SILÊMANÎ – Nûçegihanê ajansa RojNews Zubêr Bradostî ku di 21’ê Tîrmehê de ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hat binçavkirin, ev du mehin li Girtîgeha Îstixbaretê ya Pîrmam di bin çavan de ye.
Di 21’ê Tebaxê de nûçegihanê ajansa RojNews Zubêr Biradostî ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin û heta niha nayê zanin ji ber çi û li gor çi yasayê hatiye binçavkirin.
Li gorî zanyariyan Zûbêr Biradostî li girtîgeh Îstîxbaretê ya Pîrmam a ser bi Hewlêrê tê ragirtin, lê nayê zanin ji ber çi di girtîgehê de ye.
Heta niha gelek rojnamegerên navxweyî û biyanî li dijî binçavkirina Biradostî nerazîbûn nîşan dane û daxwaza azadiya wî kirine.
Îro 2 meh bi ser binçavkirina Bradostî re derbaz dibe. Hîn jî ji aliyê hikumetê ve ti daxuyaniyek li ser binçavkirinê nehatiye dayîn.