AGIRÎ – Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgane winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, sibe dest pê dike. Li gorî rapora pispor a di îdîanameyê cih digire de, Leyla piştî winda dibe, 10 roj şûnde jiyana xwe ji dest dide.
Li gundê Bezirganê yê Agiriyê, di 15’ê Hezîrana 2018’an zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a winda bû û piştî 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Doza derbarê kuştina Leyla de hat vekirin wê sibe dest pê bike. Di doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin de, girtî Mehmet Alî Aydemîr wê bi apên Leyla M.A. (28), Y.A. (42), B.D. (47) û hevjîna xwe H.D. (55), A.A. (37) û hevjîna xwe Y.A. (40) re bi sûcdariya “Bi zanebûn mirov kuştinê” wê bên darizandin.
Di îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Agiriyê ve hatiye amedekirin û ji aliyê dadgehê ve jî hatiye qebûlkirin de ji bo bersûcan cezayê muebetê û bi îdîaya “bi hevkarî kes ji azadiya wê kirin” 14 sal cezayÊ girtîgehê tê xistin. Kurê apê Nîhat Aydemîr Mehmet Alî Aydemîr (32) di 18’ê Tîrmehê de, têkildarî cînayeta Leyla Aydemîr bi sûcdariya “Bizenbûn kuştinê” hatibû girtin.
DANIŞÎN SIBE DEST PÊ DIKE
Doz wê sibe li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin û 7 kesên tên darizandin û kesên pirspor wê bên guhdarkirin.