QAMIŞLO – Li Qamişlo Komxebat Xwendekarên Bakur Rojhilatê Sûriyê ku li Zanîngeha Rojava tê lidarxistin û ew ê 2 rojan bidome destpê kir. Komxebat bi tevlîbûna 100 kesî ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rêzgirtina yek deqeyê ji bo şehîdên Şoreşê destpê kir. Armanca komxebatê ew e ku rewşa xwendekaran, rola wan di nava civakê de, her wiha zehmetiyên ku di aliyê rêxistinî de rastî wan tên, werin nîqaşkirin.
Li gorî bernameya komxebatê bernameya wan li ser 7 beşên sereke ye. Li ser 2 rojan hatine belavkirin. Dê derfet li pêşiya beşdaran were vekirin da ku nêrîn û pêşniyarên xwe bibêjin, her wiha çawaniya aktîfkirina rola xwendekaran di nava civakê de û şêwazê birêxistinkirina wan werin nîqaşkirin.
Beşên ku dê werin nîqaşkirin ev in; rola xwendekaran di nava civakê de, hêviyên civakê ji xwendekaran, heta kîjan astê nûnertiya rastiya civakê dikin û rola xwe ya sereke di nava civakê de, pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî xwendekaran tên û li pêş birêxistinbûna wan dibin asteng.
Tê payîn ku di roja 2’yemîn a komxebatê de 5 beşên sereke werin nîqaşkirin ku ew jî wiha ne; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazê tevlêbûna wan ji xebatê ku nûnertiya wan dike, beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê rewşa xwendekaran, rola xwendekaran di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tevlêbûna wan ji xebatên şoreşgerî re, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran destek da avakirina şoreşa fikrî û pêşketina wê, ji destpêka şoreşê û heta îro rewşa xwendekaran û xwendekar û nasnameya ciwanan.
Di komxebatê de axaftina destpêkê ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Harûn Apoyî ve hat kirin. Harûn Apoyî di axaftina xwe de wiha got: “Hemû beşên di komxebatê de pir girîng in. Ji rastiyê derketine holê. Xebatên aştiyane li Sûriyê û Şoreşa Rojava derfeteke mezin da xwendekaran ku rola xwe ya sereke di nava civakê de vegerînin. Nûnertiya xwendekaran di hemû aliyan de kir. Destpêkê di aliyê civakî û rêxistinî de. Ev komxebat di demekê de ku erkeke mezin ji xwendekaran di serkêşiya civakê de û berdewamkirina şoreşa wê tê xwestin, li dar dikeve. Ji ber herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Divê her kes xwe li ser vî esasê bi rêxistin bike.”
Komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşên beşa yekemîn didome. Komxebat dê 2 rojan dewam bike.