MEXMÛR – Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 61 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome 16 roj li pey xwe hişt. PDK rê nade ti kes serdana dayîkan bike û tîma tendirustiyê jî li dayîkan binêre. Rêveberiya Herêma Kurdistanê li hember daxwazên dayîkan bêdenge.
61 rojin dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 16 rojin li seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.
Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan. Dayik diyar dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike.
Herî dawî Saziya Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) bi daxuyaniyek çapemeniyê dabû diyar kirin ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine, dermanên pêwîst ji bo nexweşan nayên peydakirin.
Herwiha Şandek Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Şaredariya Wargeha Mexmûr di 14’ê mehê de xwestin serdana dayîkên aştiyê yên ku ev 16 rojin li dijî dorpêça li ser wargeha penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bikin, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat asteng kirin. Sekna dayîkan berdewam dike. Roj bi roj rewşa nexweşên ku pêwîstiya wan bi dixtorên pispor hene giran dibe. PDK nahêle ti nexweş derbazî Hewlêr bibe û ev yek metirsiyek mezin li ser rewşa jiyana welatiyan dike.