AMED – Bi îddîaya ku têkiliyê wan bi teqîna ku doh êvarê li navçeya Pasûrê ya girêdayî Amedê di dema ku maşînek derbas dibû pêk hatibû, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Pasûrê Abidîn Karaman û rêveberê karûbarê fenê yê şaredariya Pasûrê Şener Aktaş hatin destgîrkirin.
Di lêpirsînê de hat zanîn ku di derberê du kesên din jî biryara destgîrkirinê heye.