NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên duh de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirine armanc û di çalakiyan de 8 çete hatine kuştin. Her wiha HRE’yê diyar kir ku di çalakiya wan a li Şerayê de çekeke kalaşnîkof û gelek belge û nasnameyên çeteyan jî bi dest xistine.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Hêzên me di 19’ê Îlonê de bi çalakiyên cur bi cur artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê kirin armanc û di wan çalakiyan de hejmareke çeteyan hatin kuştin û çekên wan hatin bidestxistin.
Di 19’ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Meryemîn ê ser bi navçeya Şera ve kir armanc. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, çekek AK-47 û hejmarek belge û nasnameyên çeteyan jî ji aliyê şervanên me ve hatin bidestxistin.
Di 19’ê Îlonê de hêzên me êrîş birin ser çeperên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare, di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên me li hember navendeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora Dewara Newroz a li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dar xist, lê der barê encama çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”