“Serokwezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov got ‘şerê li Sûriyeyê qediya.’ Ev gotin ji ber xwe û bi carekî ve nehat gotin, li pê vê gotinê siyasetek nû ya Rûsyayê heye. Li gorî Lavrov du herêm hêj bi pirsgirêk in, yek jê Idlib e, yek jî li gorî gotina wî Rojhilatê Firatê ye. Berî niha jî min nivîsandibû, li ser Idlibê lihevkirinek veşartî yên Pûtîn û Erdogan heye. Erdogan dê gav bi gav Idlibê radestî Rûsyayê bike, dema vê dike dixwaze bala hevkarê xwe yên ewropî û amerîkî nekişîne. Ji bo vê jî çi destî wî tê dike. Çinkî mijara Idlibê ne tenê ya Tirkiye û Rûsyayê bû. Ev mijar yekser bi Ewropa û Amerîkayê ve girêdayî bû. Li gorî Ewropa û Amerîkayê ger Idlib jî bikeve destê rejîma Sûriyeyê wê demê pêwîstî bi civîna Cenevreyê namîne û biryara Netewa Yekbûyî ya 2254’an jî wateya xwe winda dike. Çinkî ev biryar li ser herêmê hatibû girtin qaşo li ser oposîzyona Sûriyeyê hatibû girtin. Idlib jî cihê dawîyên destê ev oposîzyona tê xuyakirin. Herêmên wek Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablûsê wek herêmên dibin dagirkirina Tirkiyeyê tê zanîn. Ger di destê qaşo oposîzyona Sûriyeyê ax nebe dê li ser çi bazaran bike? Wê demê rejîma Sûriyeyê wê çima bi wan re bê cemhev. Tu sedem namîne. Niha herkes vê hesap dike û li gorî wê siyaseta xwe diyar dike.
Li gorî Lavrov cihekî yê bi pirsgirêk jî bi gotina wî rojhilatê Firatê ye. Lavrov ev demek dirêj e dijberiya xwe ya li beramberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dide diyar kirin. Ev ne cara yekemîn e. Gotinên Lavrov di çarçovaya dijberiya Amerîka û Rûsyayê de tê famkirin. Lê herkes dizane cihê herî ewle yê Sûriyeyê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Her çend Rûsya, Îran, Tirkiye, rejîma Sûriyeyê, DAIŞ, El Qaîde rojane erîş û tevliheviyan derdixin jî, ev rastiya cihê herî ewle xera nake. Niha em werin çima Lavrov bi carekî ve pêwîstî bi daxuyaniyek wiha dît.
Wan rojan dê bibe rojên Sûriyeyê. Îro wê civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî ya di çarçova Soçî de hatibû tevgerkirin, dê pêk were. Ji niha ve tê zanîn dê civîna îro li ser Idlibê be. Qedera Idlibê wê bê nîqaşkirin, lê wê bi encam nebe. Lê wê di civîna sê alî ya Erdogan, Pûtîn û Rûhanî de rewşa hebûna leşkerên tirk ên li Idlibê were rojevê. Dîsa rêya M4 û M5 dê bibe rojev. Dibe ku di demek nêz de di nexşeya Idlibê de guhertinek nû derkeve. Piştî ku îhtîmala nêzîkbûna Îran û Amerîkayê di rojevê de ye, Îran êdî hebûna Tirkiyeyê ya li nava axa Sûriyeyê bi temamî red bike. Li gorî hinek zanînan dê civînek di navbera Rûsya, Almanya, Frasa û Tirkiyeyê jî pêk were. Di rastiyê de mixatabê Rûsyayê Idlibê jî li ser navê xwe û Amerîka, Fransa û Almanya ye. Derdê Erdogan bi bikaranîna koçberan re ji welatên Ewropayê pere girtine.
Nerazîbûnên Rûsya, Fransa û heta Almanyayê jî li dijî siyaseta dewleta tirk a Idlibê hene. Bi taybet şandina çeteyên li Idlibê ber bi Libyayê ve, ev her sê dewletan jî nerihet kiriye. Berî niha Pûtîn ev anî bû rojevê. Di wan civînan de bi sînorkirina Erdogan diyar e wê bibe rojev. Çinkî li gorî hin çavkaniyan ji bo alîkariya general Heftar piştî Îmarat a Erebî û Fransa, Rûsya jî leşker şand Libya yê. Ev jî bloka li dijî Tirkiye, Qatar û Îtaliyayê hinek din jî xurttir kir. Bi cihbûna leşkerên rûs a li Libyayê, bi rewşa Idlibê têkildar e. Çawa şerê Libyayê derbasî Sûriyeyê bû, niha şerê li Sûriyeyê bi rengek dîsa vedigere Libyayê.
Lê ji bîr nekin, dê di civîna Netewa Yekbûyî de jî wê Sûriye bibe mijarek girîng. Bi rastî dê di encama wan civînan de li ser Sûriyeyê biryarek nû derkeve. Bi taybet demek Pûtîn dixwaze Erdogan li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê sor bike. Wê encamê hevdîtina Trump û Erdogan dê serkeftina siyaseta Pûtîn diyar bike. Berî wan hevdîtinan dîplomasiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê li hemû welatan di nava tevgerê de be. Çinkî metirsiyek mezin e.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu