QAMIŞLO – Komxebata Xwendekarên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna zêdeyî 100 xwendekarên astên navîn, peymangeh û zanîngehe û bi beşdarbûna Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî li bajarê Qamişlo roja xwe ya yekem bidawî kir.
Piştî roja yekem bidawî bû Xwendekarê Zanîngeha Rojava Ferhat Bilal û Rojnameger û Xwendekarê Zanîngeha Kerkûkê Rêbaz Hesen der barê roja yekem a Komxebatê de ji ajansa me re axivîn.
EM Ê ZANISTIYÊ BIXIN XIZMETA ŞOREŞÊ
Xwendekarê Zanîngeha Rojava Ferhat Bilal der barê Komxebatê û encamê wê ya roja yekem wiha axivî: “Ez hêvî dikim ku em ê div ê Komxebata du rojan de gelek encaman bidest bixin. Armanca me wek Xwendekaran ew ku em ji Şoreşê ku li Rojava û Bakurê Sûriyê pêk hat û tê meşandin bibin bersiv. Li gel vê em dixwazin asta zanîst û xwendiyê bilind bikin û hin bêtir pêş bixin. Em daxwazin vê asta xwe a zanîstê bixin bin xizmeta Şoreşê. Em ji bo vê jî niha ev Komxebat pêk tinin ji bo em wan mijarana niqaş bikin.”
DI ZANÎNGEHÊN ŞOREŞÊ DE HEMÛ KES DIKARE NÊRÎNÊN XWE AZAD BININ SER ZIMAN
Rojnameger û Xwendekarê Zanîngeha Kerkûkê Rêbaz Hesen ku eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye ji bo ditîna Şoreşê hatibû Rojava û tevlî komxebatê bû. Hesen cudahiya navbera zanîngehên Başûrê Kurdistan û zanîngehên Şoreşê ji ajansa me re vegot. Hesen wiha got: “Ez hatim serdana zanîngeha Rojava li Qamişlo. Li vir ez jî beşdarî vê komxebatê (Konferans) bûm. Di vê Komxebatê de pirsgirêkên xwendekaran, pênasekirin û kesayeta xwendekaran bi befirehî tên niqaşkirin. Ez nêzî 4 salan li Başûrê Kurdistan li Kerkûkê çûm zanîngehê. Li wir bi tu awayî derfet nedidan xwendekaran ji bo niqaşkirina li ser zanîngehan. Tiştekî wek vê Komxebatî an jî Konferansê li wir tucarî nayê çêkirin. Lê li cihê Şoreşê ev cuda ye. Li vir her xwendekarek dikare bi awayekî azad nêrînê xwe der barê zanîngehê bine ser ziman. Xwendekarên li Rojava destpêkê ji Şoreşê re pêşengtî kir, niha jî pêşengtî ji ilim û zanistiyê re dike. Armanca wan ew ku Şoreşê û Rojavayê Kurdistanê bi vê zanebûnê û ilimê pêş bixin. Her Tixtor, Profesor an jî Mamosteyek ku niha li dervî Şoreşê ne, pêwîstin werin nava Şoreşê, cihê xwe di nava zanîngehên Şoreşê de bigrin û xwendekarên Rojavayê Kurdistanê perwerde bikin. Di nava netewa Kurd de gelek kesên Tixtor, Profesor an jî Mamoste hene, lê pêwîstin ev kesana xizmetî welatê xwe bikin, ji bo ev zanîngehên me ji bo cihanê bibin minak. Zanîngehên me niha jî ji bo tevahî cihanê dibe minak ji ber rê û rêbazê wê ji tevahî zanîngehên din cudatir û hin baştir e.“