AMED – Doh êvarê li navçeya Pasûrê ya girêdayî Amedê di dema ku wesayîtek li ser riya Muşê derbas dibû teqînek pêk hatibû, û 7 kesên miri bûn. Piştî buyerê meydaya tirk a yekalî daxuyaniya Wezirê dewletê wek “Lêzgîn” derbas kir û got kesên di buyerê mirine sivîl in.
Bepirsyarê cerdevanan û Serokê Konferderasyona cerdevanan Ziya Sozen li ser Twitterê dabû diyarkirin ku di nava kuştinyan de 3 cerdevan hene û navê wan Abit Yildiz, Siraç Yildiz û Omer Yildiz e. Heta niha navê 7 kesên mirine û 10 kesên birîndar bûne fermî nehatine eşkere kirin. Kesên ku mirine dewleta tirk a dagirker tenê wek “sivîl” nîşan didin û bi vî awayî dixwazin ser buyerê bigre.
TÎMÊN HANÇER Û BAYRAK
Li gorî agahiyên me ji herêmê wergirtiye, wesayîta ku hatiye teqandin aîdî hevkarekî dewleta tirk a dagirker e ku li herêmê wek kontrayê tîmên Hançer û Bayrak tê nasin. Kontrayên ku ji Êlihê û Sêrê anine, li herêmê demek dirêj di nava fealiyetê de ne.
Serê sibehê ku li cihê teqînê wêne hatin kişandin vê yekê pişte rast dike. Di wêneyan tê ditîn ku çenteyekî lekşerî û alavên leşkerî ên aîdî kesên mirine li cihê teqînê belav bûne.
Di demên 90’î de ev tîmên Hançer û Bayrak wek kontragerîla li Kurdistanê tevlî operasyonên dagirkeriyê dibûn. Ev tîmana hin jî li Kurdistanê ciwanan teşvîkî sîxurtiyê dikin û jinan ferzî fûhûşê dikin.