GIRKÊ LEGÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Girkê Legê ji bo xebatên xwe binirxinin hatin gelhev. Ciwanên ku li Navenda Ciwanan a bajar kombûn der barê xebat û çalakiyên xwe civîn lidar xistin. Di civîna ku bal kişandin ser êrîşên dagirker ên dewleta tirk rol û sekna ciwanan li beramberî vê hate niqaşkirin.
Di civîna ku nêzî yek saet domiya plansaziyên giring derket. Ciwan wê di rojên pêş de perwerdeya tenduristiyê bide destpê kirin.