“Akp demeke dirêj e ku di hest û wijdanên gelan de xilas bûye, êdî hêdî hêdî ji aliyê siyasî ve jî belav dibe, têk diçe û xilas dibe.
Ji sala 2015’an vir ve, Erdogan bi hîn hêzên nava dewletê re, tifaqek li pêş xist. Bi hêzên netewperest, nîjadperest û olperestên olfiroş re tifaqan çêkirin. Darbeya 15’ê tîrmehê, ji bo xwe wek firsetek dîtin û xwestin rejîmek faşîst ava bikin. Hemû hêzên muxalefeta Tirkiyeyê fetisandin, çavtirsandina û girtin ,. Lê li pêşiya wan astengek mezin hebû. Ev astengî jî tevgera azadiya gelê kurd û rêxistinbûyîna gelê kurd bû. Zanibûn heta ev hêz neyê belavkirin nikarin rejîma ku dixwazin ava bikin. Ji ber vê yekê jî li derve û hundir; siyasî,leşkerî, aborî hemû hêza xwe ya dewletê xistin meriyetê. Têkoşînek li derveyî nirxê mirovahiyê, bêexlaq û bêwijdan meşandin. Lê bi serneketin. Gel û tevgera azadiya gelê kurd bi berxwedanek mezin li pêşiya van bû asteng, şerekî mezin û dijwartir hat meşandin. Berxwedana grevên birçîbûnê û encamên hilbijartinên 31’ê adarê û hilbijartinên Stenbolê darbeyek mezin ên siyasî li vî bloka faşîst xistin. Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî, li Tirkiyeyê hemû tişt ser û bino bû . muxalifên Tirkiyeyê ruhêk nû girt û dengê xwe bilind kirin. Êdî tirs hate şikandin.Weke din piştê ku qeyûm tayînê sê bajarên mezin ên HDP’î hatin kirin, gelê kurd bê tirs, bêfikar, bi awayekî xurt derket kolanan, tirs û xofa bi salan şikand. Ji bo pêşerojê hêviyek mezin afirand.
Piştî hilbijartinan muxalifên di nav Akp’ê de jî dengê xwe bilind kirin. Tevgera ku Abdullah Gul û Alî Babacan pêşengiyê dikin, bi awayekî vekirî û bi daxuyaniyek çapemenî xwe aşkera kir. Serokwezîre berê Ahmet Davutoglu û hevalên xwe jî bi daxuyaniyek çapemenî ji Akp’ê îstîfa kirin. Piştî van daxuyaniyan li gelek bajar û navçeyan li ser hev û bi giştî ji Akp’ê îstîfa hatin kirin. Hemû anketên dawî ya Akp û MHP’ê li ser sedî 40 nîşan dide. Akp di nav xwe de kelandinek mezin dijî. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje Akp’ê xilas bûye.Tenê Erdogan û MHP mane.
Wiha xuyaye dê di 2020’an de dê Akp têk biçe. Lê Erdogan û Bahçelî dê desthilatdarî berdin an na? Pirsa herî girîng ev e. Dê çawa biçin? An dê ew bixwe darbeyek bikin û hemû tiştî bixin bin kontrola xwe yan dê hêzek darbe li wan bike û wan têk bibe û yan jî dê derbasbûnek nerm di hilbijartinan de bikin.Tenê rastiyek heye, êdî Akp û Erdogan xilas…”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn