WAN – Li navçeya Wanê Tuşbayê Ciwanan bi meşaleyan li dijî qeyûmên dagirker meşek lidar xistin.
Di 19’ê Tebaxê bi fermana Wezîrê dewleta tirk a dagirker Şaredariyên Gel ê Amed, Wan û Mêrdînê hatin desteserkirin. Li dijî qeyûmên dagirker ev 34 rojin bênavber çalakî didomin.
Li navçeya Wanê Tuşbayê Ciwanan bi meşaleyan meşek lidar xist. Ciwan bi avêtina sloganan meşiyan û çalakî kirin. Dema çalakiyê de welatî jî bi tîlîlîyan piştgirî dan Ciwanan.