AMÛDÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan duh bi şev li Amûdê şahiyek li darxistin, bi dehan Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û gel tevlî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Pişt re helbestvan Ferhad Merdê çend helbest gotin, şahî bi Stranên Şoreşgerî û Gelerî dewam kir.
Di heman de demê de ji bo şahiyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Dîlber Amûdê ji ajansa me re axivî û wiha got; ” Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan armanca me ji vê şahiyê ew e ku muralê gel çêbibe û ew valatiya ku di hundirê xwe da jiyan dikin were dagirtin bi muralê.