EFRÎN – Hate ragihand ku îro di saetên sibê de li navenda bajarê Efrînê teqîneke mezin rû da. Di encama wê de zirarên mezin çêbûn.
Teqîn li ser rêya Racoyê pêk hat lê sedema wê heta niha ne diyar e. Her wiha destnîşan kir ku di encama wê de kuştî û birîndar hene û hejmara wan heta niha diyar nebûye.
Heta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe.