AMED – Li Amedê, di du rojên dawî de polîsên dagirker ên ‘Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Terorê’ (TEM), bi awayekî çetewarî 100 malbatên ku zarokên wan Gerîla ne birin Midûriyetê û ji wan xwestiye ku zarokên wan ji “qanûna poşmaniyê” sûdê bigirin.
Li Amedê, piştî provokasyonên li ber avahiya HDP’a Amedê ya hin malbatên ku bi îdiaya “zarokên wan hatine revandin û wan birine çiyê”, Midûriyeta Emniyetê ya Amedê malbatên “zarokên wan li çiyê” bi awayekî ne fermî dibin midûriyetê. Polîsên TEM’ê malbatan dibin qata sisêyan ya midûriyetê. Li vira polîs malbatan dibin odeyên cuda û herî kêm du polîsên dagirker bi darê zorê dixwazin bi wan re sohbet bikin.
Li gorî agahiyên ji hin malbatên ku polîsên dagirker bang li wan kiribûn hatin bidestxistin, polîs bêyî teblîxateke fermî hebe bang malbatan dikin û gava malbat tên Midûriyeta Şaxa TEM’ê tu qeyd nayên çêkirin. Li vira polîsên dagirker malbatan dixe pirsiyariyê û hewl dide wan îkna bikin ji bo biçin ber avahiya HDP’ê û tevlî provokasyonan bibin. Her wiha nayê hiştin ku malbat tevî parêzerên xwe bên. Li gorî agahiyên bi dest ketin di 2 rojên dawî de polîsan bang 100 malbatî kiriye. Di dema pirsiyariyê de tu form nayên nivîsandin û tu qeyd nayê çêkirin.
MIJARA SOHBETÊ QANÛNA POŞMANIYÊ YE
Hat gotin ku di pirsiyariyê de ji malbatan re tê gotin ku zarokên wan li kur in, navên hevalên wan çi ne, pêwendiya wan bi zarokên wan re heye yan na… Ji malbatan hatiye xwestin ku pêwendiyê bi zarokên xwe re deynin û bila ji “qanûna poşmantiyê” sûdê wergirin. Her wiha polîsan ji malbatan xwestiye tevlî provokasyonên li ber avahiya HDP’ê bibin.