi tevahî pêkhateyên li Kurdistanê di çarçoveya Proto-Îsraîlê de nebin jî mudaxeleyî wan dikin û wan bê tesîr dikin. Ango di vê çarçoveyê de ji sala 1985’an ve piştî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî êrîşên hêzên Îsraîl, Tirkiye û PDK’ê tevî NATO û Gladîo tînin ser PKK’ê têne fêhmkirin. Li pişt van êrîşan biryareke dîrokî û berjewendiyên heyatî yên rojane hene.
Herçiqasî bi navgîniya Mesût Barzanî ji me re peyam şandibûn jî dîtin ku em dev ji pêngavê bernadin û kengî ev fêhm kirin, di sala 1986’an de rêxistinên JITEM û Hîzbullahê xistin dewreyê. JITEM a ku bi her cure erkê hatibû gurçûpêçkirin bi rola demê ya ‘Teşkîlat-î Maxsûsa’yê radibû. Çawa ku tê zanîn, Teşkîlat-î Maxsûsa di sala 1914’an de hat damezrandin û yek ji rêxistiniyên pêşî yê faşîst e ku ji bo avakirina dewleteke netewe ya Tirk a nijadeperest û homojen berê pêşî di qirkirina Ermeniyan de bi roleke girîng rabûye, di serî de tevkujî bi pêkanîna her cure rê û rêbazê hatiye erkdarkirin û bi van erkan hatiye gurçûpêçkirin. Şaxekî wê yê Îslamî-dîndar ku di navê de Seîd-î Nûrsî û Mehmed Akîf jî hebûn tevî vê rêxistiniyê xistin nava tevgerê. Ev modela qirkirinê di sala 1986’an de weke JITEM û Hîzbûllahê ji nû ve hatin aktualîzekirin û herdu rêxistin di heman çarçoveyê de bi erk û rayeyan hatin gurçûpêçkirin. Di navbera hêzên DYE, NATO, Gladîo, hêzên ewlekariya hundir a Tirk û PDK’ê de koordînasyonek hat pêkanîn. Hîzbûllahê hem ji Îranê hem jî ji polîtîkayên Îslamî yên Erebistana Suûdî xwest sûdê werbigire.
Di vê demê de bi destê PDK’ê kes xistin nava PKK’ê. Di wê demê de yê ku ji nû ve PDK bi rêxistin dikir û li serê rêxistina bi navê ‘Qiyadey Mûweqqet’ Samî Abdurrehman hebû. Bi awayekî bingehîn, pratîka hewldanên tesfiyekirinê li dijî PKK’ê û xistina kesan a nava wê, ji aliyê Samî Abdurrehman ve hat kirin. Amûra herî girîng a bi kar anî rêxistina Kurd a sexte KUK bû (Rizgarîxwazên Neteweyî yên Kurdistanê. Weke her rêxistina sîxur nav an jî xisleteke rêxistina esas bi kar aniye). Gelek PKK’yî û welatparêzên Kurd bi destê vê rêxistinê hatin kuştin. Rola dayîn KUK’ê ew bû, çi dibe bila bibe divê destûrê nede ku PKK derbasî Rojhilatê xeta Çewlîk û Mêrdînê bibe. Çawa ku damezrînerê JITEM’ê Albay Arif Dogan jî li xwe mikur tê, mirov fêhm dike ku di wê demê de ekîbeke ji deh hezar kesên çekdar hatiye wezîfedarkirin. Li vir xusûsa girîng ew e, ev hêz di ser qanûnê re ye. Erka wê heye ku bêpirs û îfade mirovan bikuje. Ji ber vê ye ku weke rêxistina qirkirinê tê bi wesifkirin. Heman erk ji bo Hîzbûllaha Kurdistanê ya gel wê weke ‘Hîzbul-Kontra’ bi nav dikir jî hatibû naskirin. Ji deh hezaran zêdetir kuştinên kujerê wan nediyar bi destê van herdu rêxistinên birayên hev bi qanûn û heta bi erkên di ser destûrê re hatin kirin. Di serê wê demê de îmhakirina Ozan Sefkan (Celal Ercan) û koma wî (1985), şehîdkirina heval û hevrê Mahsûm Korkmaz (1986), xebat û hewldanên ji bo teslîmgirtinê yên bi destê Selahattin Çelik û pêxîrtengiya di Kongreya Sêyemîn a PKK’ê ya 1986’an de bûyerên girîng in, yekser û neyekser têkiliya xwe bi JITEM’ê re hene. Dîsa Îbrahîmê ji Nisêbînê (Darar Akay) ku li ber dilê min gelekî hêja bû, çawa ku Arif Dogan li xwe mikur tê di sala 1985’an de li gundê Şax ê Silopiyê bi destê JITEM’ê hat kuştin. Bandorên Rewşa Awarte, JITEM û Hîzbûllahê di sala 1986’an de li ser PKK’ê ewqasî giran bûbûn rê li ber pêxîrtengiyeke qismî vekiribûn. Lewma Kongreya Sêyemîn kêrhatî û çareserker nebû. Ji ber vê jî beşekî mezin ji asta fermandaran hat guhertin.
Ji bo ku ez vê rewşa neyênî pûç bikim, di ser Rojhilata Navîn re ji sala 1987’an ve heta bi kuştina Turgut Ozal hema bêje her sal min bi xwe ji hezarî zêdetir namzetên gerîlla perwerde û gurçûpêç kirin û ew gihandin baregehên wan. Berê û paşê jî bi hêzên gerîlla yên ji hezaran zêdetir, bi amûrên wan û bi riya peran min destek dabû. Lê min desteka herî mezin di van salên tesfiye û tevkujiyan de bi xwe da. Ji sala 1987’an ve me gerîlla bi lez derbas kirin nava welat û me xebatên xwe yên di vî warî de bi lez kirin. Lê di van xebatên me de tiştekî neyênî bal kişand ser xwe. Ji serekên koma ku em ê paşê weke ‘çeteya çaran’ bi nav bikin, Cemil Işik bi nasnav Hogir çawa derbasî nava welat bû bi bahaneya têkoşîna li dijî cerdevanan bi serê xwe dest bi çalakiyan kir û di navê de jin û zarok jî bû sedema kuştina bi dehan mirovan. Sîstema taktîkan a PKK’ê ku min bi xwe bi rêkûpêk kiribû, bi van çalakiyan pûç bû. Jê û pêve jî PKK’ê kir û nekir nikarîbû careke din taktîkên xwe bi cih bîne.
Mahsûm Korkmaz yek ji wan namzetên me yên fermandariyê bû ku pêşî li vê tehlûkeyê varqilî û hewl da tedbîran bigire. Lewma ew heval û hevriyê me bi taybetî hat hilbijartin û qetilkirin. Kuştina Darar jî di vê çarçoveyê de ye. Kuştina Ozan Sefkan û hevalên wî jî dewama rêzebêbextiyên bi vî rengî ye. Awayê kuştina Mahsûm, şert û mercên têde giyana xwe ji dest da, rola kesên sîxur ên ketine nava rêxistinê tîne bîra mirov. Şemdîn Sakik û gelekî paşê ciwanê ji Erûhê yê bi nasnav Ferhad ku Zivistana 1987’an li Bekaa’yê xwe kuşt, mirov difikirîne ku Mahsûm bi îhtîmaleke mezin bi reşkujiyeke ji hundir ve hatibe qetilkirin. Cemîl Işik ji sala 1987’an ve ji guhertinên di asta fermandariyê de sûd wergirt û di nava gerîlla de însiyatîf xist destê xwe û berdêla vê yekê PKK’ê bi giranî da. Ango PKK’ê ji vê zirar û ziyaneke mezin dît. Zirara wî ya herî mezin da ew e, planê şerê gerîlla yê PKK’ê bi zor û zehmetiyeke mezin amade kiribû û pirraniya vî planî pêk anî bû, pûç kir. Endamên din ên ‘çeteya çaran’ Şemdîn Sakik, Şahîn Baliç û Halil Kaya (Kor Cemal) li ser şopa Hogir çûn û bûn ji wan kesên li pêş û bi bandor ên sîstema gerîlla pûç kirin. Pirraniya van navan têkiliya xwe bi PDK û Pênc Parçeparêzan re hebû (Pênc Parçeparêz û KUK jî bi PDK’ê re têkiliya xwe hene. Nexasim têkiliya wan bi ‘Qiyadey Muweqqet’ re) û ev dike ku mirov ketina sîxuran a nava rêxistinê paşguh neke. Di vê demê de bi qasî sed namzetên hêja yên fermandariya gerîlla ku min ew bi xwe nas dikirin, bi awayekî wisa qetilkirin mîna ku ‘di şer de hatine kuştin’ nîşan dan û ev jî mezinahiya bêbextiyê nîşan dide.
Lîstika komplo û bêbextiyê gelekî eşkere ye. Bingehê wê yê dîrokî jî heye. Di dema Îttîhad û Teraqiyê de ev lîstik gelekî hatiye lîstin. Dîsa di dema serîrakirinên Kurdan û hewldanên tesfiyekirina Partiya Kominîst de komplo gelekî hatiye ceribandin. Xisletên wê yên bingehîn ev in: Ya yekê, divê têkiliya hêzên şoreşger ji gel bê qutkirin û ji bo gel li ber van hêzan rabe, divê tîmên kuştinê yên bi maskeya gerîlla yan jî serîrakiriyan bêne çêkirin û bi wan bûyerên kuştinê bide kirin. Çeteya Çaran û yên mîna wan di vê mijarê de têra xwe serketî bûn. Van kesan li dijî gel û nexasim jî li dijî malbat û eşîrên xwestin li ber me rakin bi sedan çalakiyên komplowarî pêk anîn. Eger der barê çalakiyên van komployan de bi girîngî lêkolîn bê kirin wê çend cildên pirtûkan pêk bîne. Jixwe divê lêkolîneke bi vî rengî ji sedî sed bê kirin. Rêbaza dudiyan a komployê ew e, kadroyên hêja yên karin bibin fermandarê gerîlla yan pêşengên serîrakirinê dikin hedef û dikujin. Di vê mijarê de jî têra xwe serketî bûn. Bi sedan heval û hevriyên me yên karîbûn fermandariyê bikin bê sedem dan kuştin an jî kuştin û ev jî mezinahiya komployê nîşan dide. Di serîrakirinên Kurdan û tesfiyekirina lîderên çepgir ên Tirkiyê de rêbazên bi heman rengî hatine bikaranîn û bi komployan kadroyên pêşeng hatine îmhakirin. Di vî warî de xeleka herî dawî di sala 1990’î de komploya mezin e ku li dijî şexsê min pêk hat. Komploya em behsa wê dikin, Şahîn Baliç, Mehmet Şener û Cangir Hazir (Sari Baran) serkêşiya wê kirin. Bi şehîdbûna heval û hevrê Hasan Bindal ev komplo eşkere bû û hat pûçkirin. Lê di du qadên din ên girîng de serketî bûn. Karîbûn girseya sereke ango gel ji PKK’ê qut bikin û bixin pêvajoya cerdevanbûnê. Namzetên fermandariyê îmhakirin û gerîlla bê serî hiştin; gerîlla ji xeta sereke ya taktîk derxistin û ew kirin komên asî û awareyan. Di vê demê de Gladîo’ya derve û hundir herçiqasî nikarîbû PKK’ê û şerê gel ê şoreşgerî û tecrûbeya wî ya jêre pêşengî kir bitepisîne û tesfiye bike jî lê nehişt ku şerê gerîlla weke hatibû plankirin û taktîkên wî bi xwe bikevin pratîkê.
Yek ji mijarên herî girîng ên serneketinê ku berpirsên PKK’ê zêde haya wan jê çênabe ew e, plansaziya taktîk çima di pratîkê de bi awayekî serketî pêk nayê û di vê de rola Gladîo-JITEM’ê pê radibin e. Serketina herdu aliyan jî nîvco maye. Di vê qonaxê de ya min kirî ew bû, şerê şoreşgerî domdar bikim û pêşî li têkçûna wî bigirim. Eger serokatiya pratîk a hundir bi hewldaneke hevgirtî rabûya, pêkan bû ku di asteke jor de serketinek pêk bihata. Dîsa jî pûçkirina komploya 1990’î û encamên Şerê Kendavê nîşan didan ku bandora yekbûyî ya Tevgera PKK’ê bi awayekî giştî zêde dibe. Ji ber ku tewazuna herêmê ya maneya wê ya dîrokî-civakî mezin e, rast hatiye nirxandin, pratîkeke ji rêzê ya şerê şoreşgerî rê li ber encamên girîng û serketî vekiriye. Eger serokatiya taktîk dema navbera 1990-93’an rast binirxanda ango hem ji aliyê hejmarê û hem jî ji aliyê naverokê ve mezinkirina hêzên gerîlla dewam bikira û plansaziya taktîkî bi cih bianiya, rêveçûna dîrokê dibe ku cuda bibûya, di serê salên 1993’an de çareseriyeke dîrokî pêk bihata. Sîstema Gladîo li ber hilweşînê bû. Turgut Ozal ji ber ku ev dîtibû alîgirê lihevkirinê bû. Li şûna ku Kurdistanê ji dest bide, îqna bibû ku gelan bi bendên federal li bin banê dewleteke hevpar li cem hev bigire û vê weke riyeke pirr girîng a ji bo jiyana bi hev re û bi biratî ya gelan didît. Gladîo’ya hundir û derve, ji ber ku ev helwesta wî weke tesfiyekirina xwe dîtin, ji bo xwe ji vê xilas bikin û ji bo riyeke xwe pê xilas bikin bibînin berê xwe dan tesfiyekirina Turgut Ozal. Ya ji vê jî girîngtir, Turgut Ozal li gorî Mîsaq-î Mîllî dixwest Mûsil û Kerkûk bi awayê federal bi Komara Tirkiyê ve bên girêdan. Di vê çarçoveyê de bi Celal Talabanî re têkiliyên xwe û danûstendinên xwe xurt bûn. Bi vê armancê diyaloga bi min re pêşniyar kiribû. Bi rastî gavavêtineke dîrokî difikirî. Çawa ku tê zanîn, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Eşref Bitlis jî bi Turgut Ozal re li ser heman planî xwedî xebat û hewldan bû. DYE û Îsraîl li ser Iraqê xwedî pîlanên cihê bûn. Lewma nêzîkatiyên Turgut Ozal û Eşref Bitlis heta dawiyê ji bo xwe bi tehlûke dîtin û li ser vî bingehî, darbeya pêşî li ber Demirel û Çillerê (û li cem wan Erdal Înonî) vekir pêk anîn.
Sala 1993’an saleke awarte bû. Di nava mehên pêşî yên salê de bi kuştina Ugur Mumcu re reşkujiyên dest pê kirin (Kuştina Adnan Kahveci, Turgut Ozal û Eşref Bitlis, komkujiya li hotêla Madimak a Sêwazê, kuştina Bahtiyar Aydin, kuştina sîhûsê eskerên bi erebeyên sivîl vediguhestin, kuştina gelek rayedarên eskerî û sivîl) divê mirov di çarçoveya darbeyê de li wan bifikire. Ji nava dewletê şaxekî bi hêz di vê demê de xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kiribû. Di civîna 25’ê Gulanê ya Desteya Ewlekariya Mîllî ya MGK’ê de guftûgokirina efûya siyasî di rojevê de bû. Ev darbeyeke wisa bû ku bi kêmanî bi qasî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê bi bandor bû û rê li ber encamên giran vekir. Jixwe ji ber rêxistina Gladîo ya bi erkên di ser qanûnan û destûrê re hatibû gurçûpêçkirin hewcedarî bi darbeyeke eskerî nedihat dîtin. Hedefa darbeya vê carê hêzên dewletê yên alîgirê çareseriyeke aştiyane bûn. Ango bi darbeya li pêvajoyê belavbûyî dîsa ev hêzên dewletê dihatin tesfiyekirin. Ev darbeya hînê jî di tariyê de ye, divê ji sedî sed bê zelalkirin. Mirov heta şaxên darbekaran ên hem di nava PKK’ê de hem jî di nava dewletê de dernexe holê, bi hêsanî riya çareseriya siyasî û aştiyane venabe.
Di dawiya vê demê de ango di dawiya salên 1990’î de gelek bûyerên tesfiyeyê li eyaletên Dêrsim, Amed, Xerza û Tolhildanê pêk hatin û divê mirov para diyarker a Gladîo’yê di van tesfiyeyan de bibîne. Heye ku li herdu aliyên sînorên bi Iraqê re tesfiyeyên bi PDK’ê re hatin meşandin li Amed û Xerza bi Şemdîn Sakik û Sait Çurukkaya re, li Dêrsimê bi Hidir Sarikaya û yên mîna wî re, li eyaleta Tolhildanê jî bi Terzî Cemal re hatibin meşandin. Ev dema ku em behsa wê dikin gelekî tevlîhev û aloz e. Ji lewra bi hêsanî mirov dikare îddîa bike ku di tesfiyeyên vê demê de gelek hêmanan bi zanebûn an bi nezanîn rol girtine. Di encama operasyona sala 1992’an û êrîşa PDK û YNK’ê de bereya berxwedanê ya Botan û Behdînanê derbeke mezin xwar. Bi teslîmiyeta wî rezîlê Osman Ocalan jêre pêşengî kir, darbeyeke bi maneya stratejîk li ber derî bû. Li dijî vê, di serî de li herêma baregeh a Rojhilata Navîn li her qadê bi berxwedana bi hosteyî û bi biryar ji serê kendalê tesfiyeyê vegeriyan. Lê ya rastî, hêzên gerîlla ku desteka mezin a gel li cem wan bû di warê stratejîk de serdest bûn. Lê tevkujiyên Gladîo’ya derve li gelek navçe û bajaran û li hundir jî hewldanên tesfiyekirina rêxistinê û gerîlla kengî bi êrîşên PDK û YNK’ê re bûn yek, her tişt berepaş meşiya. Dîsa jî serdestiya stratejîk a gerîlla karîbû dewam bikira. Lê me dikir û nedikir serokatiya taktîk bi temamî cih nedigirt, lewma ev firsenda dîrokî baş nehat bikaranîn. Ji lewra gelek zirar û ziyana hîç heq nekiribû li PKK’ê bû, ji ber van sedeman gelek serketinên mezin ên heq kiribûn ji dest çûn û xwe negihand wan. Bûyerên di vê demê de, nexasim bûyerên di dawiya vê demê de qewimîn weke pirsgirêkeke bingehîn li benda zelalkirinê ne.
d- Dema çaran a şerên Gladîo, di nava salên navbera 1993-1998’an de cih digire. Kesên li ber şêweyê çareseriya siyasî û aştiyane ya Ozal pêşengiya wê dikir radibûn, wexta vê dema nû didan destpêkirin hinek avantajên wan ên girîng hebûn. Jixwe bi desteka mezin a DYE û Îsraîlê ew xistibûn nava tevgerê. Serokê Fermandariya Giştî yê demê Dogan Gureş di serê sala 1990’î de dema ji Londonê vedigeriya got “Ji bo em PKK’ê bitepisînin ji me re lampeya kesk vêxistin” ya rastî bi vê gotinê îşaret bi vê destekê dikir. Îsraîl ji bicihbûna PKK’ê ya li Rojhilata Navîn bi fikar bû, lewma ewqasî destek dida Komara Tirkiyê. Îsraîlê bi israr dixwest PKK bikeve bin destê PDK’ê. Nedixwest Tevgera Kurd bi hêza xwe, serbixwe û azad bi pêş bikeve. Bi tevahî ne li dijî Tevgera Kurd bû, li dijî şêwazê PKK’ê bû. Ji ber PKK’ê têkiliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ketibûn dema xwe ya herî xweş. DYE û Ingilîstanê bi awayekî rêûresmî bi Gladîo’ya NATO’yê Tirkiyê kontrol dikirin. Bi awayekî bingehîn a pişta xwe didanê Gladîo bû. Li hundir bi bloka Silêman Demirel, Tansu Çiller û Erdal Înonî re li hev kirin û bi vî awayî hemû karûbarê pîlanên tesfiyekirinê temam kirin. Turgut Ozal di nava ANAP’ê de tecrîd kirin û bi tenê hiştin. Li Tirkiyê Menderes, Ozal û Ecevît bi heman rêbazê, bi xebatên Gladîo hatin tesfiyekirin. Ji bo kesekî yan jî saziyeke li asta girîng bîne ser a xwe, Gladîo’yê ew bi vê rêbazê tenê dihişt, tesfiye dikir û di vî warî de têra xwe bûbû xwedî tecrûbe. Eger pêncî-şêst salên dawî yên rêveberiya Tirkiyê di çarçoveya bandora Gladîo de li ber çavan neyê girtin, kes nikare bûyer an jî pêvajoyeke siyasî, ekonomîk û eskerî rast û durist ji hev derxe. Bingehê van darbe û komployan di sala 1914’an de hat danîn, lê hê berê sala 1909’an bi jitextanînaxwarê ya Abdulhemît dest pê kiribûn û xeleka wan a herî dawî jî Gladîo ye. Faşîzma Tirk a Spî bi awayekî bingehîn ji aliyê rêxistiniyên mîna Gladîo’yê yên di nava zincîra van komployan de cih digirin, bi rê ve dibin. Hêzên diyarker ev in. Yên darî çav an jî di vîtrînê de xuya dikin; nexasim siyasetvanên sivîl bi rola maskeyê radibin. Guftûgoyên sexte yên di navbera wan de jî bi armanca maskekirin û rewakirina lîstikvanên rastî yên desthilatdariyê ne, û ew lîstikvan kûr di binî de ne.
Di sala 1993’an de alîgirên çareseriya siyasî û aştiyê yên di nava dewletê de hatin tesfiyekirin û li ser gelê Kurd û PKK’ê yek ji tevgerên tesfiyekirinê yên herî mezin di dîrokê de hat meşandin. Li derdora çar hezar gundî hatin hilweşandin û şewitandin; bi mîlyonan gundî bi darê zorê û bê sedemeke qanûnî hatin koçberkirin. Malên wan, alavên wan, xanî û zeviyên wan hatin talankirin; ew pêşkêşî cerdevanan kirin. Bi hezaran gundî ji aliyê cerdevan, Hîzbûllah û JITEM’ê ve (jixwe ketibûn zikhev) hatin kuştin. Dest avêtin jinan. Zarok li dibistanên qişleyî ku mekanên îmhaya komî bûn, bêşexsiyet û bênasname dikirin; ev tinekirina komî jî piçûkxistina bi rêbazên asîmîlasyonîst a zarokan û bûyerên destavêtinê yên pirr e. Li gund û bajarên mayî jî qût û zad bi qarne û kontrolê belav kirin. Rêbaza qaçaxçîtiyê kirin destê xwe û bi tenê di dema Tansû Çîllerê de xanîmeta bi qasî bîst mîlyar dolarî (rêjeya bi belgeyan hatiye eşkerekirin) di nava xwe de parve kirin. Karsaz û esnafên durist ên Kurd nîşan kirin û hin ji wan kuştin, yên nikarîbûn îqna bikin jî xisirandin û ew birin îflasê. Yên mayî jî bi ser kontrgerîlla ve kirin; ew kirin mîna şaxên kontrgerîlla. Hejmara cerdevanên gundan derxistin sed hezarî. Çi kesê bi wan re hevkarî nekir dijmin îlan kirin. Li dijî PKK’ê operasyona herî berfireh a di dîroka Komarê de pêk anîn. Di vê de PDK, cerdevan û îtîrafkar heta dawiyê û hem jî li rêza pêş bi kar anîn. Hêzeke bi gelekî ji hêza di şerê Yewnanan de hatî bi kar anîn mezintir di van operasyonên şer de yên demeke dirêj ajotî bi kar anîn. Bi ti pîvana şer re girêdayî neman. Cenazeyên gerîllayan jî parçeparçe kirin.
Ji hêzên ewlekariyê yên hundir zêdetir hêzên Gladîo-JITEM-Hîzbûllahê şer dimeşandin. Ev hêzên ku bi erkên di ser qanûn û destûrê re hatibûn gurçûpêçkirin, qaşo şerê manûnemanê dimeşandin. ‘Tehlûkeya Kurd’, ji tehlûkeya Yewnan û Ermeniyan qat bi qat mezintir bû. Bi rastî di vê mijarê de bûbûn paronayak. Dixwestin ji sedî sed tesfiye bikin. Li pey vê bûn û ji bo vê jî komployên gelekî taybet meşandin. Ji ber ku bi tenê der barê pirsa Kurd de rapor amade kiribû Sakip Sabanci weke hedefa reşkujiyê hilbijartin. Alparslan Turkeş bi xwe gef li Sabanci xwarin û got “Tu heddê xwe derbas dikî.” Rojnamevan neman ku ji wan re hişyarnameyan neşînin. Herî dawî di komploya li dijî min a 6’ê Gulana 1996’an de (di vê komployê de Abdullah Çatli, Sedat Bucak û Şaredarê Wêranşarê Keleşabdioglu bi hev re rol girtin) bombeyeke hezar kîloyî hat teqandin û ev ji nîşaneyên vê demê ne. Di nava Artêşê de dubendiya di nava koman de bêhtir kûr bû. Bi Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Îsmaîl Hakki Karadayî re (1994-1998) beşekî artêşê hewl da mesafeyekê bixe nava xwe û Gladîo’yê û ev jî encama vî şerê dîn ê vê demê bû. Ew bi xwe jî bêtesîr kiribûn. Şefên Gladîo’yê piştî tesfiyekirina Ozal û ekîba wî bi temamî bûbûn xwediyê desthilatdariyê. Yên darîçav, rola wan ji fîguraniyê wêdetir ne tiştekî din bû. Di sala 1998’an de Huseyîn Kivrikoglu bû Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk. Li Qibrisê bi sîlehê êrîş birin ser Kivrikoglu. Gulle li albayê hema li pişt wî ket û hat kuştin. Kivrikgolu ji vê êrîşê hema firtî firtî filitî. Ev bûyer jî yek ji wan bûyerên girîng e ku pê diyar dibe, kengî kesekî li gorî xwe nebînin çawa bi çavkorî êrîş dikin.
Mîna di demên sala 1985-1993’an de, ji bo di vê demê de jî şerê gel ê şoreşgerî ji tempo û domdariya xwe nekeve, min qebûl kir ku ez baregeha li Rojhilata Navîn weke taktîkeke sereke heta dawiyê bi kar bînim. Min yeqîn dikir ku ev xebateke herî bi bandor a taktîkî ye. Dîsa ji hezarî zêdetir namzetên gerîlla yên me ew her sal perwerde kirin û pêdiviyên wan bi tevahî tedarik kirin, me pirraniya wan gihandin baregehên wan. Me ji pêkanîna ti baregeha nava welat dest nekişand. Hinek qanalên din jî hatin vekirin. Zirar û ziyana me ya di şer de mîna qelemkirin û kesixandina daran bû ango bandora wê neyênî li me nedibû. Berevajî dara azadî û serxwebûnê ji her demê bêhtir geş û mezin dibû. Ji şerê îdeolojîk û polîtîk ê pêl bi pêl hat meşandin gavek jî paş ve nehat avêtin. Lê dîsa jî me kir û nekir, me nikarîbû em xwe bigihînin wê asta serketinê û rewşa tewazunê. Çiqasî hewl bida bila bida şerê Gladîo’ya derve di vê de ne diyarker bû; ya diyarker ew bû, serokatiya taktîk, fermandariya gerîlla tam cihê xwe nedigirt. Herçiqasî di vê de bandoreke girîng a tesfiyekar û sîxurên di nava têkoşînê de hebû jî pirsgirêka bingehîn ji fermandariyê bû. Şer hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê kesayetê ve herî zêde di vê qadê de bandora xwe nîşan dida. Herçiqasî hewldana reşkujiyê ya di 6’ê Gulanê de bi ser neketibe jî Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan li naveroka bi tehlûke ya vê hewldanê baş varqilîbû di 30’ê Hezîranê de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî û bi vê çalakiyê pêşî li taktîka sala 1996’an û riya serketinê vekir. Ji ber ku taktîka hundir xetimîbû û ji derve îmha dihat ferzkirin.
Min di vê demê de pirr eşkere dît ku şerên gelan di heman demê de şerên yeman ê çînî ne. Min di analîzên kirî de cihekî berfireh da vê rastiyê. Mîna di serê sala 1990’î de, dîsa di dawiya wê de derfetên serketina stratejîk bi zêdeyî hebûn. Hewldanên ji bo diyalogê yên bi însiyatîfa Turgut Ozal dest pê kiribûn di sala 1997’an de bi Serokwezîr Erbakan û bi şaxekî ji nava artêşê re dewam kirin. Em dîsa gelekî nêzî çareseriya siyasî û aştiyane bûbûn. Ez yeqîn dikim ku dîsa heman Gladîo’yê dest avêt meseleyê û bi hêzên hundir û derve yên li pişta wê ket nava tevgerê û lewma şensê çareseriya siyasî û aştiyane ya ji van diyalogan dihat payîn nehat nirxandin û firsend nehat dayîn. Hem di asta Serokwezîrtiyê de hem jî di asta Serokatiya Fermandariya Giştî de ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane niyet hebû, lê tevî vê, firsend nehat dayîn, û ev jî gelekî baş û eşkere nîşan dide ku NATO, Gladîo û şaxên wê yên hundir li ser rejîma Tirkiyê çiqasî bi bandor in. Em behsa sîstemekê dikin ku mîna kabûsê ketiye ser Komarê û lê piçikî ye.
Di Îlona 1998’an de hêzên em behsa wan dikin gef li Sûrî xwarin ku bi ya wê nekin wê pêre şer bikin. Bi vê xwestin, dawiyê li statuya stratejîk a baregeha me ya li Rojhilata Navîn bînin. Di gihiştina vê nuqteyê de rewşa stratejîk a qadê û rewşa min a stratejîk xwedî rolên sereke ne. Lê bi ya min, sedema bingehîn ew e, çareseriya siyasî û aştiyane careke din bi awayekî ciddî ketiye dewreyê. Gelekî berê jî karîbûn ji aliyê eskerî ve bi ser Sûrî de biçin; di vê mijarê de astengeke ciddî li pêşiya wan tinebû. Ji bo vê destwerdanê hilbijartina vê demê û salê têkiliya xwe bi îhtîmala çareseriya siyasî û aştiyane re heye. Bi kurtî, dixwazin biryara 1920’an hê jî li ser hukim bihêlin. Ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiya ji bo wan gelekî girîng di kontrola xwe de bigirin, bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd ji bo wan bi roleke heyatî radibe. Eger mirov nêzîkatiyên gelek hêzên derve û hundir ji bo Kurdan û PKK’ê di çarçoveya van parametreyan de binirxîne, mirov ê karibe baştir pêşiya xwe bibîne. Sala 1998’an diviyabû ji bo min bi rastî bibûya qonaxeke nû. Min di analîzên xwe de jî gelekî behsa vê rewşa her xwe dugêsinî dikir kiribû; ya rastî, şerê gerîlla li sêbereya Gladîo-JITEM-Hîzbûllahê aliqîbû û ji bo em li dora singê xwe nezîviriyana, diviyabû em ji nava pencê vê sêbereyê derketana, naxwe me nikarîbû şer derxista asteke jortir. Di vê mijarê de kêmasiyên hundir hê jî diyarker bûn. Eger çareseriya siyasî û aştiyane nebûya, bi tenê riyek dima, ew jî şerê gel ê şoreşgerî bû ku diviyabû me derxista asteke jortir, naxwe ne rast bû ku em li riyeke din bifikiriyana.
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN