NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk a dagirker ku li Kurdistanê siyaseta xwe a qirker didomine, her roj bi rêbazên nû wan êrîşên xwe befirehtir dike. Ruxme artêşa dagirker a tirk di nava NATO’yê artêşa duyemîn a mezine, li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her roj derbên giran dixwe û bi binketine ve rû bi rû dimine.
Vê rewşê û pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ku dewleta tirk a dagirker nikare rabike, bi siyaseta xwe a înkar û îmhayê dixwaze biheline û tune bike. Li hemberî berxwedaniya Gerîla ku dewleta dagirker a tirk pirr tengasî jiyan dike, siyaseta înkar û îmhayê ku di dîrokê ne hatiye ditîn li dijî wan dide meşandin. Di rewşên normal de dema dewleta tirk a dagirker Gerîla dibine dest û lingê wan diricife, di demên dawî de li hemberî Gerîlayên ku şehîd ketine, bi siyaseta xwe a nedayina cenazeyên wan nîşan dide ku çiqasî ji Şervanên Azadiyê ditirse.
4 mehin cenazeyên Gerîla nadin malbatên wan
Di 3’ê Hezîranê li navçeya Amedê Lice dema leşkerên dagirker ên tirk derdikevin operasyonê pevçûnek di navbera wan û hêzên Gerîlayên HPG’ê derdikeve. Di vê pevçûnê de Gerîlayên HPG’ê Zinar Akro (Yusuf Kayran), Mahir Andok (İbrahim Çelik), Rêber Amed (Abdullah Turhan), Serhıldan Mazi (Ömer Demir) ile Rızgar Tolhıldan (Felat Kocakaya) bi qehremanî şehîd dikevin.
Li herêma ku pevçûn pêk hatibû, cenazeyên Gerîlayên şehîd ketibûn 40 roj’î li erdê bû. Destûr nedidan malbatan ji bo biçin herêmê û cenazyên zarokên xwe bigrin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigrin bi dehan caran serî li dozgerê da, ruxmê ku bi testên DNA teşhîs hatin kirin, dîsa jî dewleta tirk a dagirker ev 4 mehin cenazeyan nadin malbatan û siyaseta êşkencekirinê didomine.
Siyaseta êşkencekirinê li cenazeyan tê kirin
Dewleta tirk a dagirker bi vê rêbazê destpêkê li ser malbatan zextan ava dike. Di demê berê de di merasîmên Gerîlayên şehîd de bi tevlîbûna hezaran gel pêk dihat. Ev merasîm vediguherînin Serhildanan. Ji bo vê jî dewleta tirk a dagirker bi zanebûn rê li ber wan merasîman digre. Bi vî awayî dixwaze helwesta her biçûk jî li dijî bide tebisandin. Dema dewlet cenazeyên Gerîla dide malbatan jî bi şertên wek merasîm nayê kirin, taziye qedexeye tê dayîn. Ji bo veşartina cenazeyê tenê cend endamê malbatê dikarin beşdar bibin û ev jî di bin dorpêça leşkerên dagirker de pêk tê. Bi wan rêbazan dewleta tirk a dagirker şerê xwe ê taybet li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê kurtir dike, û dixwaze bi vî awayî Tevgera Azadiyê bi pasîfîze kirina Gel bêbandor bike. Lê ev siyaseta dewleta tirk a dagirker wê wek her siyaseta înkar û tunekirinê bêencam bimine.
NC/Andok Özgür