RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Mirov rabe bi rêbazên dîrokê yên têne qebûlkirin hewl bide hebûna Kurdan tespît bike û bide naskirin, mirov ê li gelek zor û zehmetiyan rast bê. Dîrokê û cografya lê dimînin bi dijwarî bandor li wan kiriye û ew neçarî marjînalbûnê kirine. Li gorî lêkolînan, pêşiyên mirovên îro Homo Sapîens bi qasî sêsed hezar salên dawî yên dîroka xwe pêşketine û di nava ruhberên din de bûne cinsê serdest. Em dibînin ku ev pêşketin li Kevana Bi Bereket ango li cografya ku dikeve navenda Kurdistanê ya îro pirranî Kurd lê dimînin, pêk hatiye. Di dîroka bi qasî sê mîlyon salî ya cinsê mirov de qonaxa Homo Sapîens li derketina holê ya zimanê sembolan rast tê. Bi pêşketina zimanê sembolan şoreşa Homo Sapîens ket pêşiyê. Lewma hewce dike ku mirov hê bêhtir hûrûkûr nêzî dîroka li Kevana Bi Bereket bibe. Ev rewş bi lêkolînên der barê genan de jî tê piştrastkirin. Kengî bîst hezar sal berî Serdema Dawî ya Qeşayî bi dawî bû, qeşayê xwe vekişand, Şoreşa Cotkariyê ya Neolîtîk pêkan bû. Herweha kengî hêza fikrê ya Homo Sapîens bi dewlemendiya heywan û nebatan a cografyayê re hevdu temam kir, şoreşa herî bi kok a dîroka mirovatiyê Şoreşa Civaka Gund-Cotkariyê li Kevana Bi Bereket pêk hat û rê li ber pêşketinên mezin vekir.
Şoreşa Gund û Cotkariyê di warê ziman û fikrê de kir ku mirovatî ji qonaxekê derbasî qonaxeke gelekî li pêş bibe û vê yekê jî kir ku şêwegirtineke civakî ya di ti demê de nehatiye dîtin pêk bê. Bi vî awayî grûba ziman û çandê ya serdest a komên Hind-Ewrûpa (Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje Koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka Kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewrûpa bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda Kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixin holê. Hem cografya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin. Bermahiyên Girê Navikê li Ûrfayê encama lêkolînên dawî ye, û dîrokeke navend dîn û qebîleyên herî kevin ên 12 hezar salî ye, û mînakeke girîng e ku hêza çanda heyî piştrast dike. Li ti devera dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.
Mirov dema hêza dîn û qebîleyê ya hê jî bi bandor in dinirxîne, eşkere dibîne ku li pişt vê yekê rewşa dîrok û cografyayê diyarker in. Civakek çiqasî demdirêj û hûrûkûr di bin bandora dîrok û cografyayê de mabe, otoktontî û xwecihbûna wê civakê ewqasî bi hêz û mayînde dibe. Bandorên bi hêz û mayînde, dîroka wê civakê ya paşê bê muhafezekar dike. Mirov hê jî xisletên otantîk û xwecihî yên Kurdan dibîne, û di bingehê vê rastiyê de ev bandorên bi hêz û mayînde hene. Bêguman di dema neolîtîkê de hê diyardeya gelbûnê pêk nehatiye. Em li derketina holê ya civaka qebîleyê şahidiyê dikin. Li gorî civaka klanê qebîle pêşketineke mezin a şoreşgerî ye. Ji şoreşa neolîtîkê re mirov dikare şoreşa qebîleyê jî bibêje. Di civaka qebîleyê de cudabûna çand û zimanan, têkiliyên koçberî û cihwarbûnê dest pê kiriye bi pêş dikevin. Navenda dînî ya li Girê Navikê di dema xwe de ji bo qebîleyên bi hezaran salî koçberî û cihwarbûna di nava hev de pêkanîne bi rola Kabeyê rabûye. Bi taybetî li Ûrfayê, bi giştî li cem Kurdan hisa dîn hê jî gelekî xurt e. Di vê de para vê rastiyê ne hindik e. Li Girê Navikê, em hebûna çandeke bi hêz nas dikin ku berî şaristaniya bajêr a Sumeran bi hezaran salî pêk hatiye û dewam kiriye. Li ser kevirên tîk ên mezin, em herfên pêşî û mînakên nivîsê yên beriya hiyeroglîfiyê dibînin. Beriya duwanzdeh hezar salan verotin û niqirandina wan keviran û li ser wan pêkanîna zimanekî sembolî weke hiyeroglîfiyê di warê dîrokî de qonaxeke mezin a xwedî nirx e.
Civaka bajêr a Sumer û Misrê xweber derneketin holê. Çawa ku bi van mînakan jî piştrast dibe, ji sedî sed çavkaniya wan çanda Mezopotamya Jor e. Sefera pêxember Brahîm a muhtemel sêhezarûheftsed sal berê ber bi Misrê ve kirî, delîlekî gelekî girîng e ku nîşan dide çawa diyalektîka dîrokî li Kevana Bi Bereket bi pêş ketiye. Çanda ku kir şaristaniya Sumer û Misrê derkevin holê, ev çanda li kevana çiyayên Toros-Zagrosê ye. Ya girîng hebûna qonaxeke çandê ya gelekî mezin e ku bandora wê di dîroka civakî de hê jî dewam dike. Şopên navenda vê çandê hê jî di nava Kurdan de gelekî tê dîtin û eger ev gel hê jî li ser vê cografyayê weke gelê xwecih ê herî kevin hebûna xwe dewam dike, divê bivênevê mirov pêkhatina rastiya Kurd bisipêre vê çandê. Civaka qebîle li derdora heşt hezar sal berê li cografya Toros-Zagrosê diyar bûye. Ev çandeke wisa otantîk e ku mîna ku xwe li aliyekî bi Kabeya mezin a pêşî, li aliyê din jî bi çanda muzîkê ya gerdûnî ya pêşî, bi dahol, zirne û bilûrê îlan dike. Zirne û bilûr îfadeyên hunerî yê vê çandê ne. Navenda dîn îfadeya wê ya fikrî ye.
Rastiya Kurd hem berhemekî vê qonaxa mezin a dîrokî ye, hem jî nîşaneyên bi hêz li wê rastiyê barkirî ne ku îşaret pê dikin ku ew di vê çandê de çikiyaye û maye. Bi rik e ku weke gelê çanda qebîleyê bimîne û mirov nikare vê bi tenê bi xweparastina wê ya li dijî hêzên şaristaniyê rave bike. Eger çandê bi xwe rehên xwe kûr bernedabin, yan wê bi xwe bibe şaristanî yan jî di nava şaristaniya jêre malovanî kirî de bihele. Em dibînin bi hezaran civakên qebîleyan ên bi vî rengî heliyane. Kurd bi vî aliyê xwe komeke gel in ku mînaka wan tineye. Heqîqeteke sosyolojîk heye; eger civakekê şoreşeke dîrokî bi kok û hûrûkûr pêkanîbe, gelekî zor e ku ew civak di nava xwe de ji duyemîn şoreşeke cuda û mezin re pêşengiyê bike. Ji ber ku şoreşa bi xwe pêk aniye, cîhana wî ya zêhnî û sazî bi temamî dagir kiriye. Şoreşeke din pêdiviya xwe bi zêhniyet û sazîbûneke din heye. Ev şoreş jî bi tenê li gorî çanda bi hêz a navend, di nava duyemîn çanda li hawîrdorê de pêkan e. Daneyên dîrokî hemû nîşan didin ku ne bi tenê şoreşa Homo Sapîens a sêsedhezar salî, şoreşa cotkariyê ya bi qasî çardehhezar salî jî li ser çanda Kurd a bi cihbûyî bandorên mayînde kirine. Nexşeyên genetîk piştrast dikin ku hem cinsê Homo Sapîens, hem jî şoreşa cotkariyê ji vê navenda çandê li hawîrdora xwe û dinyayê belav bûye.
Di gavavêtina qonaxa şaristaniyê de vê cografyayê ne bi tenê di warê danîna hîmê çandî de, her weha di warê naverok û şêwedana şaristaniyê de jî xwedî roleke diyarker e. Şaristaniyên Sumer û Misrê şaristaniyên pêşî yên dîrokî ne, lê li cografya wan a li ser hilat in û mezin bûn ango li Mezopotamya Jêr û Nîla Jêr (Geliyê Nîlê) gelekî berê bingehekî wan ê şaristanî li ser pêk bê, çênebûbû. Şert û mercên wan ji bo jiyana klanekê jî derfet û îmkan nedidan. Ev şaristaniyên pênc hezar sal berê bi pêş ketin, bi tevahî hîmê xwe yê zêhnî û yê saziyan bi saya vê çanda xwedî jiyaneke hezar salan a bi heybet danîn: Çawa ku şaristaniya Ewrûpayê xwe sipart şaristaniya Îslamê û ya Çînê, şaristaniya Emerîkayê jî xwe sipart şaristaniya Ewrûpayê. Hê jî aliyê herî qels ê dîroknasî û civaknasiyê ew e, têra xwe nikarin aliyê teorîk û pratîk ê têkiliya di navbera çand û şaristaniyê de ji hev derxin. Ji ber ku derbasbûna çand û şaristaniyan ji Mezopotamya Jor ber bi Mezopotamya Jêr û Geliyê Nîlê ji hev nehatine derxistine. Mirov nikare civaknasî û dîroknasiyê bi tenê bi rêbazên analîtîk bike zanist. Dîrok çawa qewimiye bi wî awayî neyê fêhmkirin dîrok, civak jî weke xwe neyên fêhmkirin hingê mirov nikare civaknasiyê bike zanist.
Eger Kurd hê jî hebûna xwe bi karektera xwe ya çandî diparêzin, ev jî ji hêza çanda wan a dîrokî ya xwe disipêrinê tê. Li şûna jiyana şaristaniyê jiyana çandî tercîh kirine û nabe ku ev jî bi paşverûtî û paşvemayîneke sivik were ravekirin. Çanda pê radibin çandeke bajar, çîn û dewletê nîne; çandek e ku di nava xwe de rê nade otorîterbûyîn û çînîbûyînê, berevajî di demokrasiya qebîleyê de israr dike. Ji ber ku Kurd bi çandeke welê demokratîk re têkildar in, bi hêsanî kes nikare wan zevtûrebt bike.
Min ê gelekî paşê fêhm bikira ku jiyana civaka bajarî, çînî û dewletdarî ne fazîlet, lê ketin û serberjêrçûn e. Bêguman têgihiştina netewe ya Rankeyî (Dîroknas Leopold von Ranke, 1795-1886) di serwextbûna me ya li pirsgirêka neteweyî de bandor kir û di vê de bi rola sereke rabû. Em kengî li çi civakeke beş difikirin, em dewletdarî, çînî û neteweyîbûna wê ji xisletên bingehîn ên rastiya wê dihesibînin. Helwestên îdealîst hene ku bi pirranî civakên ne xwediyê van xisletan ji civakan nahesibînin. Bi vî awayî, li yek ji xisletên bingehîn ên fikra dewleta netewe ya Rojavayî xisleta gerdûnî zêde dikin. Em heta tesawirên xwe yên dîrok û civakê ji qalibên neteweparêz û dewletdar ên hegemonya îdeolojîk a navend Rojava rizgar nekin, zehmet e ku em têgihiştineke zanistî bi pêş bixin. Ji bo em bibin neteweya dewletdar em gelekî bi ser zêhniyeta xwe ya dîrokî û civakî de diçin. Ji bo her civakekê avakirina dîrokekê mîna ku bi şertê netewe û dewletbûnê ve tê girêdan. Eger di dîrokê de em nebûbin xwedî xisleteke ‘rêzdar’ (êdî bê ka çi ye) ya netewe û dewletê, em wisa pê dihisin ku me ew şensê xwe ji dest daye ku em civak bêne hesiband. Ev zêhniyeta dewletdar û neteweperest, ji sedî sed weke hêmanê bingehîn ê zêhniyeta tehakum û mêtinkariya modernîteya kapîtalîst bi pêş dikeve û sedema bingehîn a korbûn, kêmmayîn û çeloxwariya di warê zanista dîrok û civakê de ye. Amûrên îdeolojîk û mêtinkar ên hegemonya kapîtalîst di zanistên dîrok û civakê de mirovî serkorî dikin.
Lewma, dema ku em hewl didin qonaxa herî mezin a çanda civakî û dîroka mirovatiyê diyar bikin, em li gorî şert û mercên îro bi têgihiştineke dewletdar û neteweperest nêzîkî wê demê nabin. Em qaliban der barê Kurdîtiyê de pêk nayînin. Em bi pey civak û dîroka gerdûnî ketine. Divê mirov baş pê zanibe eger mirov bi têgihiştina civak û dîroka gerdûnî ve girêdayî nemîne, nikare pê zanibe ka wê civakeke beş di dîrokê de û di pêşketina civakî de bi ku ve girê bide û bi cih bike. Ji lewra xebatên dîrok û civaka beş ên ji dîrok û civaka gerdûnî qut bêne kirin, wê bibin pêşhukmên sûbjektîf û ne tiştekî din. Fikra navenda wê şaristaniya Rojava ye, çima ji dîroka gerdûnî û pêşketina civakî direve û bi giranî xwe bi têgihiştina dîrok û civaka Greko-Romen bi sînor dike? Eşkere ye ku di vê de berjewendiyên wê yên hegemonîk ên maddî û îdeolojîk diyarker in.
Lê em nakevin vê şaşiya bingehîn: Civakeke niha heye û dijî, çiqasî bêdewlet dibe bila bibe, xisletên wê yên netewe çiqasî kêm bi pêş ketibin bila bi pêş ketibin, ji sedî sed beşekî dîrok û civaka gerdûnî ye. Şaşî ew e, gelek civak ji dîrok û civaka gerdûnî qut têne lêkolîn. Bi vê zêhniyeta antî-zanistî, û li her cure pêşhukman vekirî, mirov nikare li dîrok û civakê serwext bibe. Jixwe yekparebûn bi tenê ne xisletek xwezaya civakî ye, xisleteke bingehîn a xwezaya fizîkî, kîmyewî û biyolojîk e jî.
Divê mirov bi ehemiyet bibêje, tevahiya fikrên marjînal û mustesna yên der barê Kurdan de xwe disipêrin pêşhukmên bi vî rengî yên sûbjektîf. Herçiqasî di roja me ya îro de Kurd li derveyî dîrok û civaka gerdûnî hatibin hiştin jî ew nûnerê civaka qebîleyê ne ku bi bihûrîna ji civaka klan qonaxa destpêkirî û heta bi pêşketina civaka şaristaniyê (civaka bajarî, çînî û dewletdarî) di tevahiya qonaxên dîrok û civaka gerdûnî de bi roleke sereke rabûne. Di avakirin û dewamkirina çanda qebîleyê de bi rola sereke radibe. Şaş e ku mirov qebîleyê weke diyardeyeke civakî ya dema wê derbasbûyî û hemdem nîne bihesibîne. Forma bingehîn a mirovatiyê qebîle ye û ti carî mirov nikare jê bibihure. Dibe ku naverok û şêweyê xwe biguhere, lê ti carî pêkan nîne ku li derveyî diyardeya civakî were hiştin. Formên netewe û klan ên di diyardeya civakî de bi qasî formê qebîleyê dîrokî û gerdûnî nînin. Bêguman formên klan û netewe jî xwedî xisletên gerdûnî ne, lê bi qasî yên qebîleyê bi bandor nînin. Di avakirina civakê de formê bingehîn qebîle ye. Kapîtalîzm jî ji qebîleyê nebihurî ye, bihêlin jêbihurînê, di tehlîla dawî de bi tevahî holdîng û yekdestdariyên kapîtalîst her yek ji wan rêxistinên bi şêweyê qebîleyê ne. Belkî ew qebîleyên civaka cotkarî û koçêriyê nînin û nikarin bibin ew jî. Lê qebîleyên bajarî yên civaka krîz û hilweşînê ne: Qebîleyên hiyarerşîk, dewletdar û mêtinkar in.
Em bi dîroka nivîskî re di têkiliyên bi civaka şareza ya Sumer re timûtim prototîpa Kurdan dibînin. Çavkaniya sereke ya Sumeran xwe disipartiyê proto-Kurd bûn. Ji qewmên çiyayî yên li Bakur û Rojhilat re KURTÎ digotin û ev îfade hê jî tê bikaranîn. Ji xelkên qebîleyan ên li Rojava jî bi giştî AMORÎT digotin. Peyva Kurtî weke gotin tê maneya ‘Qewmê Çiyê’. Dema ku Kurd tê gotin çiyayîbûn îro jî weke xisleteke bingehîn a Kurdan tê bîra mirov. Ya rastî, di navbera Kurtiyên dema Sumeran û Kurdên îro de belkî cudahî bi tenê herfa ‘d’yê ye. Kurdên bi hezar salan bi çanda qebîleyê radibin, hê jî bi giranî Kurdên qebîleyê ne. Rast e, Kurdên bajarî, deştî, yên bi awayê çînî cihêbûne, yên bi dewletê re hevkariyê dikin û dijberê dewletê têra xwe hene. Lê Kurdîtiya qurmê darê pêk tîne, Kurdîtiya xurt bi zuriyeta xwe ve girêdayî ew Kurdîtî ye ku li cem xisletên qebîleya ji rêûresmê bi giranî heye. Kurdîtiya bajarî, çîna serwer û dewletdar, bi awayekî rêûresmî û bi giranî ew Kurdîtiya ji Kurdîtiyê qutbûyî û serî li ber asîmîlasyonê xwarkirî îfade dike. Di Destana Gilgamêş de Enkîdo yê ku Kurtî ye, weke yekemîn kesê bi bajariyan re hevkartiyê dike, belkî jî weke hevkarê tevahiya bajarî, çînî û desthilatdariyê pêşiyê Kurtiyan e. Hûmbabayê di destanê de bi xwe Kurtiyekî Çiyayî ye. Enkîdo bêbextiyê li Hûmbaba dike û ji bo Gilgamêş wî bikuje mîna ku lavahiyan lê dike û li ber digere. Binêrin çiqasî Kurtiyê hevkar ê roja me ya îro bi dijwarî bi bîra mirov tîne! Xuya ye ku wexta min got cudahiya di navbera wan de bi tenê bi qasî herfa ‘d’yê ye, ez zêde jî neheq nebûm.
Dema mirov li guherîna civakî bifikire, bi gotineke din dema mirov li civaka dîrokî bifikire, gelekî girîng e ku mirov hin şaşiyên bingehîn neke. Yek ji van şaşiyên bingehîn ew e, divê mirov pêşketina civakî yan jî dîrokê bi fikra paradîgmatîk a ‘li ser xeteke rast pêş dikeve’ nenirxîne. Di serdema Rohnîbûnê de ev zêhniyeta felsefî ya bûbû xeteke hegemonîk a îdeolojîk, her cure guhertinê ji ezel heta ebed ango ji serî heta binî weke xeteke rast dibîne. Doh doh bû, îro îro ye! Mîna ku di navbera herduyan de ti têkilî yan jî wekhevî tinebe, şîrove dike. Ev şîroveyeke şaş a pêşketina diyalektîkî ye. Dijberê vê paradîgmayê têgihiştina ‘çerxwarî’ an jî ‘xelekwarî’ ye ku timî xwe dubare dike. Ew wê diyardeya jêre guhertin tê gotin bi tenê weke pirrcarîkirineke domdar dihesibîne. Ev têgihiştinên gelekî dijberê hev xuya dikin bi xwe îdealîst in. Herdu jî versiyonên cuda yên îdeolojiya lîberal in. Têgihiştina pêşketinê ya bêserûbinî ya yekemîn û têgihiştina dubarebûnê ya bêserûbinî ya duyemîn, di bingehê xwe de li ser înkara guhertinê dibin yek.
Ev meseleya herî kevin a felsefe û dînan, heta ya mîtolojiyê bi xetimînê bi encam dibe. Îronîk e, li têkiliya zeman û mekan serwext nebûne. Nikarîbûn bîr bibin ku têkiliya di navbera hebûn û zeman de weke bûyînê ango weke guherînê tezahur dike. Bîrnebirin û serwextnebûna van zêhniyetan bivênevê wan ber bi têgihiştina pêşketina li ser xeteke rast û xelekên dubare domdar ve biriye. Di vê nuqteyê de nûtiya herî girîng a felsefeya diyalektîkê aniye der barê pêşketina gerdûnî bi xwe de ye. Zeman û mekan bi tenê bi bûyînê re pêkan e. Guherîn bi awayekî xwezayî encameke mevcûdiyeta zeman û hebûnê (mekan) ye. Ji bo hebûn û zeman pêk bên guherîn şert e. Guherîn hebûn û zemên piştrast dike. Ya girîngtir ew e, divê mirov naveroka têgîna guherînê ji hev derxe. Ji bo guherîn bibe divê tiştekî neguhere hebe. Guherîn li gorî yê naguhere dibe. Yê naguhere ew tişt e ku timî weke xwe ye. Yê naguhere hebûna eslî ye, weke cewher hebûn e, ew cewher e ku çavkaniya Bûyînê ya her heye û baqî ye. Belkî hinek bibêjin, hûn li vir bi awayekî mîstîk nêzî têgîneke xwedayî dibin. Lê em neçar in ku xwe bigihînin encameke bi vî rengî ya felsefî û ev jî bi zanistê re nelihev nîne. Jixwe mirov bibêje, ji mirov tê ku bi temamî karibe di warê bûyîn, zeman û mekan de bîr bibe û serwext bibe, ev jî metafizîk e. Serwextbûna mirov li mutleqê bi şik û guman e.
Ji lewra xusûseke girîng e ku mirov di zanista dîrok û civakê de guhertinê ne înkar bike ne jî zêde mezin bike. Civaka çandî ji civaka şareza mayîndetir e, cewherê civakê û hebûna wê pêk tîne. Civakek e ku ji aliyê çandî ve bi hêz pêk hatibe, şensê wê heye bi awayekî mayînde dewam bike. Tevî ku dewlet û şaristanî dikevin ber çerxên gelek guhertinan û guhertinên bi lez, çand bi xwe derfetê didin guhertineke pirr bi sînor. Eger mirov bibêje qet guhertin nabe şaş e. Lê mirov behsa çandên timî diguherin, behsa nirxên bi lez diguherin bike jî bi qasî ya pêşî ango têgihiştina dibêje guhertin qet nabe, şaş e. Modernîte her tiştî di nava kêliyê de bi cih dike û behsa tempoya guhertineke bi heybet dike, ev bi xwe neguherînê îfade dike. Ya rast, jiyanên di nava kêliyê de dubare dibin û guhertinên bi leza herî beza ne pêkan in. Îdeolojiyeke xapînok hatiye avakirin. Ev îdeolojiyên xapînok ên mohra lîberalîzmê li ser wan hene, bi armanca berevajîkirina têgihiştin û fêhmkirina dîrok û civakê ne.
Dema ku mirov li ser diyardeya Kurd û dîrokê raweste, divê mirov van nêzîkatiyên bingehîn ên rêbazê li ber çavan bigire. Mirov rabe hewl bide bi dîrokên neteweyî û dewletdarî li rastiya Kurd serwext bibe, ev ê zêde zordayîn û tengavkirina rastiyê be. Ceribandinên bi vî rengî dîrokên bi zorê ne, lewma zêde têkiliya xwe bi qewmînên diyardeyî re nînin. Bi qasî mîtolojî û destanan jî nikarin rastiyan nîşan bidin. Rêbaza dîroka çandî bêhtir nêzî rastiya diyardeyî ye. Dîroka çandî pêvajoyên modernîte û şaristaniyê digire nava xwe. Lê çanda modernîte û şaristaniyê dîroka çanda gerdûnî nagire nava xwe. Netewe û dewlet ku kategoriyên bingehîn ên dema şaristanî û modernîteyê ne, bi tenê dikarin bibin beşek ji dîroka çandî. Ji ber ku xwedî wê qabîliyetê nînin ku gerdûnîtiya çandî bigirin nava xwe. Kurd di dîroka şaristanî û netewe de zêde cih nagirin, ev nayê wê maneyê ku dîroka wan tineye. Em dema ku di çarçoveya dîroka çandî de nêzî mijarê bibin, em ê bibînin ku Kurd xwedî dîrokeke sereke ya hezar salan in. Xisleta bingehîn a vê çandê ew e, formên qebîle û eşîrê bi xurtî pêk anîne, di ekonomiya cotkarî û heywanxwedîkirinê de bi roleke şoreşgerî rabûye. Çanda li Kevana Bi Bereket di dîroka mirovatiyê de bi çi rolê rabûye, Kurd jî di dîroka çandî ya gelan de bi roleke hemtayê wê rabûne. Di dîrokê de, di dema mezolîtîk û neolîtîkê de (15000-3000 B.Z.) çanda navend e. Ji Çînê heta bi Hindê û heta bi Ewrûpayê tevahiya çandên civaka neolîtîkê xwedî kirine. Em şopên belavbûna çandî hem bi rêbaza genetîk hem jî bi rêbaza etîmolojîk dikarin li van qadan tespît bikin. Bi qasî ku tê tespîtkirin pêşengiya çandeke duwanzdeh hezar salî ya navenda wê Kevana Bi Bereket mewzûbehs e. Di dîroka mirovatiyê de em nabînin ku ti çandê evqasî berfireh û demdirêj ajotiye, weke rojê rohnî, germ û xwedî kiriye. Eger hebin jî rola wan bi sînor û seresere ye.
Şaristaniya Sumeran a hatiye tespîtkirin di salên 3000’î B.Z. de tevî şaristaniyên Misr, Hind û Çînê dest pê kiriye, pêkan nîne ku mirov wan ji kokên wan ên digihîjin Kevana Bi Bereket qut bifikire. Ne bi tenê di pêkhatina şaristaniyên bingehîn de, herweha di dewamkirina wan a hezarê salan de jî guman li ser rola çanda Kevana Bi Bereket nînin. Çawa ku tê zanîn çandên şaristaniyê dikarin bi tenê di atmosfera berdar a çanda neolîtîkê de bi pêş bikevin. Ji wan nayê ku bi serê xwe ji tine xwe ava bikin. Neolîtîka Mezopotamyayê ya li Kevana Bi Bereket hema bêje bi serê xwe bûye dergûşa şaristaniya destpêkê (3000 B.Z.-500 P.Z.). Şaristaniya navenda wê Mezopotamya jî ji şaristaniyên sereke yên dinyayê re ji 3000 B.Z. heta 300 P.Z. bi rola navendê rabûye. Eger mirov bi hegemonya DYE ya temenê wê hê negihiştiye sed salî bide ber hev, mirov ê cudahiya mezin a di navbera wan de baştir fêhm bike.
Ev rola neolîtîka Kurd girîng e. Sîstema şaristaniya navendî (sîstemeke pênc hezar salî) kok û rehên xwe Mezopotamyayî bûn û sê hezar salan bi rola navendê rabû, ev jî dike ku em baştir li girîngiya çanda neolîtîkê serwext bibin. Eger mirov çandan û şaristaniyan bi navê gelan diyar bike, ev dibe ku zêde mezinkirin û nepixandin be ango dibe ku rêbazeke rast nebe. Lê ya rast ew e ku bi kêmanî mirov dikare behsa rola wan a di qonaxên prototîp de bike. Me dîrok bi tenê bi navê hin împarator û xanedaniyan nas kiriye û ev jî ji bo îfadekirina rastiyê qîm nake. Dîsa bi hin qewmên naskirî binavkirin têrê nake. Jixwe eger mirov neteweyên modernîteyê weke hêza barhilgir a dîrokê bide naskirin, hingê maneya vê pêkanîna berevajîkirina herî mezin a di dîrokê de ye. Kengî em ji zemînên dîrokî yên ku têkiliyê di navbera beş û gerdûnî de danaynin yên ku para bêhtir ji hegemonyayên îdeolojîk mîrate mane, bibihurin, hingê em ê dîrokeke rasttir a mirovî û civakî bibînin. Em bi tenê dikarin bi vê rêbazê dîroka kedkar û gelên bêdîrok hatine hiştin ava bikin.
Di sosyolojiyê de têkiliya demokrasiyê bi dîroka çandî re mijarek e ku zêde nehatiye guftûgokirin. Pîvana rastî ya demokratîkbûnê ne bi şarezetiyê ve, bi dijbertiya wê ve girêdayî ye. Berxwedana civakekê li dijî hêzên şaristaniyê pîvana herî girîng a demokratîk e. Lîberalîzm jî berevajiyê vê îddîa dike. Ji bo demokrasiyê şaristanîbûnê şert dibîne. Di nava çandên şaristanî nebûyî bi xwe de rêûresmeke bi hêz a demokratîk heye. Rêveberiyên ku weke antîteza forma dewletê hene demokratîk in, û bi vê xisleta xwe rêûresmeke bi hêz a demokratîk pêk tînin. Komên eşîr û qebîleyan, cemaetên dînî û mezhebî, gel û neteweyên bêdewlet ên li derveyî bedenên bajaran li dijî çînîbûnê li ber xwe dan û heta roja me ya îro hatin, hêzên demokrasiyê ne. Bi awayekî sîstematîk antî-şaristanî demokratîkbûn e. Marksîzmê û îdeolojiyên lîberal, demokrasî di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de kirin têgîn û bi sazî kirin, ev jî berevajîkirineke mezin e. Ew sîstema demokratîk a bikeve çarçoveya bajar, çîn û dewletê hatiye xesandin, naveroka çanda wê hatiye valakirin û bi xistina wê ya bin serweriya bajarê serdest û çîna dewletê tê pûçkirin. Ya rastî, şaristanî sîstemek e ku weke dijberê çanda demokrasiyê pêk tê.
Em dema rewşa çanda Kurd li hemberî şaristaniyan binirxînin, divê em têkiliya diyalektîkî ya me hewl da li jor bidin naskirin timî li ber çavan bigirin. Em dibînin ku li dijî çanda şaristaniya Sumer, Kurtî timî li ber xwe didin. Em vê yekê, nexasim di vegotinên mîtolojîk ên Xwedawenda Çiyê (Nînhûrsag) de dikarin bibînin. Destana Gilgamêş bi xwe têkoşîna Kurtiyan a parastina azadî û hebûna xwe li dijî şaristanîbûna Sumeran îfade dike. Dema şaristanî xwe ber dide nava Kurtiyan bi tenê li berxwedanê rast nayê, hîmên xwe yên zêhniyet û sazîbûnê jî datîne. Çanda şaristaniyê çawa ku bi giştî dibe, bi avabûna bajêr li dewrûbera bazarê civaka neolîtîk dixe bin bandora xwe. Bi awayekî berbiçav em tespît dikin ku ji salên 4300 B.Z. çanda El Ubeyd a bi koka xwe ji Mezopotamya Jêr bandorê li çanda Mezopotamya Jor dike. Çanda El Ubeyd bi civaka hiyarerşîk a li dora xanedanên bi hêz pêk tê ji çandên berê yên qebîleyan cihê dibe.
Nakokî û têkiliyên çanda qebîleyê ya wekhevîxwaz û çanda hiyarerşîk a dest bi çînîbûnê kir, di pêkhatina Hûrriyan de bi roleke girîng radibe. Hûrrî jî weke Kurtiyan ji heman kokê tên. Mirov dikare peyvên ‘Kur’ û ‘Ûr’ yên di Sumerî de weke ‘Çiya’ û ‘Gir’ fêhm bike. Civaka li serê gir û çiyayên sîstema Toros-Zagrosê cihwarbûyî, heman komên navê xwe ji herdu peyvan zêdebûyî digirin îfade dike. Çanda xanedaniyê ya bi çanda qebîleyê re di nav hev de bi pêş ket, dibe parçeyekî girîng ê çanda ji rêûresmê ya Kurdan.
Mirov dikare tespît bike ku ji salên 2000’î B.Z. û pêve Hûrrî (Kurtî) li ser rêya şaristaniyê gavên girîng diavêjin û bi Xanedaniya Gûdea li ser bajarên Sumeran (2150-2050) serdestiyê dikin. Em dibînin ku ji salên 1600’î B.Z. ve wan du împaratoriyên cîran û mervên hev bi navê Hîtît li Anatolya Navîn û bi navê Mîtannî li Mezopotamya Jor ava kirin. Çanda Mîtannî û Hîtîtiyan di bin bandora çanda Sumeran de mînaka herî bi hêz û girîng a şaristanîbûna Hûrriyan e ku di dîrokê de cih digire. Em dibînin ku herdu hêz nexasim li dijî hêzên Babîl û Asûr ên bi koka xwe Semîtîk ên li ser çanda Sumer avabûne dibin yek û di sala 1596’an B.Z. de bajarê Babîlê dagir dikin. Di salên 1500-1200 B.Z. de li Rojhilata Navîn weke hêzên şaristaniyê yên herî bi bandor, li ser şaristaniya Misrê jî karîbûne bi bandor bibin. Nasnameya Nefertîtiya navdar a keynika Mîtannî ya weke bûk çû Misrê, piştrast dike ka ev bandor çiqasî bi hêz e. Mirov fêhm dike ku li hemberî hêza Asûran a di salên 1200’î B.Z. de mezin dibe, hêza Hûrriyan a şaristaniyê ji hev belav dibe, li çanda kevin a qebîleyê vedigerin û demeke dirêj bi wê jiyana xwe dewam dikin. Dîsa mirov dikare tespît bike ku bi navê Konfederasyona Naîrî (1200850 B.Z.; Di zimanê Asûrî de Naîrî tê menaya Gelê Çêm, Gelê Avê) yekîtiyeke sist a qebîleyan pêk tînin. Di van deman de tê dîtin ku berî û piştî avabûnên navendî yên hêzê yên mîna împaratoriyan timî konfederasyonên sist têne avakirin.
Qraltiya Ûrartû ya navdar (850-600 B.Z.) duyemîn mînaka girîng e ku di encama nakokî û têkiliyên çandên ji rêûresmê yên Mezopotamya Jor û Jêr de derketine holê. Di şaristaniyê de ew nexasim bi hunerê hesinkariyê xuya ye. Xelekeke bi hêz a sîstema şaristaniya navendî ye. Heye ku kokên xwe digihîjin Hûrriyan û sentezeke hêmanên çandî yên Ermeniyên wê demê be. Ew hêza bi tenê ye ku dikare li dijî hêza hegemonîk a wê demê Împaratoriya Asûr bisekine, li ser piyan bimîne û car caran Asûran paşve bixe. Di serî de çanda Kurd û Ermeniyan, li ser tevahiya avahî û zêhniyetên çandî yên herêmê xwedî hêzeke bi bandor e. Li Zagrosan piştî berxwedaneke sêsed salî ya li dijî Asûran di sala 612’an B.Z. de Konfederasyona Medan (wer xuya ye ku ev nav jî Asûran li Hûrriyan kiriye) paytexta Asûran Nînova şewitand, hilweşand û bi xwe veguherî împaratoriyekê. Piştî dema împaratoriyê ya kurt ajot, di encama dekûdolabên xanedaniyê de salên 550’î B.Z. împaratorî ket destê qralên ji zurriyeta Hêxamenîşiyên Fars, lê tevî vê jî di nava împaratoriyê de bandora çanda Medan sereke bû. Nexasim di warê eskerî de bandora wan heye. Bi navê Împaratoriya Persan ji derya Egeyê xwe gihandibû heta bi nava Hindistanê, ji Misrê heta bi Tirkmenistana îro bûbû hêzeke cîhanşumul a tekane. Yek ji xelekên bi hêz ên sîstema şaristaniya navendî bû. Di sala 330’î de heta ket destê Skenderê Mekodonî tevahiya dusedûpêncî salan bi tena serê xwe bû hêzeke hegemonîk a dinyayê û li ser çanda şaristaniyê şopên kûr hiştin. Şaristaniya Med-Pers kir ku şaristaniya Romayê derkeve holê. Piştî fetha Skender qraliyetên weke xelekên navber hatin avakirin, her ku çûn di şerên navbera Sasanî (dewama Persan; 216-650 P.Z.) û Romayîyan (500 B.Z.-500 P.Z.) de bûn hêzên yedek. Du hêzên mezin ên dawî yên serdema antîk Sasanî û Romayiyan nikarîbûn hevdu bi temamî têk bibin, lê ji ber ku hevdu westandin vê yekê rê li ber fetha Îslamî vekir. Ji Hz. Muhammed hat ku çanda qebîleyê ya bi hêz a Nîvgirava Ereb bi çanda Îslamîk re bike yek û bi vê re serdemeke nû ya dîrokê dest pê kir.
Tevahiya bûyerên girîng ên çanda şaristaniya serdema destpêkê ya bi qasî çar hezar salan dewam kir li Mezopotmaya Jor û dewrûbera wê ya nêz qewimîne. Çanda proto Kurdan di vê dema dirêj a duyemîn de erênî yan jî neyênî gelek bûyer dîtine. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, di du hezar salên pêşî de Hûrrî, Mîtannî û Hîtîtiyan di çarçoveyeke gerdûnî de bandor kirine. Di pêkhatina çanda Grek û Romayê de û di derketina holê ya çanda Rojava de xeleka sereke ya diyarker çanda Hûrrî-Mîtannî-Hîtît e. Hem afirêneriyên xwe bi xwe, hem mîrateya çandî ya Sumer birin Rojava, gihandin Greko-Romenan û bi vî awayî di dewamkirina bê navber a şaristaniya navendî de bi rola xeleka zêrîn rabûn. Mirov heta rola vê xeleka zêrîn diyar neke, pêkan nîne ku herikîna dîrokê rave bike. Eger bi çanda neolîtîkê ya duwanzdeh hezar salî û çanda şaristaniyê ya du hezar salî xwedî nebûya, bi herhalî me nikarîbû behsa çandeke mirovatiyê ya mohra xwe li îro xistî bikira.
Di du hezar salên pêşî yên civaka şareza de têkiliya Proto Kurdan bi şaristaniyê re gelekî çêbûye. Têkiliyeke dualî mohra xwe li tevahiya bûyeran xistiye. Bi aliyê xwe yê pêşî bi zordestî û mêtinkariya hêmanên çanda şaristaniyê ango bajar, çîn û dewletê re timî ketiye nav şer û pevçûnê. Carnan bi hin pêngavan heta bi dagirkirina navendên zordestî û mêtinkariyê çûne (Fetha Babîlê, hilweşandina Nînovayê), lê wexta hêza wan têrê nekiriye gelek caran vekişiyane serên çiyayên nayên fetihkirin (Çanda Zaza ya ji qûntarên başûrê Zagrosê heta bi Dêrsimê zaravayên wekhev diaxivin bi van bûyeran re ji nêz ve têkildar e) û bi vî awayî bergiriya hebûna xwe kirine û girîng dîtine ku dev ji jiyana azad û serbixwe bernedin. Şopên van çandan hiştine îro jî têra xwe bi bandor in. Beşê jêre Kurdê Çiyê tê gotin qebîleyên bi koka xwe Hûrrî ne ku qederê pênc hezar salan li ser vê xetê jiyane. Koka hin gotinên ji zimanê Hûrrî û gelek peyvên Zazakî digihîjin hev û ev jî vê rastiya em behsa wê dikin têra xwe rave dike. Aliyê duyemîn li ser bingehê têkiliyên bi çanda şaristaniyê re ye. Bi awayekî erênî rahiştine van têkiliyan, nirxandine û ew kirine malê xwe. Di çanda Kurd de ev bandora şaristaniyê xwe bi pêkhatina sazî û zêhniyetên bajarî, çînî û dewletdar nîşan daye. Çawa ku di gelek mînakan de em dibînin, em li vir jî pîvana “Eger tu nikarî pê, bibe weke wî û wisa wî têk bibe” derdikeve pêşiya me. Ji bo vê, Gûtî, Mîtannî, Hîtît, Ûrartû, Med, Pers û Sasanî mînak in; li dijî hêzên şaristaniyê yên êrîşî wan dikin xwe weke şaristanî ava dikin ango ev şibîna dijberê xwe, têkbirina wî û li ser piyan mayînê îfade dike.
Proto Kurdan di duyemîn qonaxa şaristaniyê ya du hezar salî ya heta bi Îslamiyetê de bajarên xwe ava kirin, çînên xwe yên serwer pêkanîn û dewletên xwe damezrandin. Ev çand zêdetir li qûntara çiyan û li deverên deşt pêk hat û lewma xwedî xisleteke têkel e: Arîstokrasiya rêveber çand û zimanên şaristaniyên dixwest bişibe wan bi kar dianîn û beşên çîna jêr jî çand û zimanên xwe bi kar dianîn. Ev karekterê dualî yê çanda ku di bin bandora giran a cografya Kurdistanê de pêk hat, kêm guherî û hebûna xwe heta roja me ya îro dewam kir. Çi bi şêweyê çanda çiya û deştê ‘dualî cihê bibe’, çi jî weke çanda deşt û bajêr bi dualîteya çînî cihê bibe, ev dualî cihêbûn xisletên wê yên bingehîn ên karekterîstîk in. Tebeqeya jor timî hewl daye bi hêzên mêtinkar ên fetihkar, dagirker û xerîb re pirr baş li hev bike, çanda xwe ya qebîle û gel bêkêr dîtiye, di dereceya duyemîn de bi tenê di têkiliyên navxweyî de gelekî kêm bi kar aniye. Di nava şaristaniyên bi xwe avakirî de yan jî yên di nava wan de cih girtin, hewl nedan çand û zimanê xwe serwer bikin an jî gelekî kêm hewl dan. Ji Gûtiyan heta bi Eyûbiyan ev her wisa ye. Ev zumreya serwer a bajarî û dewletdar, belkî jî bi qasî ku di ti civakê de nebûye li dijî hebûna çandî ya Kurd a ji rêûresmê bi roleke neyînî rabûye. Ji ber ku di nava çand û zimanê xerîban de heliyane berjewendiyên wan ên mezin ên çînî û malbatê pêk hatine û ev jî bêguman di vê rewşa neyînî de diyarker e. Çanda Kurtiyên Çiyê ya deriyên xwe li derve girtine û çanda malbat û qebîleyê ya tebeqeya jêr a bi giranî neguheriye û bi hezarên salan deriyên xwe li derve girtine, bi vî awayî neheliyane gihiştine heta îro. Di navbera van herdu beşên çandê de bi qasî çiyan cudahî heye û ev bûye sedem pirr bi kok weke Kurdîtiya rast û Kurdîtiya sexte ji hev cihê bibin. Di dema modernîteya kapîtalîst de bûrjûwaziyeke Kurd a milliyetgir a pirr bi hêz pêk nehat û di binê vê de ev rastiya dîrokî heye.
Mirov dikare behsa diyardeyeke Proto Kurd a di dema neolîtîk û serdemên destpêkê de bi hêz pêkhatî bike. Rastiyên civakî yên her yek ji wan diyardeyeke dîrokî ne, di van serdeman de nikarin bi temamî xwe cuda bikin û weke gel xwe bi nasname bikin an jî xwe weke rastiyeke qewm îfade bikin. Hê negihiştine vê qonaxê. Ji aliyê qewmîtî yan jî gelbûnê ve, rengê dema neolîtîkê û serdemên destpêkê xwe bi yekîtiyên qebîle, eşîr û xanedanan nîşan didin. Yekîtiyên dînî û mezhebî jî hê bi temamî pêk nehatine. Şêweyên bîrbirin û serwextbûnê yên qebîle, eşîr û xanedaniyê di wê demê de şêweyê herî pêşketî yê civakî yê bîrbirin û serwextbûnê ye. Serdema neolîtîkê serdema bi heybet a qebîleyê ye. Her qebîle bi totemekî tê temsîlkirin. Totem nasnameya qebîleyê ye. Pêkan e ku perestgeha li Girê Navikê ya Ûrfayê navenda dîn-xwedê ya qebîleya herî bi hêz be; li deverê navenda dînî ya hevpar a qebîleyên herî bi hêz be. Mirov dikare nîşaneyên weke hiyeroglîfê li ser kevirên tîk weke şecereyên her qebîleyekê fêhm bike. Prototîp û mînaka pêşî ya pîramît, zîggûrat û Kabeyê ango prototîp û mînaka pêşî ya malên xwedê û navendên dîn ên du şaristaniyên bingehîn ên serdema destpêkê ango Sumer û Misrê û şaristaniya serdema navîn ango Îslamê ye. Ji ber vê sedemê girîngiya wê ya dîrokî mezin e. Hz. Brahîm ji Ûrfayê dest bi gavavêtinê kir û pêşiyê sê dînên yekxwedayî ye, ev diyardeyeke xweber û ji xwe li hev hatî nîne. Encameke çanda navenda dînî ya li devera Ûrfayê ye ku bi qasî tê tespîtkirin bi kêmanî duwanzdeh hezar sal rabihuriya wê heye. Belkî sîstema perestgeha Girê Navikê bi tenê bi qasî wê dema hatiye tespîtkirin sê hezar salan bi rola Kabeya dînî rabû ye. Mirov dikare behsa heman rola Harranê jî bike. Heye ku hê gelek navendên nehatine keşifkirin hebin. Li Swêregê jî çanda perestgeha li Newala Çorî heta bi beriya yanzdeh hezar salan diçe.
Em dizanin ku her qebîleyeke dema neolîtîkê bi giştî ji xwe re heywanek weke totem hilbijartiye. Lewma dema em dibêjin, totem bi awayekî paşnav û nasnameya qebîleyê ye, bi awayekî em şêweyê pêşî yê bîrbirin û serwextbûna qebîleyê jî nas dikin. Çawa ku dewletên netewe yên îro xwe bi temsîla alan bi nasname dikin, totemên yekîtiya qebîleyan jî heman maneyê îfade dikin. Çawa ku li Neteweyên Yekbûyî bi qasî hejmara alan netewe têne temsîlkirin, totemên li navendên perestgehên dînî jî qebîleyên navdar û bi hêz ên wê demê temsîl dikin. Ew bi xwe ji hev ne cuda ne, cudahiya wan hecm û mezinahiya wan e. Em dizanin, totem xisleteke xwe ya bibe tabû û îbadet jêre bê kirin heye. Bi îbadetkirina ji totemê re qebîle xwe pîroz dike, xwe mezin û bilind dike, ev jî wê xwesteka ji bo jiyaneke ewle û demdirêj îfade dike. Baweriya bi jiyana piştî mirinê, encama girêdana mezin a bi pêşiyan e. Hebûna wan bi pêşiyên wan re yek e. Girêdan û hurmeta wan a ji bo pêşiyên wan, dike ku piştî mirinê bi jiyaneke bêserûbinî bawer bikin. Dînên yekxwedayî yên piştre tên, şêweyên pêşketî yên dîn û xweda yên vê baweriya qebîleyê ne.
Eger mirov çanda neolîtîkê û çanda qebîleyan a serdemên şaristaniyan li devera Ûrfayê ji hev derxe, wê karibe tê derxe ka çima ev çanda panzdehhezar sal temenê wê heye evqas mayînde ye, û dikare li ber xwe bide. Li deverê hê jî hestên dînî bi hêz in, malbat û namûs xurt in, di binê vê de şopên çanda berê ya qebîleyan a bi hêsayî jê naçin hene. Dîsa li herêmê namûs û dozên xwînî pirr bi hêz in ku ev jî encama vê rastiya civaka çandî ye. Qanûnên li nasnameyên civakî hatine kolan û niqirandin, bi hêsanî şop û bandora wan jê naçe.
Cîhana fikir û hestan a hebûna çandî ya qebîleyê rê li ber vedike divê piçûk neyê dîtin. Li ser bîrbirî û serwextiya mirovatiyê hê jî li ser piyan digire şopên kûr ên vê çandê hene. Di çavkaniya tevahiya şêweyên sereke yên bîrbirin û serwextbûnê de ku têne hiskirin û bi huner, zanîn, felsefe, dîn û mîtolojiyê têne ziman, çanda qebîleyê heye. Ti mîtolojî, dîn, felsefe û ekola hunerî nîne ku çanda qebîleyê neyîne ziman û bi hestan îfade bike. Em dema ku li cudahiyên mîtolojîk, dînî, felsefî û hunerî hûrûkûr bikolin, em ê di bingehê her cudahiyê de hebûna qebîleyî bibînin. Bîrbirin û serwextbûna qewm û neteweyên paşê, xwe disipêre bîrbiriya qebîleyên li ser bingeha yekîtiya pirrqebîleyan pêkhatine. Mînak dînên Brahîmî ne ku em di dîrokê de wan gelekî dibînin; mezheb û terîqetên van dînan li ser bingehê netewebûnê weke milliyetgiriyeke dînî ya herî dawî pêkanîn û di binê vê de jî Qebîleya Ibranî (qebîleya Hz. Brahîm) heye. Hêza potansiyel a rastiya van dîn, mezheb û neteweyan Qebîleya Ibraniyan e ku berî ev dîn, mezheb û netewe derkevin holê, Qebîleya Ibraniyan di navbera şaristaniyên Kevana Bi Bereket û Misrê de diçe û tê. Di bingehê şoreşa Brahîmî de şikandina xwedayên pût ên totemên qebîleyan heye. Pûtên qebîleyan ên li perestgeha navendî hatine komkirin têne şikandin û li şûna wan baweriyeke qebîleyê ya bêhtir bibe tegîn tê bicihkirin. Dînê Îsewî ev yek li ser navê qebîleyên xizan û koleyên hilhilî vegurandiye. Dînê Îslamiyetê yê ku Hz. Muhammed têde bi ser ket, heman tiştî di serî de ji bo cîhana qebîleyên Ereb û ji bo qebîleyên xwedî heman jiyanê yên di navbera Bîzansî û Sasaniyan de asêmayî de kir. Eger qebîleyên xizan û birrê koleyan ê li bextekî xwe biavêjinê digerin nebin Xiristiyantî, eger qebîleyên xizan ên Ereb jî nebin Îslam nikare gav biavêje.
Cemaeta Xiristiyan û ummeta Îslamî civakên bîrbirineke nû ne ku li ser bingehê baweriyeke hevpar a qebîleyan û mirovên aware yên ji qebîleyan qutbûyî, bêkar, kole û eskerên fîrarî pêk hatine. Li vir civakeke nû heye; li ser bingehekî çînî yê pêşketî ye û ji qebîleyê bihurî ye. Lê di van şert û mercên civaka nû de xwe gelekî kêm guheriye û hebûna xwe bi hêz dewam dike. Ya li vir em behsa wê dikin civaka qebîleyê ya ketiye krîzê ye ku li ser bingehekî nû yê civakî û îdeolojîk xwe vediguherîne; çareseriya qebîle di nava xwe de nabîne, hewl dide li derve bibîne di nava çanda bajar, çîn û dewletê de ku li ser înkara demokrasiya qebîleyê mezin dibin.
Di serdema qebîleyan de qebîleyên gewdên wan mezin bûne û hejmara wan zêde bûne ketine krîzê. Di dema krîzê de du têgihiştin diyar dibin: Ya yekê, yên xizan ku bingehê qebîleyê ne, parçe dibin û di azadiya xwe de israr dikin, xanedanên serdest ên hiyarerşiya qebîleyê ji bingehê qebîleyê yên xizan qut dibin, bi gavavêtinên îdeolojîk ên em ji wan re bi giştî dînê şaristaniyê dibêjin, xwe weke civaka dewleta nû bi rêxistin dikin. Çanda qebîleyê li beramberî çanda şaristaniyê têk çûye. Bi vê veguherînê re di zikhev de bajar, çîn û dewlet bi pêş ketine. Çareseriya bingehîn a şaristaniyê ji krîza çanda qebîleyan re dîtiye ev e. Fikra di dîrokê de gelekî hatiye guftûgokirin û Marksîstan jî parve kiriye ew e, ev veguherîn gaveke gelekî mezin e ku ber bi pêş ve hatiye avêtin. Şarezabûn an jî şaristanîbûn timî weke pêşketinê û şêweyê jiyana payeberz hatine hesibandin. Marks û Engels jî bi perspektîfa materyalîzma dîrokî li vê veguherînê nêrîne û bi pîvana, ev bûyereke diviyabû biqewimiya, nêzîk bûne û lewma wan jî ev weke gavavêtineke mezin a ber bi pêş ve ya dîrokê, nirxandine.
Ez vê têgihiştinê rexne dikim. Ya ku di civaka qebîleyê de qewimî, nabe ku weke qonaxeke mecbûrî ya krîzê bê nirxandin. Ya qewimî ew bû; tercîha çînî ya hêmanên hiyarerşîk bû. Ji bo paşvexistina azadî, wekhevî û demokrasiya qebîleyê guhertinek (ez nabêjim pêşketin) hatiye kirin, û ev bi awayekî îzafî paşketineke mezin e, ji bo mirovatiyê jî gavên berepaş hatine avêtin îfade dike. Ji ber ku dîrok timî bi nêrînên îdeolojîk ên zumreyên serwer hatiye kodkirin, em ji vê guhertinê re pêşketineke mecbûrî, pêşdebir û heta şoreşger dibêjin! Ya rastî ew e, ev gava hatiye avêtin mecbûrî nîne û hewcedarî jî pê tineye; paşverû ye, berepaş e, û dij-şoreşê ye. Ev rûyê din ê dîrokê ye ku qala wî nehatiye kirin. Çanda li dijî xiyaneta elîtên xwe yên xanedanî yên hiyarerşîk timî têkoşiyaye, di avahî û bîrbiriya azadî û wekheviyê de israr dike, hêza rastî ya pêşketin û pêşdeçûnê temsîl dike. Ji aliyê vê çandê ve dîrok bi awayekî sîstematîk û zanistî nehatiye îfadekirin û ev jî dibe ku kêmasiyek be. Lê ev rastî nîşan nade ku dîrokeke bi vî rengî tineye, berevajî nehatiye nivîsandin, hatibe nivîsandin jî hatiye tepisandin û propagandaya wê xurt nehatiye kirin. Krîza şaristaniyê ya zumreyên serwer bi yekdestdariyên îdeolojîk û yekdestdariyên mêtinkariyê pêşde birin nebûye çareserî; xwe timî bi bajarbûn, çînîbûn û desthilatdarîbûna weke girêkeke kansêrê li ser pişta civakê heta roja me ya îro aniye û veguherandiye çavkaniya krîza herî mezin. Ji bo mirovatî bijî, divê li dijî civaka krîzê ya dîrokî, çanda demokrasî, azadî û wekheviya dema qebîleyê li ser bingehê pêşketinên zêhniyet û saziyên tevahiya pêvajoyên şaristaniyan hatine bidestxistin ji nû ve bê pêkanîn. Kengî ev hat kirin mirovatî wê bi ser bikeve.
Mîrateya herî hêja ya Proto Kurdan ji çanda neolîtîk û çanda serdema antîk mayî hebûna wan a çandî ye. Kengî vê hebûna xwe bi serwextbûn û têgihiştina modernîteya demokratîk re kirin yek, wê di rizgarbûna ji krîza îro ya Rojhilata Navîn de, karibin bibin xwediyê pêşketineke li gorî dîrok û nasnameya xwe.
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN