NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê îro serê sibehê di navbera hêzên gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.
Li gorî heman çavkaniyan di şer de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin ku yek ji wan fermandarê operasyonê bû.
Di derbarê şer de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê heta vê kêliyê tu daxûyaniyek nedaye.