QAMIŞLO – Komxebata Xwendekarên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê piştî navberê dîsa didome.
Di Komxebatê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê cihê xwe girt û der barê giringiya rola ciwanan de axivî. Mazlûm Ebdî: “Keda Ciwanan di pêvajoya Şoreşê de bê guman bê niqaşe. Dema me jî ji zanîngehên Şam an Sûriyê berê xwe dan welatê xwe, hêzek ciwanan a ji bo Gelê xwe pêşengtî bike tune bû. Ji ber vê jî Gelê me Ciwanên xwe kir pêşengê xwe û vê rastiyê qebûl kir. Pêvajoya Şoreşê wiha pêşket. Ciwan pêwîste vê rastiyê bibe, vê misyonê li xwe bar bike û bi vê giraniyê tevlî pêvajoya Şoreşê bibin. Du erkên giring ji bo pêşeroja Şoreşê dikeve ser milê Xwendekarên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê. Yekemîn: Destekftiyên Şoreşa ku bi xwîna hezaran şehîdan pêk hatiye xwedî lê derketin û parastina wê ye. Duyemîn jî, ji bo pêşeroja Gelê Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ku me pêvajoya înşayê daye destpê kirin, ji vê re pêşengtî kirin e. Van bingehan bicihî anîn, misyona ciwanên xwendakarin.”
Komxebat wê hin heta evarî bi niqaş û axaftinan didome…