NAVENDA NÛÇEYAN
Di sala (1982) de Elî Çîçek (Stêrka Sor) ji dayik bû, lawê malbateke xîzan bû. Di temenê xwe yê piçûktiyê de li hemberî neheqiyên li dijî Gelê Kurd, bû xwedî kîn û nerazîbûnê. Çîçek, dema ku PKK’ê nas kir, yekser di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nav refên Azadiyê de dibe û di gelek warên xebatê de wezîfe digire. Ew bi girêdana xwe ya bi wezîfeyê û dilrastiya xwe ve tê naskirin. Elî Çîçek di sala 1982’an de ku di çalakiya 14’ê Tîrmehê ya li hemberî hovîtiya cuntaya 12’ê Îlonê ya li Amedê cîhekî girîng girt, di çalakiya rojiya mirinê de tevlî karwanên nemira bû.
Rêber Apo dibêje asta Azadiya jin û ciwanan asta Azadiya Civakê diyar dike. Ji ber ku Ciwan li hember desthilatdarî û koletî serhildêrin hêza çareserî ya civakê ne, her pêşengtî dikeve ser milê Ciwanan û di cewherê ciwanan de jî peşengtî bi awayekî xwazayî heye ji ber vê yekê bi erkê xwe yê pêşengtî radibe Faşîzm ji bo ku nehêle ciwan bi hêza xwe ya dînamîk rol bileyîze bi hemû hêza xwe êrîşê ciwanan dike. Li hember ev êrîşên hovane û derveyî exlaq û pîvanên civakê bi awayekî şênber di Zindana Amed de bi pêş xistin li hember ewqas êrîş û êşkenceyên hovane li hember hêz û dînamîkbûna ciwanan bê çare man çanda Berxwedaniya Ciwanan bi awayekî şêmber di Zindana Amedê de hate dîtin.
Di Zindana Amedê de hevalê herî ciwan Elî Çîçek bû. Hevrê Elî Çiçek wek Stêrka Sor dihat bi nav kirin, ji ber helwesta xwe a Şoreşgerî û Milîtantî. Elî Çîçek ruhê ciwantî yê rast temsîl kir li hember Faşîzm û desthilatdarî serî netewand û li ber xwe da. Rêhevaltiya rast bi Rêber Apo, hevalên pêşeng yên mîna Heval Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mihemed Xeyrî Durmuş û gelê xwe re bi ruhê ciwantiya rast cewherî pejirand hêza ku ew ruh da avakirin Fikir û Ramana Rêber Apo ku ji bo giştî mirovahiyê bû xwedî Hêz û Îradeyekî azad ji bo pêşerojekî ji bo her gelekî jiyaneke Wekhev û Demokratîk ava bikin” Elî Çîçek di dema ku di Zindana Amedê de ye wiha tîne ser ziman” heta niha PKK’ê xeta Berxwedanê da pêşiya me, ew fêrî me kir, lê em layiq nebûn. Îro pê ve jî, ez naxwazim zêdetir sûcdar bibim, ez ê wê xetê temsîl bikim û tevlî rojiya mirinê bibim.
Slogana dawî ya heval Elî Çîçek bû xeta ku her Ciwanekî Kurdistanê li ser ew xet bi biryar û Cesaret dimeşin di şopandina xeta heval Elî Çîçek de bi hezaran Ciwan li hember Faşîzm û desthilatdarî serî rakirin û bûn Fedayî yê riya rast ya Rêber Apo heval Elî Çîçek Ruhê Ciwantî yê rast temsîl kir li ser riya Heqîqetê meşiya heval Elî Çîçek bi ruhê xwe yê Ciwantî bû Fermandrê Heqîqetê yê Ciwanan.
Sozdar û Tolhildêrê heval Elî Çîçek yên mîna Rêheval Baran, Axîn, Serhildan, Mahîr, Andok û bi hezaran Ciwanên Kurdistanê bûn layîqî xeta Berxwedêr ya heval Elî Çîçek.