HEWLÊR – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Rezwêlke yê Çoman bombeberan kirin.
Li gorî agahiyên nûçegahane me ji herêmê ragihandiye, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 19.00’an de piştî li ser herêma Balekayetî û Dula Baleyan firiyan, derdora gundê Rezwêlke yê bajaroka Qesrê yê Çoman bombeberan kirin.
Ji ber bombebaranê şewat derket. Herwiha ziyan giha mizgefta gund.