EGÎD NÛMAN
Li seranserê cîhanê, modernîteya Kapîtalîst hewldaye ku sîstema xwe heya hemû çavikên civakan bicîh bike û heya dawiyê civakan bike koleyê sîstema xwe ya dij-civakî. Di van du sed salên dawiyê de bi taybet ji Ewrûpayê ve ev pêla dij-civakî belav kirin û heya ku li nav hemû civakan belav bikin xebitîn. Di roja me ya îro de mirov nikare bibêje ku sîstema kapîtalîst ti encamek bidest nexistiye yan jî nekariye biqelize nava hemû civakan. Kêm an jî zêde xwe di nav rîşeyên civakan de bicîh kiriye û heya ku jê were jî wê dev ji vê belavkirina sîstema xwe bernede. Bi vê armancê gelek şerên herêmî û cîhanî jî qewimîn û hê jî diqewimin. Di bingehê her du şerên cîhanê de jî ev yek weke hokar û sedema yekemîn bûye ku bi têkçûn û tinebûna civak û civakbûnê bi encam bûye. Yên ku herî zêde ji van şeran zirar û ziyana mezin dîtin, dîsa civak û gel bûn. Di serî de jî civak û erdnigariya Rojhilata Navîn bûye ku hê jî ev şer bi awayekî tund lê tên meşandin.
Di vir de ji hêzên sereke û berbiçav zêdetir, sîstemek bûye sedem ku her hêzek, her desthilatek, her saziyek û heta her şexsek di van şeran de cîh bigire û heya ku jê were jî têbikoşe. Di bingehê hemû şerên ku bi armanca desthilatiyê têne kirin de, xwasteka kar û derameta zêde, bihêz bûn û xwe mezinkirin hebû ye. Jixwe şerên hegemonîk ên ku têne meşandin hemû jî li ser vê bingeh û binemayê pêşdikevin û çavkaniya xwe ji vê yekê digirin. Dema ku desthilatan xwesti ne mezin bibin û bibin hegemon, wê demê serî li şerên mezintir dane û xwestine bi vê rêkê xwe bigihînin armancên xwe yên dij-civakî. Sîstema hiyerarşîk û dewletparêz, her tim li ser vî bingehî pêşketiye û eger îro jî ji vê helwesta xwe nayê xwarê, ev, ji ber daxwaza kar û derameta zêde ye. Ji ber sîstem bi vî rengî dimeşe û di nava hemû civakan de bi vî awayî bicîh bûye, civakên heyî jî ji bo ku bikarin jiyana xwe bidomînin û herî kêm tine nebin, neçar ma ne ku di nava çerxên vê sîstema dij-civakî de li pêy nanê xwe yê rojane biçin û wer jiyana xwe bidomînin.
Di vir de tişta ku em dixwazin behsa wê bikin sîstem bixwe ye ku ev hemû şerên xwînawî, qirkirin, tinekirin, helandin, mêtingerî, dagirkerî, xwînmijî, xirabkarî û hwd. di çarçoveya wê de pêşdikevin û ji ber sîstem bixwe vê yekê ferz dike û disepîne, hemû hêzên desthilatxwaz jî ji bo ku mezin bibin li pêy wî de diçin û wiha dixwazin xwe bigihînin armancên xwe. Civak jî ji ber siyaset û polîtîkayên rojane, neçar dimîne ku bi xwe re mijûl bibe, ango bi nanê xwe yê rojane re mijûl bibe. Jixwe heya ku civak parçe nebe, ev sîstema modernîst nikare xwe di nava civakan de bicîh bike. Çendîn bikare parçe bike, ew qas dikare xwe heya mû rehên civakê belav bike.
Di vê xalê de sîstema Konfederalîzma Demokratîk derdikeve pêşberê me ku ji van hemû neçarî û tengezariyan re model û şêweyê herî guncav pêşkêş dike. Ev sîstema konfederal, weke sîstema kapîtalîst li ser bingehê parçekirina civakan pêşnakeve. Berovajiyê vê yekê, civak çendîn yekpare û hevgirtî be, ew qas pêkan dibe û dibe modela jiyana hemû civakan. Sîstema kapîtalîst bi sûwarên xwe yên mehşerê yên weke kapîtalîzm, endûsriyalîzm û netew-dewletê xwîna civakan dimije û wer dikare xwe bidomîne. Heya ku civak parçe nebin û nirxên civakî neyên binpêkirin, ne gengaz e ku ev sîstem bikare xwe di nava civakan de bicîh bike. Konfederalîzma Demokratîk jî, li ser bingehê yekpare û hevgirtîbûna civakan pêşdikeve û heya ku civak yekpare û hevgirtî be, ev sîstem dikare pêkan be û ji bo hemû civakan pêşerojekî azad û bextewer bîne. Rêber APO di vê mijarê de bal dikşîne ser xala; Ferdê şaristaniya demokratîk bi qasî ku li dijî sê suwarên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst (kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewleta netewe) timî têkoşîneke yekpare ya fikir-zikir-çalakiyê bimeşîne, divê timî bi sê milyaketên rizgariyê yên modernîteya demokratîk (civaka ekonomîk, civaka ekolojîk û civaka demokratîk) têkoşîneke jiyanê ya yekpare ya fikir-zikir-çalakiyê di kesayeta xwe de bike, naxwe nikare xwe pêk bîne, nikare xwe weke pêşengê heqîqetê ava bike.
Li ser vî bingehî mirov dikare vê mijarê gelek fireh jî bike. Lê belê, eger mirov ji jiyana xwe ya rojene ve li van xalan binêre, mirov dikare zêdetir xwe bigihîne encaman. Di roja me ya îro de hemû jiyan li ser pare, ango li ser sermayeyê hatiye damezrandin. Eger tu mamoste bî jî, bijîşk bî jî, endazyar bî jî tu nikarî çarçoveya ku ji te re hatiye destnîşankirin derbas bikî û bi îradeya xwe ya cewherî bijî. Ji ber ku hemû jiyana te li ser bidestxistina pare û sermayeyê hatiye hûnandin lewma! Ango aboriya te ne ayîdê te ye û tu nikarî di vê mijarê de bibî xwedî fikir, zikir û çalakiyê. Xala duyemîn jî, ji ber axa te her roj tê xirabkirin û têkbirin, tu nikarî behsa xweza û jîngeheyî xweşik bikî. Çima, ji ber ku endûstriyalîzmê hemû xweza xirab kiriye lewma! Ji ber hemû liv û tevger li ser esasê kar û derameta zêde ye, êdî ti kes berê xwe nade parastina xwezayê, her kesê berê xwe daye qezenca xwe. Weke xala sêyemîn jî, netew-dewletê heya hemû beşên civakê xwe serwer kiriye û ti çavikek nehiştiye ku tê de bicîh nebû ye. Dema ku weke dewleta biçûk malbat jî tevlî vê yekê dibe, wê demê êdî civak bi temamî li gorî desthilatdariyê teşe digire û êdî wer lê tê ku mirov nekaribe bêhnê bistîne û bijî.
Di vê xalê de her sê milyaketên Modernîteya Demokratîk dikevin tevgerê ku dermanê herî guncav û têrker e ku bikare li hemberî her sê suwarên mehşerê yên Modernîteya Kapîtalîst têbikoşe û civakê jê biparêze. Di vê çarçoveyê de erk û berpirsyartiyên ku dikevin ser milê civak û ferdan hene ku eger bi awayekî têrker û layiqane neyên pêkanîn, civak wê zêdetir nêzîkî têkçûnê bibe. Ji bo ku pêşî li xirabiyên wiha bê girtin, tevî şervantiyekî heqîqetê, pêwîst e di nava civakê hêmanên ku hewcehî pê hene bêne avakirin. Di serê van hêmanan de jî komûn, meclis û koperatîf cîh digirin ku divê bi awayekî têkûz û rêkûpêk bêne damezrandin. Ji bo têkoşîna li hemberî her sê suwarên mehşerê, çavkaniya mezin a ku milyaketên rizgariyê jê hêz bigirin jî ev hêman in ku em behsa wan dikin. Ji ber vê jî divê em demek beriya demekê berê xwe bidin avakirina komûnên xwe yên hemû beşan(ax, av, gund, tax û hwd). Divê em demek beriya demekê berê xwe bidin avakirina koperatîf û meclisan. Em di vî warî de çendîn serkeftî bin, em ê ew qas bikarin civaka xwe gurçûpêç bikin û bigihînin pêşerojên azad û serfiraz.