QAMIŞLO – Li Rojavayê Kurdistanê merheleya nû ya perwerdeyê destpê kir. Di dibistanên li gelemperiya Rojava de tevî dersên hemû netew wek Kurd, Ereb û Sûryanî dest bi sala nû ya xwendinê kirin û hemû dibistanên Rojava deriyên xwe vekirin û pêşwaziya xwendekaran kirin. Xwendekarên hemû astan bi kêfxweşî berê xwe dan dibistanan.
Berdevka Komîta Perwerdê a Kantona Qamişlo Menal Mihemed Emîn derbarê sala nû a Xwendinê de ji ajansa me re axivî û wiha got; “ Her sal beriya ku dibistan werin vekirin amadekariyê wê têne kirin, di milê Pirtûk, pêşwazîkirina zarokan û pêdiviyên Dibistanê de hwd…
Beriya Şoreşa Rojava û piştî Şoreşa Rojava Dibistan Çawabûn û niha di çi astê de ne? Di derbarê van pirsên an de Menal Mihemed Emîn bersiv da ajansa me û wiha axivî;
“Dibistanê me li gorî Sîstema Netewa Demokratîk em bi rêxistin dikin, di heman demê de fikrê Netewa Demokratîk ji bo ku her pêkhate xwe tê de bibînê, her pêkhate bi zimanê Dayikê bi xwîne, her zarokeke perwerda xwe bi zimanê dayika xwe bibînê. Li gorî rêziknamê ku têne amadekirin di Rêveberiya Xweser de Desteya Perwerdê li gor wê liv û tevger tê kirin.
Di dema Sîstema Rêjîma Baes de Meteryalên ku li ser dihatin perwerdekirin tenê bi zimanê Erebî bûn, yek Ol, yek Netew dihat bi kar anîn. Lê belê li gor ٍٍSîstema Netewa Demokratik Meteryalên ku niha tên hazirkirin bi her pêkhate tê amadekirin dest pêkê bi zimanê dayikê dibînin, Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî, Sûryan bi Sûryanî. Biranşê ku hatî amadekirin, biranşekî ku Zarok rastî jî tê de Zanisteke baş bi bînin, Perwerdeke baş bi bînê bi serkeftî derkevê.
Dibistan niha ji refa 1’an heya refa 11’an amadeyi me girtiye, sala din heya yê 10’an bû lê îsal heya yê 11’an ne bi beşên xwe yên Wêjeyî û Zanistî, Merteryalên me jî wek me got jî ji refa 1 heya yê 11’an bi zimanê dayikê ye, lê ji refa 4 û pê de zarok fêrî zimanê Pêkhateyên din jî dibin û ji refa 5 de jî Zimanê beyanî jî derbas dibe.”
Menal di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got; “Sala me ya Xwendinê nû dest pêkiriye, Mamoste, Rêveberên dibistanan derbasî dibistana bûn, ji bo ku haziriyê baş bikin. Hejmara Xwendekaran heya niha ne diyare ji ber ku nû dibistan dest pêkirin û Xwendekar heya niha xwe qeydikin ji ber vê yekê hejmar ne zelal e, lê belê nêzî Hezar û 4 Mamostê me hebû di Kantona Qamişlo de.
NC / NUDA ELEFTIRYA