MÊRDÎN – Meclisa Ciwan û Jinên Ciwan a HDP’ê ya Mêrdînê li dijî qeyûmên dagirker ku tayînî şaredariyan hatin kirin li dîwaran nivîs nivîsîn.
Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li dijî qeyûmên dagirker ku tayînî şaredariyan hatin kirin li ser dîwaran û li ser kargehan nivîs nivîsîn. Ciwanan di vê çarçoveyê de dirûşmên “Rajêr nebe azad bibe”, “Ji bikaranîna hişbir re na” û “Wê ciwan bên qeyûm biçe” li ser dîwarên malan û kargehan nivîsîn.