“Di van demê dawî de bûyer û pêşveçûnên diqewimin ne ji xêrê ne. Deshilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên şaş re ketine nav tengaviyek mezin. Ji bo xwe ji vê tengavî û neçariyê rizgar bikin dê serî li her cûreyên şer bidin.
Di van çend salên dawî de bi baybet jî piştî 2015’an û şûn ve rêvebiriya Erdogan bi polîtikayên xwe yên şaş û bêfeyde Tirkiyeyê ber bi şer dibeve dibe. Ev polîtîkayên ku her roj diçe hîn zêdetir tên dîtin û ji hêla gelek aliyan ve tên rexnekirin, rêvebiriya AKP-MHP’ê xistiye nav tengaviyek mezin. Bêguman di encama van polîtîkayên şaş de Tirkiye li herêmê jî giraniya xwe di astekî pir cidî de winda kiriye.
Di sala 2016’an de piştî Suleyman Soylu bû wezîrê karê hundir li Tirkiyeyê şer derbasî asteke cuda bû. Bi hatina Soylu re Tirkiye bi taybet jî li bakurê Kurdistanê şer û bûyerên diqewimin salên 90’î tîne bîra mirov. Wek tê zanîn di wan salan de rêvebiriya Tansû Çîller, Mehmet Agar û Dogan Gureş pêşî li kuştinên kujerên wan ne diyar vekirin û di encam de li Kurdistanê bi hezaran kes hatin qetilkirin. Suleyman Soylu jî bi gotin û pratîka xwe dide nîşandan ku ew jî kadroyê heman zihniyetê ye. Lewma bi hatina Soylû ya ser erkê re bûyer û pevçûnên li Kurdistanê diqewimin mirov nikare ji rêzê bigire dest. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di dijminantiya kurdan de erkekî pir mezin dane Suleyman Soylu. Lewma ger baş bê şopandin dê bê dîtin ku di gelek mijaran de Erdogan siyaseta Soylu dişopîne. Revebiriya AKP-MHP bi destê Soylu li Kurdistanê dixwazin kurdan bêtesîr bikin û wan ji nirxên wan dûr bixin. Destkeftiyên kurdan bi darê zorê ji destê wan bigirin û wan bê maf bihêlin. Di encama vê de şarêdariyên Wan, Mêrdîn û Amed ên ji HDP’ê hatin girtin. Bi desteserkirina her sê şaredariyan AKP pêvajoyeke nû li her derê da destpêkirin.
Wek dîplomatê amerîkî yê bi nav û deng Henry Kissinger jî dibêje; “serkeftinên marjînal binkeftinên stratejîk ji holê raneke” bi desteserkirina sê şaredariyên HDP’ê ve desthilatdariya AKP-MHP wê nikarîbin pêşî li binketine xwe bigirin. Desthilatdariya AKP-MHP ji bo emrê xwe dirêj bikin wê serî li rê û rêbazên cûda bidin. Di halê heyî de Erdogan di qada siyasî de xetimandinek mezin dijî. Êdî nikare li hemberî pêşveçûnên siyasî û bûyeren tên jiyandin hemleyên siyasî pêş bixe. Şandina çend dayikan pêşiya avahiya HDP’ê a Amedê jî nîşaneya vê yekê ye.
Li hemberî van pirsgirêkên heyî li pêşiya desthilatdariya AKP-MHP’ê dû rê dimîne. Yek; ji bo xwe ji vê rewşa xeternak xelas bikin di hundir de darbeyek ji darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê hîn meztir û berfirehtir pêş xistin. Niha siyaseta Erdogan ber bi vê ve diçe.
Du; Rêvebiriya AKP-MHP’ê bi pêşxistina pêla nijadperestî ve bi awayekî pir berfirek êrîşî Rojava-Bakur kirin. Ev her du plan li ser maseya Erdogan in. Li gor rewşa heyî wê di kîjan planî de biryar bigirin hîn bi temamî ne diyar e. Lê wîsa diyar e ku ji bo xwe ji vê rewşa her roja diçe bi desthilatdariya AKP-MHP ve dide windakirin rizgar bikin dê serî li planekî vî cûreyî bidin.
Bêguman di van çend salên dawî de Tirkiye hem di nava welat de hem jî derveyî welat de gelek êrîşên qirêj pêk anîn. Di nava welat de bi hatina Soylu re êrîşên pêk hatin bi gelê herêmê gelek êşên mezin dan jiyankirin. Li derveyî welat jî pêşdîtinên hikûmeta Erdogan yek jî pêk nehat.
Niha Erdogan xwe ji vê rewşa heyî xelas bike di nav lêgerînek mezin de ye. Wisa diyar e encama vê lêgerîna wî dê bibe şer. Di van çend rojan de tifaqên pêş dixe, hevdîtinên ku dike, daxuyaniyên ku dide hemû şer destnîşan dikin.
Ger di vê rewşa heyî de desthilatdariya AKP-MHP li herêmê şer pêş bixin dê mewziyên di destê xwe de jî winda bikin. Ji ber ku êdî li herêmê tu cûreyên siyasetê nikaribe şerê xilasiya îktîdara Erdogan rewa bike.
Ger bi rastî jî Erdogan dixwaze Tirkiye di vê rewşa kaosê de bêyî ku bedelekî mezin bide derkeve pêwîstî heye ku beriya her tiştî guh bide dengê gel. Li şûna gel ji bo egoya xwe ya desthilatdariyê bikartîne pêwîstî heye ku gel wek rêya çareseriyê bibîne. Di hilbijartinên derbasbûyî de gel peyama xwe bi awayekî aşkera da. Ez bawer im Erdogan jî ev peyam girt. Lê ger Erdogan li şûna xwe li dengê gel yê ku aştiyê bigire, xwe li mîna kesên mîna Suleyman Soylu yê baronê şer bigire dê binketinek mutlak bijî.
Di halê heyî de hemû siyaseta Erdogan pêş dixe ji aştiyê dûr e. Ev jî pêşî li şer û pevçûnan vedike. Lê ger şerê vê carê çêbibe dê dawî li hebûna Erdogan û desthilatdariya wî bîne.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser
Wexyê mirina bozinê tê diçê nanê şîvani dîxwê