DIHOK – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran dikin.
Êrîşên balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Beriya 30 deqeyan balafirên şer yên dewleta Tirk gundên herêma Gare yên ser bi Amêdiyê a ser bi Dihokê bombebaran kirin. Liv û tevgera balafiran li ser herêmê berdewam dike û hîn jî car caran bombebaran tê kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer bi dijwarî gundan bombebaran kiriye. Herwiha hat zanîn ku balafirên artêşa Tirk a dagirker bi taybet gundê Spêndarê bi dijwarî bombebaran dikin.
Hîn jî nayê zanîn bêka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan ne.
(nr)