AMED – Zanayê Kurd Mûsa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê hat qetilkirin, wê sibe li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn.
Zanayê Kurd Mûsa Anter ê di 20’yê Îlona 1992’yan de, dema ji bo beşdarî Mîhrîcana Çand û Hûnerê bibe hat Amedê û ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin, wê di 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de bê bibîranîn. Bîranîn wê ji aliyê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) ve bê lidarxistin. Înîsiyatîf, destpêkê wê li Kolana 442 a Taxa Komarê ya Semta Seyrantepe ya Amedê li cihê ku Anter hat qetilkirin, wî bibîr bîne. Biranîn wê sibe saet 11.00’an bê lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Kongreya Civaka Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên çapemeniyê û rojnameger wê beşdarî bîranînê bibin.
Anter, piştî merasîma li Amedê, wê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bê bibîranîn.