QAMIŞLO – Komxebata Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di destên sibehê de bi beşdarbûna zêdeyî 100 xwendekarên astên navîn, peymangeh û zanîngehe, Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî dest pê kir. Bernameya roja yekem a komxebatê bi dawî bû.
Mijarên ku îro hatin nîqaşirin” Pênaseya xwendekar, rola wan di civakê de, hêviyên civakê ji xwendekarên, heta kijan redeye xwendekar nûnertiya rastîn a civakê dikin û erka xwe ya pêşeng pêk tînin, pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya xwendekaran derdikeve û li pêş birêxistinbûna wan dibin asteng.”
Endamê Komîteya Amadekar Adil Ehmed axivî û got: “Roja yekem a komxebatê ji bo nîqaşkirina pênasekirina rola xwendekar di civînê de û hêviyên civakê ji xwendekaran bû. Nîqaşên ku derketin pêş rêbazên peydakirina rêya durist a pêşxistina xwendekaran û danasîna wan bi rola wan a di civînê de, xêzkirina rêya durist li pêşiya xwendekaran ji ya ku pergalên desthilatdar û kapîtalîzm xêz dikin dûrî. Her wiha mekanîzmeya perwerdeyînê li herêmê hatin nîqaşkirin.”
Komxebatê dê sibe berdewam bike û 5 beşên sereke werin nîqaşkirin ku ew jî wiha ne; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazê tevlêbûna wan ji xebatê ku nûnertiya wan dike, beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê rewşa xwendekaran, rola xwendekaran di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tevlêbûna wan ji xebatên şoreşgerî re, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran destek da avakirina şoreşa fikrî û pêşketina wê, ji destpêka şoreşê û heta îro rewşa xwendekaran û xwendekar û nasnameya ciwanan.