BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin;
HEFTANÎN
“Roja 17’ê Îlonê saet 14:00’an hêzên me bi çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê ya li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Şehît Şêxmûş a li herêma Şehîd Kendal bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
ÇELÊ
Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoregşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 15’ê Îlonê saetên nîvro li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker a di navbera Girê Şehîd Bager û Girê Şehîd Colemêrg yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
XAKURKÊ
Dîsan bi çarçoveya pêngava şoreşgerî hêzên me roja 16’ê Îlonê saet 16:50’an li dijî yekîneya operasyonê ya ku li Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê bicih bûbûn çalakiyek lidarixst. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker saetên êvarê bi helîkopterên Skorsky kuştiyê xwe ji herêmê rakir.”