ŞIRNEX – Li Cizîrê, polîsên dagirker diçin malan û ji wan re dibêjin ji bo zarokên xwe yî tev li nav PKK’ê bûne biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Her wiha polîsên dagirker ji bo kar jî soz daye malbatan, lê belê malbatan guh neda polîsan.
Piştî Mêrdînê vê carê polîs li Cizîr a Şirnexê jî çûn hin malan û ji malbatan xwestin biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê tev li malbatên ku dibêjin “HDP’ê zarokan wan biriye çiyê” bibin. Çend roj berê polîsên sivîl çûn malên malbatên zarokên wan tev li nav PKK’ê bûne.
Malbatên nexwestin navên wan bên aşkerekirin, gotin polîsan ji wan re gotiye: “Hûn jî biçin tev li çalakiyê bibin. Eger hûn biçin wir mesrefên we çi bin em ê bibin. Çi hewce be em ê bikin. Em ê kar jî bidin we.” Malbatan, anî ziamn ku wan daxwaza polîsan qebûl nekiriye û gotine, ji bo zarokên me bên çare ne rûniştina li ber HDP’ê ye. Malbatan, got: “Em jî dixwazin zarokên me bên. Lê divê hik»met ji bo aştiyê gavina bavêje.”