MANÎSA – Li Manîsa navçeya Alaşehir li kolana Bariş ku destegeha plastîk a aîdî Ahmet Kaynak lê ye ji ber derketina agir bi temamî şewitî.
Doh saet 20:30’an ji ber sedemek ku nayê zanîn nêzî 50 hezar plastîk bûn xwelî. Tîmên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ê Manîsa ruxmê mudaxeleyî agir kir, nikaribû bitefinin.
50 HEZAR KASAYÊN PLASTÎK ŞEWITÎN
Destegeha ku li ser qadek bi qasî 300 metrekareyî tê meşandin, bi qasî 150 metrekareyî kaseyên plastîk bi hejmara 50 hezar ku li ser hev nijandî bûn, di demek kin de bi temamî şewitîn. Piştî demek dirêj tîmên agirkuj karibû agir bixe bin kontrola xwe. Li herêmê ku trafoya elektrîkê jî hebû şewitî. Ji ber vê dem dem elektrîk li herêmê qut dibû. Xebatên lêkolînkirina agir ji bo ditîna sedema wê didomin.