NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hêzên Ewlehiya Navxweyî di çarçoweya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji hucreyên veşartî yên DAÎŞ‘ê de, gelek hucreyên veşartî girtin û rê li ber komkujiyan girtin. Hucreya herî dawî ya ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve hate girtin, ji 6 çeteyan pêk tê.
Hucre ji aliyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih ve yê bi navê Ebû Mihemed tê naskirin dihat birêvebirin 14 bûyerên ji teqîn û hedefgirtina şervanên QSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Reqa û Tebqayê pêk anîbû. Hucreyê çalakiyê hewldana kuştina serokeşîrê Meclîsa Lihevanîna Eşîran a Tebqayê Şêx Ebdulrehman El-Mudhî Ebû Mihemed El-Idwanî pêk anî ku di 24‘ê Nîsanê de bi rêya demançeyek bêdeng ew di mil û zikî wî de birîndar kirin.
Berpirsê hucreyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan dikirin.