MEXMÛR – 63 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 18 roj in li seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.
Endamê Meclîsa Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 187 û Endezyar Herêm Mehmud ku 91 rojan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de mayîn serdan çalakiya dayikan kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ku Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok ku ew ji li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 126 rojan ketibû grevan birçîbnê ya bê dem û bê dorveger de ji bo piştgiriya dayikên aştiyê beşdarî çalakiyê bûye û li cihê çalakiyê berxwedan xwe berdewam dike.